Smiley face
sorani
Smiley face

  Cenazeyê şehîda Xanesorê tê oxirkirin

2017-03-14 16:11:53
Cenazeyê Nazê Nayîf Qewal ku îro di êrîşa komên çekdarên PDK’ê ya li hemberî meşa gel de şehîd bû, tê oxirkirin.


 

 

ŞENGAL / ROJNEWS

 

 

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê girseya ku berbi kozikên komên çekdarên PDK'ê ve meşiya, ji aliyê çekdaran ve hat gulebarkirin. Di êrîşên de 15 welatî birîndar bûn û jina ciwan a bi navê Nazê Nayîf Qewal a 21 salî şehîd bû.

 

 

Cenazeyê Nazê ji aliyê girseyek qelebalix ku rêveber û endamên saziyên Şengalê jî di nav de ne, ji nexweşxaneya Xanesorê hat wergirtin. Cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd a li Gundê Kizilkent ve hat birêkirin. Cenaze wê destpêkê bibin malbata wê ya li ser Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê û ji wir bibin goristana Şehîd a  li herêma Qendîl a bajarê Şengalê û li wir bê definkirin.

 

Ji malbatê şehîda 4’emîn

 

Nazê Nayîf Qewal 21 salî bû û ji eşîra Hebaba ya li gundê Zomanê yê Şengalê ne. Malbata wê di dema fermana 73’yan de jî warê xwe terk nekir û xwe spartin Çiyayê Şengalê. Di berxwedana Şengalê de birayek, xalek û xizmek dayika wê di nava refên YBŞ’ê de şehîd bûn.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin