Smiley face
sorani
Smiley face

‘Bi rojevkirina dewleta Kurdî re hewl didin krîzên herêma Kurdistanê veşêrin’

2017-03-12 13:06:10
Endamê Desteya Rêveber ya YNK’ê û serokê komîsyona Neft û Gazê li parlementoya Iraqê Arêz Ebdulla ragihand ku parlementoya herêmê hatiye rawestandin,  dadgerî ne serbixweye, hêzên pêşmerge serbi du partiyane, demê serokatiya Hêrêmê derbasbûye lê, tevî vê yekê jî behsa damezrandina dewletek tê kirin û got: “Dixwazin bi rojevkirina  avakirina dewletê re hewl didin krîza aborî veşêrin.”



 

SORAN HISÊN/SILÊMANÎ

 

Me weke ajansa RojNews’ê têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê, siyaseta petrolê, çareseriya krîzan, guhertina serokatiya herêmê de li gel Endamê Desteya Rêveber ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokê Komîsyona Neft û Gazê li Parlamentoya Îraqê Arêz Ebdulla hevpeyvînek taybet çêkir.  

 

‘Hindek welatên herêmê tenê ji bo xirabkirina rewşa herêma Kurdistan di xebitin’

 

Di dema derbasbûyi de li ser destwerdana hindek dewletên herêmê ya ji Herêma Kurdistanê re, YNK bi daxuyaniyekî nerazîbûna xwe diyar kiribû. Hun dikarin sedema wê nerazîbûna xwe vekin?

 

Mûdexele ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re heye. Eger pirsgirêkên me yên siyasî û qanûnî nebaya dê ew mûdexele ew çende bandor li vir nekiriba. Dema pirsgirê di navbera aliyên siyasî û gelê Herêma Kurdistanê de hebe, bê gûman wê destwerdan jî bi bandor be. Bi taybet hinek welatên ku li gel Kurdistanê di nav danûstandinan dene, hemû hewldanên wan ji bo xirabkirina rewşa Herêma Kurdistanêye. Li gorî wan başbûna Herêma Kurdistanê dê bandore li başbûna parçeyên din yên Kurdistanê jî bike.

‘Emê nexşe rêya xwe di demeke herî nêzîk de pêşkêşê aliyên siyasî bikin’

 

YNK’ê projeyek ji bo başkirina rewşa Herêma Kurdistanê û serokatiya Herêmê amade kiriye. Ta çi astek pişgiriya aliyan ji vê projeyê re heye? Heya niha me bi awayek fermî pêşkêşî aliyan ne kiriye. Civîna rêveberiya me heye, li wê derê nexşe rêya me ya siyasî tê nîqaş kirin û pêşniyarên me jî hene. Tê payin ku di demek herî nizîk de were qebûl kirin û emê pêşkêşî aliyên siyasî bikin.

 

‘Divê aliyên siyasî û bi taybet jî PDK piştgîriya vê projeyê bike’

 

Gelo di rewşek wisa de, hun difikirin ku alî piştgiriya vêya bikin?

 

Me rewşa Herêma Kurdistanê berçav girtiye û wisa vê projeyê amade kiriye. Proje ne  tiştek xeyaliye û dikare were pêkanîn. Me tiştek pêşniyar kiriye ku li gel rewşa Herêmê bi gunce û aliyên din jî qebûl bikin. Lê dîsa jî her partî û rêxistinek fikir û tecrûbeyên xwe hene û dikarin li ser zêde bikin. Divê hemû hêz vê projeyê qebûl bike, bi taybet PDK vê qebûl bike.”

 

‘Em girêdayî lihevkirinê ne’

 

Lihevkirina we û Goran di çi astek de ye, hun nafikirin sarbûnek di navbera wede heye?

 

Lihevkirineke siyasî ya di navbera me û Goran de heye. Em girêdayî li hevkirinê ne. Raste wek em dixwazin tam pêk ne hatiye lê, em hîna jî girêdayî wê lihevkirinêne.

 

‘Di mijara Bexdayê de em û Goran hemfikirin’

 

Koma partiya we û ya Goran li parlementoya Iraqê de hemfikirin?

 

Berî niha jî me ragihandibû ku emê bibin komek hevbeş û ti pirsgirêkên me nîne. Niha jî em li Bexda li gel koma Goran xwedî heman helwestêne. Bi taybet li ser pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexda û mijarên nîştimanî de em hemfikirin. Lê ji bo herdu kom hevbeş bibin hîn kar jêre pêwîste. Em  ji bo pêkanîna vê dixebitin û hêvîdarin pêkwere.

 

 

‘PDK sîstemek din dixwaze’

 

Bangawaziya ji bo dewleta Kurdî tê kirin, YNK di vê mijarê de çawa difikire, gelo di vê rewşa heyî de pêkane ku dewleta Kurdî were ragihandin?

 

Li ser ruyê erdê gelê Kurd gelê herî mezin yê bê dewlet e. Li gorî hemû qanûnan mafê me ye ku em bibin xwedî dewlet. Me hewldana vêya daye û em didin jî. Nimûne, ji sala 1982’an ve dirûşma mafê me ye ku em çareserûsa xwe diyar bikin, dibêjin. Lê eger gel ji bo dewletbûnê biryar bide. PDK sîstemek din dixwazin. Ji lewma divê ez di du beşdan de vêya binirxînim. Ya yekem, girêdayî rewşa navxweyî ye. Ya din jî pêwendiya xwe bi derve re heye. Gelo me li Herêma Kurdistanê zemînê dewletê saz kiriye? Gelo dewletê herêmê û cîhanê amadene ku em dewletê ragihînin? Eger her kes bersiva van pirsan bide, emê bikarin biryara rast jî bidin.

 

Em niha di çarçoveya  dewleta Iraqê de ne. Qanûneke me heye û me fikrê xwe li ser vêya daye. Niha jî li ser vêya dimeşin. Helbet dewleta Iraqê di hindek mijaran de mafê Kurdan binpêkiriye. Bi taybet xala 140 (herêmên Başûr yên nakokî li ser heye) nedana para darayî ya hêzên pêşmerge nayên qebûlkirin. Lê derfeta gûftûgoyê li gel Iraqê jî heye.

 

 

‘Gelo armanc avakirina dewleta Kurdiye an veşartina krîza aboriye’

 

Hun difikirin ku ev derfet niha jî heye?

 

Niha parlamentoya Herêmê kar nake. Sîstema dadê ne serbixweye. Heya niha hêzên pêşmerge ser bi du partiyane.  Her çiqas li eniyan de bi hevre ne jî, lê di rêveberiyê de ser bi du partiyên cûdane. Her wiha dema serokatiya Herêmê derbasbûye, rê nayê dayîn ku li parlamentoyê qanûnek nû were derxistin û were nûkirin. Krîzek mezin ya aborî heye. Ji ber vê ez dibêjim gelo ev bangeşeyane ji bo avakirina dewletêye, yan ji bo li ser krîzên Herêma Kurdistanêbigirin vê rojevê saz dikin? Eger ji bo dewletê ye ezê bibim pêşmergeyê wî.

 

‘Divê hêzên pêşmerge bibin hêzên nîştîmanî yên ne ser bi ti partiyan’

 

Divê em di nav xwe de li hev bikin. Parlamento were vekirin û hemû aliyê vê nîqaş bike. Hêza pêşmerge bikin hêza nîştimanî û ji bila ji partiyan dûr be. Divê dad serbixwbe. Şêwaza nîqaşkirina di navbera Herêm û Bexdayê de divê em diyar bikin. Evane ji bo çêkirina dewletê dibin bingeh û zemîn. Ji bilî vê divê em bi dewletên herêmê re pêwendî saz bikin. Bêgûman Iraq jî pirsyar dike, çima hûn dewletê radihînin? Divê sedemên me bihêz bin û amadebin ku em pêşkêş bikin, ji bo di dema pêş em bikarin xwe bixwe ser payê xwe bigirin. Da em nekevin rewşekî ku em paşê nekarin dewletê birêve bibin.

 

‘Hikûmeta Iraqê parlamento ne girtiye û ji bo hilbijartina serokek nû ne bûye asteng’

 

Têgotin ku ti rêyek ya mayîna li Bexdayê nemaye, hun jî di heman fikrê de ne?

Ez parlamenterê Iraqême, eger rêyek nemaye, em li wir çi dikin? Erê Serokkomar çi dike. Erê serokê hêzên hewayî yê Iraqê û gelek wezîfedarên payebilind yên Kurd li Bexda çi dikin? Li gorî min hemû demê deriyê nîqaşê heye û vekiriye. Eger ev gotinane tê kirin, Hikûmeta Iraqê parlamentoya Herêma Kurdistanê ne girtiye, Hikûmeta Iraqê ji bo hilbijartina serokek nû ji bo Herêma Kurdistanê nebûye asteng. Hikûmeta Iraqê pergala dadê nekiriye alîgir. Me bi xwe vana çêkiriye. Ya girîng ewe ku em bi xwe van çareser bikin, paşê giliyê li Hikûmeta  Iraqê bikin. Eger derfet nedin em wê demê dikarin bêjin va ew ji gûftûgoyê re ne amadene. Wê demê wê piştgiriya hêzên navxweyî û derve jî ji bo me hebe.

 

Rola Kurdan li Bexdayê gelek lewaz bûye’

 

Gelo  pirsgirêkên navxweyî yên Herêmê  bandorê li rola Kurdan a li Bexdayê dike?

 

Li gorî berê, niha rola Herêma Kurdistanê  gelek bêhêz bûye. Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava civaka navnetewî de gelek lewaze.  Niha Ewropa  û civaka navnetewî piştgiriya me dike û serdana şandeyên wan  heye. Ev ji pêwendiya xwe bi du tiştan re heye û ev şande jî vêya na veşêrin.  Ya yekem şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Ya duyem jî hebûna hezaran penaberên Mûsil û herêmên din yên Iraqê li Herêma Kurdistanêye. Ew van hemû pirsgirêkên Herêmê dibînin û dizanin ku me ev krîz çêkiriye. Berî niha ji ber zilma li ser gelê Kurd  piştgiriya Herêmê dikir û  dixwest wek  projeyek ji bo pêşxistina demokrasiyê piştgiriyê bikin. Lê em niha dibînin ku ew demokrasî berbi tengbûn û kêmbûnê ve diçe. Ji ber wê eger em Kurd ne yekbin, piştî rizgarkirina Mûsil û nemana DAIŞ’ê emê bihevre lewaztir bibin.

 

‘Dabeşkirina erkan pirsgirêkê çareser nake’

 

Ta çi astek li hevkirinek di navbera we û PDK’ê de heye?

 

Eger lihevkirinek bi vî awayî pirsgirêkan çareser bike gelek başe. Lê ez wek endamek yê rêveberiya YNK’ê li gorî min belav kirina postan (erk) pirsgirêkan çareser nabe. Hinek pirsgirêkên me hene ku bûne sedema  pirsgirêkên nîştîmanî û netewî. Pirsgirêkên serokatiya Herêmê, serbixwetiya dadê û qanûnsazî pêwendiya xwe bi partiyan re heye. Divê em hemû hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin. Bê parlamento em nikarin tiştekî bikin. Divê pirsgirêka serokatiyê çareser bibe. Gelo em ji bo hilbijartina serokatiyê di nava parlamentoyê de qanûn bigûherin, yan dîsan dema Barzanî dirêj bikin. Yan jî saziya serokatiya Herêmê rabikin û alternatîfek din bibînin. Ev mijarane me tevan eleqeder dike ne tenê du aliyan. Piştî çareserkirina pirsgirêkan, asayiye ku PDK li gel Goran yanjî her hêzek dinbe bi hevbeşî hikûmetê pêk bîne. Divê her kes vê rastiyê bizane.

 

‘Em çar kom li ser bûdçeyê hemfikirbûn ji derveyî PDK’ê’

 

 

Çima Hewlêr li dijî qanûna bûdçeya 2017’an a Iraqê derket?

 

 

 

Berê helwesta me hemû komên Kurdan yek bû. Bi taybet li ser bûdçe, pêşmerge û gelek tiştên din. Mixabin îsal cûda bû. Li ser bûdçe em çar kom aliyek bûn û PDK tenê aliyê dijber bû. Bûdçe her weke xwe bû û li gor me diviyabû deng li ser bihata dayîn. Sala 2014’an û salên piştî we çawan bû, dîsa wisan bû. Li beramber 550 hezar bermîl %17 bûdçeya Iraqê dê were dayîn. Niha jî eger ev biryar were pêkanîn dê bibe sedema çareserkirina gelek pisgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Wê demê dê di dema nebûna mûçe de welatî hikûmeta navendî rexne bikin ne ya herêmê. Ew ji neraste ku Bexda mûçe neşîne. Wan qet mûçe neşandiye û herêm berpirsê mûçe bû. Herdem bûdçeya herêmê %17 bû û herêmê yan ji bo  mûçe xerc dikir yan ji bo tiştên din. Me berê jî daxwaz kiriye ku herêm para xwe ji budçeyê werbigire.

 

 

Niha PDK ne li gel wê qanûnêye û ne amadeye ku 550 hezar bermîl petrol bişîne. Eger PDK’ê jî bixwesta bûdçe ji Bexda bê  û ew bûdçe têrê nekiriba, wê demê meyê hikûmeta Bexda rexne bikira û bigota ew bûdçeya ku hun dişînin têra herêma Kurdistanê ango xercên wê nake.

 

‘Herêmê pişta xwe daye Tirkiyê û ev ji metirsiyek mezine ji bo Herêmê’

 

 

Hûn bi giştî siyaseta petrola herêmê çawa dibînin?

 

 

Ez weke serokê komîsyona petrolê li parlamentoya Iraqê dibêjim mixabin siyaseta herêmê ya petrolê li ber çave û ne zelale. Pişta xwe daye dewletekê û di dema pêşde metirsiyek gelek mezin heye ji bo Herêma Kurdistanê. Ji ber ku ez bawer nakim ku dewleta Tirk heta dawiyê rê bide petrol biçe, her çend berjewendiyên siyasî û aborî jî tê de hene. Gumanên min li ser şandina petrolê û rêjeya dahata wê heye. Divê herêm gumanan nehêle û tenê cihê petrol jêre were şandin ne Tirkiyebe.

 

 

‘Şandina petrolê ji bo Îranê hîn pêşniyareke, ne biryare’

 

 

Tê gotin dê di dema pêşde petrola Kerkûkê ji bo Îranê were şandin, wê çiqas fêdeyeke xwe ji bo herêmê û Kerkûkê hebe?

 

 

 

Berê di navbera hikûmeta Iraq’ê û Îranê de lihevkirinek hebû, li ser vê yekê di navbera Basra û Abadan de boriyên petrolê hatibûn çêkirin. Niha jî behsa nûkirina wê lihevkirina ku sala 2007’an du caran hatiye îmzekirin tê kirin. Ya din jî Iraqê pêşniyar kiriye ku petrola Kerkûkê ji Îranê re were şandin. Lê tenê pêşniyare û dibe ku lêkolîn li ser were kirin. Eger baş be mirov dikare li ser vêya lihevkirinêk çêke. Di vê demê de bêyî meclîsa pêrêzgeha Kerkûkê lihevkirin çênabe.

 

‘Divê hikûmeta herêmê jî siyaseta Iraqê weke rêya çareseriyê bibîne’

 

 

Li gor we ji bo şandina petrolê ji bilî Tirkiyê rêyek din a baştir heye?

 

 

Siyaseta Iraqê ewe ku hewl dide çend rêyan ji bo şandina petrolê bibîne. Weke ku bi rêya Urdunê û carna jî bi rêya Sûriyê dihat şandin. Niha jî  di nava hewldanên ku bi rêya Îranê bişîne de ye. Ji ber wê li gorî min divê Herêma Kurdistanê jî heman siyasetê birêve bibe, ji bo ditîna rêyekê. Wê demê dê ji bo firotina petrolê pêşbaziyek çêbibe û ti welat wê nekare ji bo şandina petrolê zextên siyasî li ser me bike. Wê demê dê şertên te hebin. Ne weke niha ku Tirkiye şertên xwe li ser herêmê ferz dike.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin