Smiley face
sorani
Smiley face

Dîmenên şehîdxistina gerîlayên HPG ji aliyê komên çekdar ên PDK’ê ve

2017-03-05 10:18:52
Dîmenên ku di dema êrîşên komên çekdar yên ser bi PDK’ê yên li ser Xanesorê de ji aliyê endamên çapemeniya azad ve hatine kişandin û hewldana gerîlayên HPG’ê ya ji bo rawestandina êrîşan nîşan didin.  Ev dîmen gelek tiştan radixe berçavan.



 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Komê çekdar yên girêdayî PDK’ê di sibeha 3’yê adarê de bi çekên giran êrîşî bajaroka Xanesorê ya Şengalê kirin. Hêzên YBŞ’ê li hemberî van êrîşan tedbîr girtin û xwestin ku alozî kûr nebe.

 

Di vê navberê de 2 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Çekdar Sînan (Newroz Guvercîn) û Orhan Baran (Sîpan Hemo) ku ew jî ji bo rawestandina şer hatibûn cihê bûyerê, ketin nava hewldanan. Dema ku çekdar bi tirimpêlên zirxî derbas dibûn gerîlayên HPG’ê bêyî rahîjin çekên xwe derketin pêşiya tirimpêlan, li pêşiya wan sekinin û hewl dan ku bidin rawestandin.

 

 

Lê çekdarên ku qet nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine, êrîş kirin û gerîlayên ku bi vê helwesta xwe dersa mirovahiyê dan, şehîd xistin.

 

Gerîlayan bi vê hewldana xwe, ji hemû derdorên ku behsa biratiyê dikin û cîhanê re bûn bersiva herî bi wate.

 

Fermandariya Giştî ya HPG’ê jî di daxuyaniya ku duh dabû çapemeniyê de, diyar kiribû ku 2 gerîlayên HPG’ê dema dixwestin bibin navbeynkar û nexwestine şer dekevin, hatine şehîdxistin.

 

Dîmenên ku hatine kişandin, cihê tu gotinan nahêle û mirovan bi wijdanên wan re rû bi rû dihêle.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin