Smiley face
sorani
Smiley face

Zekî Şengalî: Ev şerê xiyanetê ye

2017-03-03 12:15:14
Endamê Koordînasyona Şengalê Zekî Şengalî bal kişande ser êrîşên di serî de Xanesor û Şengalê û got ku ev şerê xiyanetê ye.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Endamê Koordînasyona Şengalê Zekî Şengalî diyar kir, êrîşên çeteyên PDK-dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, 'şerê xiyanetê' ye. Ji Fermandarên YJŞ'ê Hebab jî got, "Em ê rê nedin êrîşan, em ê nehêlin ku careke din ferman li gelê me rabe."

 

Endamê Koordînasyona Şengalê Zekî Şengalî beşdarî weşana Stêrk TV bû û destnîşan kir, êrîşên çeteyên PDK-dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, 'şerê xiyanetê' ye.

 

Ji Fermandarên YJŞ'ê Viyan Hebab jî, ku tevlî heman weşanê bû diyar kir, komên çete yên êrîşî Şengalê kirine, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin. Fermandara YJŞ'ê got, "Weke hêzên YBŞ-YJŞ'ê em baş dizanin bê li pişt van êrîşan kî hene û armanca van êrîşan çi ye. PDK dixwaze YBŞ-YJŞ'ê têk bibe û ji Şengalê derxîne. Lê belê wê PDK ti carî vê yekê bi ser nexîne. Em ê rê nedin êrîşan, em ê nehêlin ku careke din ferman li gelê me rabe."



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin