Smiley face
sorani
Smiley face

Gelê Wargeha Mexmûrê gotinên qaymeqamê Mexmûrê şermezar kirin

2017-03-01 19:30:01
Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îddîayên li ser Wargeha Mexmûrê ya ku ji aliyê Qaymeqamê navçeya Mexmûrê Rizgar Mihemed Îsmaîl ve hatiye belavkirin bi daxuyaniyek çapameniyê şermezar kirin.


 

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR


 

Îddîaya ku beriya çend rojan a wekî ‘Wargeha Mexmûrê ji rewşa penaberiyê derketiye, bûye Wargehek leşkerî’ ku ji aliyê qaymeqamê navçeya Mexmûrê Rizgar Mihemed Îsmaîl ve ji çapameniya Başurê Kurdistanê û çapameniya Tirkiyeyê re belav kiriye îro li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) demjimêr 15:00’an de liber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi tevlîbûna hezaran kesî ve bi daxuyaniyek çapameniyê hat şermezarkirin.

 

‘Ev daxuyaniya Qaymeqam li dijî yekîtiya Kurdane’

 

Daxuyaniya çapameniyê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir ji aliyê Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Hecî Kaçan ve hat xwendin. Kaçan beriya xwendina daxuyaniya çapameniyê wiha got, “Ev daxuyaniya me ya çapameniyê li dijî daxuyaniya qaymeqamê navçeya Mexmûrê Rizgar Mihemed îsmaîl e. Em di destpêkê vaya wek gefek pêşwazî dikin.” Hecî Kaçan piştî bi van gotinan daxuyaniya çapameniyê xwend. Daxuyanî wiha destpêkir; “Weke çapemeniya azad û raya giştî dizane, demek dirêje bi hêcet û sedemên bê bingeh gelê Wargeha Ş.Rustem Cudî (Mexmur) ji hêla rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê ve li rastî pêkanînên ji dervey mirovî tên û di van rojên dawî de wargeha me ya ji 12 hezar şênî ku piraniya wan jin û zarokin raste rast hedef hatiye nîşan kirin û ev pêkanînên mijara gotinê gihiştiye asta herî bilind. Herçiqas weke gelê wargehê me pir caran nexistiye rojevê jî, lê vaye ji dû salan zêdetire em ji tevayî mafên mirovî hatine bê par hiştin, Hikumeta Herêma Kurdistanê tevayî deriyên xwe liser me girtine û her roja derbaz dibe ev rewşa ambargo ya liser wargehê tê meşandin bi gavek din ya pêkanînên keyfî tê giran kirin. Weke ev nêzîkatî û pêkanînên dij mirovî û dij ramanên Kurdayetî nebes be, herî dawî bi eger û sedemên ji rastiyê dûr ji hêla Qaymeqamê navçeya Mexmurê ve wargeha me û gelê me bi awayekî vekirî hedef hatiye nîşan kirin.”

 

‘Hebûna gerîlla li derdora Wargehê ne rewşek nû ye’

 

 Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên PKK’ê hemû Başurê Kurdistanê diparêze, hebûna gerîla li Wargeha Mexmûrê di roja êrîşa DAIŞ’ê heya niha heye û daxuyani wiha berdewam dike; “Di pêvajoyek wisa girîng ku xeteriya DAIŞ'ê ya liser herêmê hîn didome , Tirkiye li herêmê bi şêweyê dagirker her roja diçe ji bo gelê Kurd metirsiyê bi xwe re tîne û mijara Kongireya Netewî di rojeva Gelê Kurd deye, ji hêla nunerê Hikumetê yê herêma Mexmurê ve raberkirina helwest û nêzîkatiyeke bivî rengî pir bi wate û cihê şik û gûmanêye. Weke  gelê wargehê em bi ti awayî helwest û nêzîkatiyekî bivî şêweyî napejirînîn, emê di her warî de li beramberî van bêbextiyane û nêzîkatiyên xizmeta dijminan dikin heya dawî mafên xwe yên demokratîk bikar bînin û emê ji rêgez û jiyana birumet ti caran gavan berbi şûnde ne avêjin. Ji ber xeteriya bi hatina DAIŞ'ê re peyda bûyî ji bo parastina destkeftên gelê Kurd li pêş çavê tevayî cîhanê hatina hêzên gêrîla ya Mexmur û deverên din yên Başûrê Kurdistanê ne veşartiye û li derdora wargehê hebuna gêrîla ne tiştek nûye. Nirxandinên weke wargeh bûye baregeheke leşkerî, ji rewşa xwe ya sivîl û penaberî derketiye ji rastiyê dûrin, herwiha liberamberê ked, rol û bedelên gêrîla û gelê wargehê di herêmê de dayîn heqaretek mezin û bê rêziyeke.”

 

 

‘Me bi gelên herêmê re têkiliyên dostane pêşxistiye’

 

           

Daxuyaniya çapameniyê bi van gotin û bangewaziyan bi dawî dibe, “Weke gelê wargehê di 20 salên xwe yên li herêma Mexmûrê de, me bi gelên derdorê re têkiliyên dostane pêşxistiye, ji zererê zêdetir ji bo herêmê feydeya me çêbûye. Herwiha weke penaberên siyasî yên dibin sîwana NY (UN) de jiyan dikin weke miletek sivîl em herdem li beramberî zagonên NY, Hikumeta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê rêzdar nêzbûne û me bi ti şêweyî zerer û ziyan nedaye derdora xwe .

 

Binavê gelê Wargeha Ş.Rustem Cudî em bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikîn dest ji vê nêzîkatî û helwesta xwe ya li dijî hizir û ramanên netewî û darbeyê li yekitiya gelê Kurd dide berde û dawî li van pêkanînên xwe yên keyfî bîne.

 

Di dawî de em bi şêweyeke vekirî tênîn ziman ji ber nirxandinên derbarê wargeha me de em qaymeqamê navçeya Mexmurê Rizgar Mihemed Îsmaîl di ber her xeteriyek li ser wargehê û metirsiyek li ser gelê wargehê pêkbê û ji rûdana her bûyerekê girêdayî gelê me û wargeha me weke berpirsyarê yekem dizanîn.

 

Bivê boneyê em bang  li gelê herêma Mexmuûê, partiyên siyasî, saziyên mafê mirovan yên Başûrê Kurdistanê û NY dikîn liberamberê van nêzîkatiyan helwest raber bikin û piştgirî bidin gelê penaber yê wargeha Ş.Rustem Cudî ."

 

Daxuyaniya çapameniyê bi dirûşmên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bîjî Yekîtiya Gelê Kurd’, ‘Bimre Xiyanet’, ‘Bîjî Serok Apo’ û bi çepik û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.

 

(xt-ma / rn)

                                                                   

                   

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin