Smiley face
sorani
Smiley face

Partiya Komunîst a Îranê: Divê hilbijartinên Îranê werin boykot kirin

2017-03-01 15:42:02
Partiya Komunîsta Îranê (Komel), ragihand ku madem kongreya netewî ji bo çarenûsa gelê Kurdistanê tê li darxistin, nabe bi ti awayî dewletên dagirker tevlî vê kongreyê bibin û ji bo hilbijartinên Îranê jî banga boykotê li partiyên siyasî, gelê Rojhilat û gelê Îranê kir.


 

 

ŞEMAL HESEN-MIHEMED HESEN/ROJNEWS

 

Berpirsê Peywendiyên Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê (Komel), Rehman Necatî di hevpeyvînek taybet a li gel ajansa me RojNews’ê de guhertinên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, helwesta wan a ji bo kongreya netewî û çend mijarên din nirxand.

 

‘Divê em aliyên siyasî pirsgirêken xwe yên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin’

 

"Gelo hebûna muxalefetek hevbeş ji bo Rojhilatê Kurdistanê pêwîstiyekî rastiye?

 

Ya rastî ev daxwazek ya gelê Rojhilatê Kurdistanêye. Divê hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê  li hember Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi yekdengî û hevbeş hevkariya yek bikin.  Pêwîste bertekên me yên siyasî jî bihevrebin.  Me hîn ji roja destpêkê ve heya niha hewl daye xebata xwe ya siyasî di çarçoveya  fikrê gelê Kurdistanê de bikin. Her wisa divê em aliyên siyasî pirsgirêkên xwe bi awayeke medenî çareser bikin, ne ku serî li rêbazên çekdarî bidin. Me her timî hewl daye pirsgirêkên xwe birêya diyalog û nîqaşê çareser bikin. Girêdayî giştî daxwazên gelê Kurdistanê di demên derbas bûyî de gelek hêvdîtinene me çêbûn, da ku bikarîn ew pirsgirêkên ku tên pêşiya me çareser bikin. Li gorî vê di vê em em li hember pirsgirêkan yekdeng bin.  

 

‘Ji derveyî yekgirtinê ti rêyeke me ya din nîne’

 

Weke karî encamek ji wan hevdîtin û guftûgoyan bigirin?

 

Ev tenê di fikir de maye. Heya niha bingehê yekgirtinê saz nebûye ku em yekgirtîbin. Sedema vê ya yekem cûdahiya fikrane ku heman tişt e. Sedema duyem jî nîştecihbûna me ya ji derveyî Rojhilatê Kurdistanê ye. Dema derfet çêbûn em xebateke bihêz ya li hember Îranê derket holê, divê em wê demê yekgirtîbin. Ji bilî yekgirtinê ti çareyek din ya me namîne.  Em dixwazin li hember Îranê hevkariya hevdû bikin. Di mehên pêşiya me de hilbijartinên Serokkomariya Îranê tên lidarxistin. Di wê demê de pêwîste hemû partî û aliyên siyasî bi giştî helwestek yekgirtî û hevbeş nîşan bidin. Her wiha ji welatiyên Kurd daxwaz bikin ku hilbijartinan boykot bikin. Niha em dixwazin helwestek hevbeş li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê  û aliyên siyasî yên Başûrê Kurditanê hebe ku em bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev jî pirsgirêka me hemûyane. Pêwîste hevkariyek me ya siyasî li gel hev hebe.

 

‘Nabe ku nûnerên dewletên dagirker tevlî kongreya netewî were kirin’

 

Hun ta çi astek kongreya netewî girîng û pêwîstiyek dizanin. Ji bo pêkhatina kongreya netewî divê aliyên siyasî çi bikin?

 

Kongreya netewî wek navê xwe ye. Tişta yekem ewe ku pêwîste hemû alî, partî, rêxistin tevlî bibin. Nabe kes bide aliyekê û yeke din bîne cihê wî. Ya duyem ji nabe ku tenê aliyek li ser kongreyê hakim be. Pêwîste hemû aliyên ku tevlî kongreyê dibin deng û giraniya xwe hebe. Ya sêyem ji madem ev kongre ji bo çarenûsa gelê Kurdistanê tê li darxistin, nabe bi ti awayî dewletên dagirker tevlî vê kongreyê bibin. Ji ber wê ew dewlet bi xwe zilm û çewsandinê li ser gelê Kurd dikin. Gelo ma dibe ku komara Îslamî ya Îranê vexwînî kongreyê ku mafê Kurdan dixwe? Eger ew tiştên me gotî li ber çav werin girtin, wê kongre cihê xwe bigire. Wiha wê ji bo xebata gelê Kurd li her çar parçeyan hêviyek ava bike. Bi mercê ku berjewendiyên gelê Kurd li ber çav bê girtin, ne berjewendiyên kes yan aliyekî.

 

Hûn wek Komele, dixwazin pirsgirêkên Rojhilatê Kurdistanê bi Îranê re, bi rêya diyalogê yan jî bi şer çareser bikin?

 

Hikûmeta Îslamî ya Îranê niha ne di wê baweriyê de ye ku tu diyalogê li gel bikî û di Îranê de reform û gûhertinan pêk bê. Niha wisa tê hêvîkirin ku wê rejîma Îranê bi rêya diyalogê mafên gelê Rojhilat û Îranê nas bike. Ev tenê baweriyeke û bendewarî kirina gele. Em ne di wê baweriyê de ne ku bi awayek diyalogê ev were çareserkirin. Wê xebata me wek herdemê li Kurdistanê rêxistina beşan, nirxandina rewşê û rêxistina xebata sivîl li dijî Îranê berdewam bike. Ji bilî hilweşandina Rejîma Îranê ti hêvî û rêyek din nîne. Rejîma Îranê li gel Serokkomarê berê Mihemed Xatemî, Serokê Parlamentoyê Mehdî Kerubî, Şêwîrmendê Serokkomar Mîr Husên Mûsewî jî dîyalog nakin. Yanî eger wisa nêzî vana dibe, gengaze ku bo naskirina mafê gelê Kurd diyalogê qebûl bike? Ev rejîm heya niha serî li çek, kuştin û darvekirinan daye. Ji ber ez ne di wê baweriyê deme ku bi diyalogê li gel Hikûmeta Îranê li hev bikin. Tenê bi xebatek ya gel û hilweşandina rejîmê dikare pirsgirêk çareser bibe.

 

'Ji bo êrîşkirina ser Îranê em xaka Herêma Kurdistanê bikar naynîn'

 

Komên Şîe derbarê  partî û aliyên çekdarî yên ku xaka Iraqê bikar tînin de û diyar dikin êrîş dibin ser welatên derdor, hewl dide pêşniyar qanûnek pêşkêşê Parlamentoya Iraqê bike. Hûn divê derbarê de çi dibêjin?

 

Em hemû gelê me yên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê agadar dikin ku hinek nûnerên Şîe li Parlamentoya Iraqê daxwazek bi vî awayî kirine. ev Yek pîlanek bi dest û tevlîbûna Komara Îslamî ya Îranê didin pêş. Ew jî ji bo teng kirina  tevgerên partiyên Rojhilat yên li Başûrê Kurdistanê ne. Ev yek niha hîna pêşniyare. Hîna dewleta Iraqê li ser wê helwesta xwe diyar  nekiriye. Hîna gelek derfet heye ku ev bibe yasa û Hikûmeta Iraqê bi fermî vê nas bike. Dixwazin me ji Başûrê Kurdistanê  derbixin. Em di çarçoveya zagonên Herêma Kurdistanê de danûstandinan dikin. Em li ser xaka Herêma Kurdistanê êrîşê dewleta Îranê nakin. Tevger û hemû çalakiyên me di nava Rojhilatê Kurdistanê de ye. Li Başûrê Kurdistanê tenê navenda rêveberî,  TV  û rojnameya me heye. Ji bo êrîşkirina ser Îranê  em xaka Herêma Kurdistanê bikar nayêninn. Ev jî dide diyar kirin ku ev pîlaneke ku dixwazin pêk bînin. Tenê gef li me jî partiyên Rojhilat jî naxwin, di heman demê de ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî re jî dibêjin ku pêwîste di vê mijarê de xwedî helwestbin û bi berpirsyarî tevbigerin. Ev gelek sale em li virin. Cûdahiyek di navbera xebatên Başûr û Rojhilat de nîne. Xebatek hevbeşe û çarenûsa me tevan yeke. Pirsgirêka Kurd ne tenê girêdayî parçeyek Kurdistanêye. Li gorî min ev pîlane  di navbera Tehran û  nûnerên Şîe li Parlamentoya  Iraqê de tê birêve birin. Ya destpêkê divê hemû partiyên Rojhilat bi giştî bi yek dengî li dijî wê pîlanê rawestin. Her wiha divê gelê Başûrê Kurdistanê li hember vê projeya parlamenterên Şîe helwest nîşan bide û nûnerên Kurd li Parlamentoya Iraqê  li hember rawestin. Divê Hikûmeta Herêmê daxuyaniyek fermî belav bike, li hember raweste û piştgiriya ji bo her çar parçeyan bide nîşandan.

 

‘Em bi ti awayî vê pêşniyar qanûnê qebûl nakin’

 

Eger ev pêşniyar qanûnne were erêkirin, çi amadekariyên we hene?

 

Em bi ti awayî vê pêşniyar qanûnê qebûl nakin. Ji ber ku ev pêşniyar qanûne li dijî fikir, rastiya siyasî û demokrasiyêye.  Parçekirina sînorê desthilatdariyê li Herêma Kurdistanêye û ji bo me ne girînge.

 

‘Heşdî el Şêbî di bin siya pasdaran û hikûmeta Îranê dene’

 

Helwesta we li hember Heşdî el Şêbî çiye?

 

Ti guman di wê yekê de nîne ku Heşdî el Şêbî  ji aliyê Îranê ve hatiye damezrandin. Dibin siya pasdaran û Hikûmeta Îranê dene. Ji aliyê wan ve tê xwedî kirin  û hemû çek û pêwîstî didin wan. Ji ber wê li gorî min metirsiyek mezin ya Heşdî el Şêbî ne tenê li ser partiyên Rojhilat, li ser Herêma Kurdistanê jî heye. Em dibînin niha hîna şerê Mûsil temam nebûye, Heşdî el Şêbî li Şengal û derdora wan êrîş dibin ser eniyên pêşmergeyan. Ji ber wê piştî temam bûna şerê Mûsil, pirsgirêka Heşd el Şêbî, li ser sînorê Heşdî el Şêbî derkeve holê. Ya baş ewe ku ji nihave, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên Kurdistanê, xwe amade bikin ku nehêlin Heşdî el Şêbî û her hêzek din ji be destwerdana sînorê Herêma Kurdisanê bike. Em Heşdî el Şêbî weke metirsiyek mezin dibînin.

 

‘Em alîgir nîne ku ti welateke derve destwerdan li Îranê bike’

 

Derbarê daxuyaniyên dawî û gefên Trump de çi dibêjin?

 

Em gefên Trump zêde cidî nagirin. Berî hilbijartinê Trump gelek tişt gotibû. Lê me dît ku paşve kişiya. Trump gef li Îranê dixwe, Îran jî zextê li me dike ku em gef li Amerîkayê dixwin. Em wan gefan cidî nagirin. Em weke Komele li dijî destwerdana dewletên derve ne li ser Îranê. Em di wê baweriyêdene ku rejîm tenê wê bi hêza gel têk biçe.

 

‘Bila hilbijartinê boykot bikin’

 

Di dawî de peyam û bangawaziya we ji bo  aliyên siyasî û gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çiye?

 

Banga min ji bo partiyên muxalefetê yên Îranê ewe ku ji bo hilşweşandina Rejîma Îranê, dibin navê berjewendiyên gelê Îran û Rojhilat de, dest bi xebateke hevpar bikin. Daxwazek din ewe ku bi nêzîkbûna hilbijartinên Îranê re gelê Rojhilat û Îranê li hember siyasetên Rejîma Îranê têkoşîn bikin. Her wiha daxwaz ji partiyên siyasî û gelê Rojhilat û Îranê dikim ku hilbijartinê boykot bikin. Ji ber ku ev ji dervey şanogeriyekê ne tiştek dine.  Me di demên derbas bûyî de dît ku ew serokkomarên berê tenê şeklî bûn. Desthilatdariya rastî Xumeyniye. Pêwîste piraniya sîstemê lêkolîn bikin û ti hêviyek me bi wê desthilatdariyê nîne."

 

(rk/rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin