Smiley face
sorani
Smiley face

Li Hewlêrê welatiyê ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî hat revandin

2017-02-28 12:02:51
Meclisa Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî diyar kir ku welatiyê wan ê binavê Xalid Ebdullah du di navbera Hewlêr û Kelekê de ku hatiye revandin, ti agahî jê nayê girtin.


 

 

MEXMÛR/ ROJNEWS


Meclisa Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku welatiyê wan ê niştecihê wargehê yê binavê Xalid Ebdullah dema duh li herêma navbera Kelek û Hewlêrê de dixebitî, ji aliyê wesayitek nenaskirî ve hatiye revandin û ti agahî jê nayên girtin.

 

Meclisa demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di dewama daxuyaniya xwe de wiha ragihand; "Welatiyê wargeha me yê binavê Xalid Ebdullah duh dema li benzînxaneyek dikeve navbera bajarokê Kelek û bajarê Hewlêr de dixebitî, ji aliyê wesayitek nenaskirî ve hatiye revandin û heya niha jî ti agahî jê nayên girtin."

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; "Ji revandina welatiyê xwe yê binavê Xalid Ebdullah em asayîşa Hewlêr a PDK'ê berpirs dibînin. Pêwîste demek nêz de welatiyê me bê rizgarkirin."



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin