Smiley face
sorani
Smiley face

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir

2017-02-25 12:12:20
HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên ku di êrîşa artêşa Tirk a 19-20’ê Sibatê de li Qadên Parastina Medyayê şehîd bûn eşkere kirin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina û Çapemeniyê (HPG-BÎM) ya Hêzên Parastina Gel (HPG) artêşa Tirk di navbera 19-20’ê Sibatê de Şikefta Birîndaran, Çiloyê Piçûk, Kokerê, Çemço û Kanî Sarkê yên herêma Zapê;  bi ser mintiqeya Mervanis a qada Avaşînê; Mintiqeya Dola Şivê û dergora girê gundê Sêgirê yê girêdayî qezaya Amediyê ya Dihokê bombe kir.

 

Di encamê de gerîlayên bi navê Bawer Xebat (Giyasettîn Gur), Hevrê Firaz (Berzan Îmdat), Hêlîn (Megrîcan Atsiz) û Raperîn (Torîn Sevîşoglu) şehîd bûn.

 

Navenda Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got:

 

 ‘Hevrê Bawer bû kedkarê şoreşê’

 

 

‘’Beriya niha me par ve kiribû ku dewleta Tirk 19-20’ê Sibatê qadên me yên Parastina Medyayê pir zêde bombe kiribû. Ev bombekirin bi ser Şikefta Birîndaran, Çiloyê Piçûk, Kokerê, Çemço û Kanî Sarkê yên herêma Zapê;  bi ser mintiqeya Mervanis a qada Avaşînê; Mintiqeya Dola Şivê û dergora girê gundê Sêgirê yê girêdayî Duhok a Amediyê de hate kirin. Ev bombekirina zêde bi giştî hate pûçkirin lê belê yekîneyeke me ya gerîla ya ji 4 kesan pêk tê ku li ser peywira xwe bûn, di êrîşa van bombeyan de şehîd bûn.

 

Em 4 Gerîlayên xwe yên şehîd bûne, di serî de fermandarê xwe Bawer Xebat (Giyasettîn Gur) hevrê Firaz (Berzan Îmdat), Hêlîn (Megrîcan Atsiz) û Raperîn (Torîn Sevîşoglu) bi hurmet û minet bi  bîr tînin û sersaxiyê didine malbatên wan ên nirxdar.

 

Hevrê Bawer hê zû tevgera azadiyê nas dike, di salên zanîngehê de dest bi xebatan dike, di wê demê de ku li dijî Rêber Apo komploya navdweletî hate pêkanîn, zexmtkirin tevlî gerîla dibe û dibe xwedî helwesteke ku li dor Rêber Apo xwe dipêçe. Di pratîka têkoşînê ya 18 salan de weke milîtanekî fedaî û şervan hemû peywirên xwe bi berpirsyarî bi cih anîye, bi enerjiyeke zêde ji li Qadên Parastinê yên Medyayê, li Dêrsimê û metropolên Tirkiyê, li qadeke wiha berfireh li diî dijmin têkoşîn û şer birêxistin kiriye.

 

Hevrê Bawer ku bi helwesta xwe ya fedakar bûye kedkarê şoreşê, bi hilberandinê afirandina a herî baş û herî xweşik weke prensîbên sereke yên pîvana exlaqî û jiyana Apoyî ji xwe re weke esas daniye. Hevrê Bawer ku bi van taybetmendiyên xwe fermandarbûna pêşeng zexm kiriye û bi helwesta xwe ya milîtanî, bi rastiyên xwe yên îdeolojîk bûye mînaka herî xwerû ya jinê, dilnizmûn û derwêşbûnê.

 

Hevrê Bawer ku bi moralê ku qet jê kêm nedibû, bi coşî û kelecaniya xwe kêfxwşî dida dora xwe, hezkirina li Botan û Kurdistanê ku jê difûriya di dilê xwe de neqş dikir. Hevrê Bawer mîlatakî wiha mînak e ku Kurdistan û gelê Kurd çi qasî pê şanaz û serfiraz be wê her kêm e.

 

Hevrêyên me Raperîn, Hêlîn û Firaz jî bûne nûnerê herî bijarte ên milîtaniya fedayî ya Apoyû ku dilê wan bi evîna şoreşa Kurdistanê difûriye, xwe perwerde dikirin û xwe ji bo peywirên mezin amade dikirin.

 

Ew mînakên herî dilêr, herî xweşik ên Kurdistanê ne ku bi têkoşîna PKK’ê bûne û mezin bûne.

 

Di jiyana wan têkoşîna şoreşgerî de bûne xwedî wê azweriyê ku bi Rêber Apo yên diyarker û rêber e bibin hevrêyên rast.

 

Di serî de me sersaxiyê didine malbatên çar hevrêyên xwe û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku bi rihê fedayî yê tolhildêr em ê xwedî li armancên wan derkevin û bibin layiqî wan û her girêdayî wan bin."

 

Nasnameya herçar gerîlayên şehîd bûn, wiha ye:

 

Nasnav: Bawer Xebat

Nav û paşnav: Gıyasettin Gur

Cihê ji dayikbûnê : Colêmerg

Dayik û bav: Xane - Şeref

Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê

 

 

Nasnav: Firaz Amed

Nav û paşnav: Berzan Îmdat

Cihê ji dayikbûnê: Wan

Dayik û bav: Siddika - Aydîn

Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê

 

 

Nasnav: Helîn Xweza

Nav û paşnav: Megrîcan Atsiz

Cihê ji dayikbûnê: : Mêrdîn

Dayik û bav: : Remziye - Abdulhalîm

Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê

 

 

Nasnav: Raperîn Doga

Nav û paşnav: Torîn Şevîşoglu

Cihê ji dayikbûnê: : Şirnex

Dayik û bav: : Hanim - Serhat

Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin