Smiley face
sorani
Smiley face

Çemçemaliyan li dijî nebûna ceyranê xwepêşandan lidarxistin

2017-01-12 13:38:08
Welatiyên Çemçemalê ji ber nebûna ceyranê li ber navenda ceyranê xwepêşandanek li darxistin û derbasî nava avahiya navenda ceyranê bûn.


 

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

 Welatiyên Çemçemalê ji ber nebûna ceyranê li ber navenda ceyranê xwepêşandanek li darxistin û derbasî nava avahiya navenda  ceyranê bûn.

 

Îro welatiyên Çemçemal ji ber nebûna ceyranê, li ber navenda avahiya ceyranê ya Silêmanî ya li Çemçemalê dest bi xwepêşandanê kirin. Li hember vêya rêveberiya navenda ceyranê  jî got: “Em nikarin ceyranê kêm yan jî zêde bikin.”

 

Têkildarî  vê welatiyê bi navê Ako Eswed, ji ajansa mere axivî û diyar kir , ew wek nûnerên Bazyan, civaka Berdeqareman û Gople  li ber navenda ceyranê dest bi xwepêşandanê kirine û wiha pêde çû: “Em di xwazin rêjeya ceyranê zêde bikin. Li derdora me hemû bûne kargeh û projeyên stratejîk. Ji ber vêya kêm ceyranê didine me.”

 

Ako Eswed da diyar kirin ku eger berpirsên navendê guh nedin daxwaziyên wan, heta ew daxwazên xwe bi cih bînin, ewê xwepêşandanê berdewam bikin.

 

Her wiha Rêveberê Navenda Ceyrana Silêmanî li Çemçemal Aram Osman eşkere kir ku ew tenê di ber karên hilberîna ceyranê de berpirsyarin, însiyatîfa wan nîne ceyranê kêm yan jî zêde bikin.

 

Aram Osman wiha domand: “Em tenê ceyranê di hilberînin û rê dikin navenda belavkariya giştî a ceyrana Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê. Ji wir ceyran li ser Herêma Kurdistanê tê belav kirin.”

 

Di dawî de Aras Osman got: “Li vê navend tenê 8 torbînên ceyranê  hene. Lê ji ber nebûna sotemeniyê tenê 6 ji wan torbînan kar dikin û 2 jî rawestayine.”

 

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, nerazî çûne hindirê navenda ceyranê û heta amadekirina vê nûçeyê ji xwepêşandana welatiyan berdewam dikir.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin