Smiley face
sorani
Smiley face

Êzidiyên li Elmanya alîkarî ji Şengaliyan re şand

2017-01-12 11:19:43
Êzidiyên li Elmanya dijîn alîkarî ji bo gelê Şengalê şandin.  Alîkarî ji aliyê Mala Êzidiyan ya li herêma Lên ya Elmanya û meclîsa gundê taqa ve hatiye komkirin. Alîkarî ji aliyê şandeya Meclîsa Dîaspora ya Êzidiyan ve li Şengaliyan hate belavkirin.



 

 

ROJNEWS/ŞENGAL

 

Êzidiyên li Elmanya dijîn alîkarî ji bo gelê gelê Şengalê şandin.  Alîkarî ji aliyê Mala Êzidiyan ya li herêma Lên ya Elmanya û meclîsa gundê taqa ve hate komkirin. Alîkarî ji aliyê şandeya Meclîsa Dîaspora ya Êzidiyan ve li Şengaliyan hate belavkirin.

 

Bi hevkariya Meclîsa Avaker a Şengalê  şandeya Êzidiyên Dîasporayê alîkarî li kes û malbatên xizan yên Şengalê belavkir. Ji alîkarî ji Serdeştê heya bajarokê Xanasor û gûndê Borikê li bi sedan kes û malbatan hate belavkirin. Alîkarî li gorî rewşa malbatan hate belavkirin. Şandeyê alîkariya pereyan bi destê xwe li ser gel belav kir û da ragihandinê.  

 

Endamê şandeyê Nezîr got: “Helbet nexweşe em van alîkariyan li pêş kamereyan belav bikin. Lê, me xwest ku gelê me yê alîkarî şandine bizanin ku xêra wan cihê xwe girtiye û gihiştiye Şengaliyan.”

 

Endamê şandeya Meclîsa Êzidiyan ya Dîasporayê diyar kir ku, ji dema fermanê ve gelek caran gel alîkarî şandine lê, ji ber astengiyên li Herêma Kurdistanê derdixistin alîkarî ne gihiştiye destê gelê me yê li çiyayê Şengalê.

 

Endamê şandeyê her diyar kir ewê ji vêya şûnde hemû alîkariyan bi destê xwe bînin û radestê gelê Şengalê bikin.

 

Gel jî kêfxweşiya xwe ya ji vê alîkariyê anîn ziman û ji şandeyê xwastin ku ji vêya şûnde alîkariyan bixwe bînin Şengalê.

 

Hêjayî gotinê ye ku heya niha gelek caran alîkarî ji aliyê Rêxistinên Mafê Mirovan ve, ji aliyê gelê Kurd ve ji bo Şengalê hatiye şandin lê, asayişa PDK’ê rêgirî kiriye û nehiştiye alîkarî bigihije destê Şengaliyan ku di rewşeke zehf zehmet de jiyana xwe debar dikin. Ji lewma vê carê ji bo ev alîkarî li rastê astengiya asayişa PDK’ê neyê şandeyê alîkariya bi pere aniye û bidestê xwe li ser gel belav kiriye.

 

 

 

(bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin