Smiley face
sorani
Smiley face

‘Hikûmeta Herêmê di ber nebaşbûna rewşa xwendinê de berpirsyar e’

2017-01-12 10:59:28
Mamoste û xwendekaran gotin, vebûna dibistanan nayê wateya ku pirsgirêk çareser bûye û ew jî ji vê rewşê razîne.


 

 

CÎHAD HAWREMÎ/HELEBCE

 

Li hindek parêzgehên Başûrê Kurdistanê mamosteyên nerazî boykotê şikandin û dest bi dewamê kirin. Li hindek deverên parêzgeha Silêmanî, Helebce û navenda Germiyan û Raperînê hîna jî  hindek mamoste boykotê ne şikandine û naçin dibistanan.  

 

Xwendekar û mamosteyan derbarê rewşa boykotê de ji ajansa me re axivîn û ragihandin ku boykotê bandorekî neyînî li derûniya xwendekar û mamosteyan kiriye.

 

Xwendekar Banû Ehmed di vê derbarê de ji ajansa me re axivî û got:"Boykota mamosteyan bandorekî gelek xirab li ser pêvajoya xwendinê û dewamê kiriye. Vekirina deriyên dibistanan û vegera beşek ji mamosteyan vê rewşê naguhere. Zextekî zêde ya me li ser mamosteyan heye ji bo temamkirina waneyên ku sê meh sere derbas bûne û me ne xwendine. Beşek ji mamosteyan waneyên pirtûkan kurt kirine û gelek tişt jê avêtine. Ev ji zererê dide me xwendekaran ku em beşek ji wan waneyan fêr nabin."

 

 

Mamoste Benan Behadîn jî di derbarê boykotê de axivî û got; "Mamoste jib o bidestxistina mafê xwe dewamê boykotkirin. Bersiv ne dayîna Hikûmeta Herêmê ji xemsariya wan tê. Piştî çar me di ser boykotê re derbas bû beşeke mamosteyan dest bi dewamê kirin. Armanca wan jî parastina berjewendiyê xwendekaran û ev sal bê xwandin derbas nebe ye.”

 

Mamoste Benan Behadîn wiha pêde çû:"Vegera me ya ji bo dewamê nayê wê wateyê ku me dest ji daxwazên xwe berdaye. Ji ber me sê mehan bi çalakiyan hewara xwe ragihand. Em niha jî wan daxwazên xwe diparêzin û bi israrin. Lê, bersiv nedayîn û gûh nedayîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê rewşê avakir ku beşa perwerdê bi kêmûkûrtî dimeşe. Hîna jî deriyê hindek dibistanan ne hatine vekirin."

 

 

Mamosteyê nerazî bi navê Hûşyar Ehmed ku heya niha boykotê berdewam dike jî got: "Boykot, çalakiyekî sivîl e. Me xwast balê bikişînin ser ku kes û partî di oxira berjewendiyên xwede dikarin berjewendiyên gel binpê bikin. Bi êriş û cezayan jî hewldan boykotê bişikênin. Em dizanin ku boykot bandoreke neyînî li xwendinê dike lê, me mamosteyan tenê ji bo bidestxistina mafê xwe vê rêyê hilbijart.”

 

 

Di derbarê heman mijarê de Rêveberiya Dibistana Sazgarî ya Keçan Benaz Omer  jî wiha got: "Boykota mamosteyan bandorekî xirab li ser derûnî û mejiyê xwendekaran kiriye. Piştî sê meh li ser dema xwendinê re derbas bû dest bi dewamê kirin bûye sedema xemsarî û bêzariyê. Gelek mamoste ji ber berjewendiyên xwendekaran boykotê şikandin. Lê, ev jî bûye sedem ku erkên xwe bi başî bi cîh bînin.”  

 

 

Benaz Omer wiha pêde çû: "Ez di destpêkê de jî ne li gel boykotan bûm. Ji ber ku min temaşe dikir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê ti bersiveke erênî nede daxwazên me. Tenê zerer gihişt xwendina xwendekaran.”

 

Di  dawiya axaftina xwe de Rêvebera Dibistana Sazgerî ya Keçan Benaz Omer wiha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ber vê rewşa neyînî de berpirsyar e. Pêwîst bû herêma Kurdistanê girîngî bide rewşa perwerdê û daxwazên mamosteyan pêkanîba. Ji bo ev pirsgirêk di salên bê de jî dubare nebin divê mamosteyên nerazî xwedî helwesteke hevbeşbin. Yan di vê di berdewamkirina boykotan de  xwedî yek helwestê bin yanjî boykotê nekin daxwazên xwe bi şêweyên cûdatir bînin ziman.”



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin