Smiley face
sorani
Smiley face

'Nêçîrvan Barzanî tevlî civîna Mamosteyên Nerazî nabe'

2017-01-12 10:59:44
Endamê Meclîsa Mamosteyên Nerazî Adil Hesen ragihand ku wê îro li gel Desteya Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bibin û li gel Wezîrê Perwerdê Pîştîwan Sadiq civînekê lidarbixin û wiha got; "Ji me re hatiye gotin ku Nêçîrvan Barzanî beşdarî civînê nabe."


 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILEMANÎ

 

Piştî civîna Mamosteyên Nerazî ya bi Serokê Encûmeniya Rêveberiya PDK’ê yê Silêmaniyê Edhem Barzanî re wê Meclîsa Mamsoteyên Nerazî li bajarê Hewlêrê bi Desteya Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kom bibe û li gel Wezîrê Perwerdê Pîştîwan Sadiq civînekê lidarbixin.

 

 

Der barê civînê de Endamê Meclîsa Mamosteyên Nerazî Adil Hesen ji ajansa me re axivî û wiha got; "Civîn ji bo gihandina daxwazên mamosteyan ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye. Ji me re gotin tenê wê Wezîrê Perwerdê Pîştîwan Sadîq beşdarî civînê bibe. Lê belê ezmûnekî me li gel van civînan heye û gelek caran jî welatiyên din jî beşdar dibîn."

 

 Adil Hesen wiha jî got; "Encûmeniya Rêveberiya PDK'ê li Silêmaniyê ev civîn rêxistine lê belê em nizanin bi xwe wê beşdar bibin an ne. Eger daxwazên me neyên pêkanîn emê bêjin Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze daxwazên me were pêkanîn."

 

 

Di dawiya axaftina xwe de Endamê Meclîsa Mamsoteyên Nerazî Adil Hesen wiha got; "Daxwazên me heman daxwazên berê û heya piştî civînê encamek neyê bidestxistin daxwazên xwe em eşkere nakîn. Wiha diyare ku PDK ji xwepêşandanên li ber navendên wan ditirsin û em nizanin bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê çiye."

 

Hêjayî gotinê ye ku zêdetir sê mehin beşek ji mamosteyên bajarê Silêmaniyê boykota dewamê kirine û naçin dibistanan. Daxwazên mamsoteyan dayîna mûçe di demê xwe de û rakirina sistema paşxistina mûçe.

 

(np)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin