Smiley face
sorani
Smiley face

Piştî pêşmergeyên dêrîn, ciwanên Başûr wê biçin Qendîlê

2017-01-12 08:55:06
Ciwanên devera Raperin ragihandin ku sibê wê biçin Qendilê û daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin ku piştgiriya helwesta pêşmergeyên dêrîn bikin ku hefteya derbasbûyî çûbûn Qendîlê.


 

 

 

ELÎ QADİR/ RANYE

 

Li Başûrê Kurdistanê beriya demekê pêşmergeyên dêrîn yên Herêma Kurdistanê çûbûn Qendilê û pişgtiriya xwe ji bo hêzên gêrîla nîşandabûn. Ciwanên devera Raperin li baxçeyê giştî yên bajarokê Ranye ser bi Rêveberiya Raperînê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin ku wê sibê ji bo piştgirî bidin helwesta pêşmergeyên dêrîn wê biçin Qendilê.

 

Daxuyaniya Ciwanan wiha ye; "Em daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku dijî pîlanên dewleta dagirker a Tirk û hevkarên wê yên navxweyî, piştgiriya pêşmerge û gêrilayan bikin. Bi vê boneyê sibê saet 9:30'an de li bajarokê Kilkey Kolên ya Raperîn kom bibin û ber bi Qendilê ve emê rêbikevin."

 

Nûnerê Ciwanan Siyako Hisên axivî û wiha got; "Dijminên gelê Kurd ên dagirker dixwazin bi pîlan û dagirkeriyê gelê Kurd têkbibin. Bi  taybet dewleta Tirk ya dagirker dijî gelê me dinava pîlanan deye û niha jî dixwaze bi alîkariya çend aliyên Başûrê Kurdistanê êrîş bike ser gêrîla li Şengal, Qendîl û herêma Behdînanê."

 

Siyako Hisên wiha jî got; "Ji ber wê em li vir piştgiriya xwe ji bo gerîla dûbare dikin û radigihînin. Em amadene bi li beramberî hemû êrîş û pîlanên dijî gêrîla û gelê me were kirin rawestin."

 

 

Di dawiya axaftina xwe de Nûnerê Ciwanan Siyako Hisên wiha got; "Em pişgtiriya pêşmergeyên dêrîn giring dibînin û piştgiriya wan dikin. Her wiha ji bo şikestina van pîlanên dijminên dagirker daxwaz ji hemû ciwanan dikin bê deng nemînin û piştgiriya hêzên gêrîla bikin."

 

Hêjayî gotinê ye ku roja 6'ê Çileya 2017'an bi sedan pêşmergeyên dêrîn yên Herêma Kurdistanê çûbûn Qendîl û piştgiriya xwe ji bo hêzên gêrîla nîşan dabûn.

 

(np)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin