Smiley face
sorani
Smiley face

Civîna YNK  û PDK'ê bi dawî bû

2017-01-11 15:53:34
Civîna PDK û YNK'ê ya li Pirmana Hewlêrê  ku îro destpêkirîbû bi dawî hat û her dû aliyan daxuyaniyekî hevbeş ya nivîskî  belavkir.


 

 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro di saet 11:00'an de li Polîtburoya PDK'ê ya li Pirmana Hewlêrê, PDK û YNK kom bûn û di seat 13:30'an de civîna wan bi dawî bû. Piştî dawî hatina civînê her dû Polîtburoyên PDK'ê û YNK'ê daxuyaniyekî hevbeş ya nivîskî belavkir.

 

Di daxayaniya nivîskî ya  hevbeş de wiha tê gotin; "Îro her dû Polîtburoyên PDK'ê û YNK'ê li bajarê Hewlêrê kom bûn û li ser van mijaran guftûgo û nîqaş kirin."

 

- Peywendiyên dinavbera her dû aliyan de zêdetir were nîqaş kirin û giringî pê were dayîn û guncawkirina peywendiyan bi erkekî şert û mercên nû. Bi taybet der barê desthilatdarî û peywendiyên Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal, welatên navçeyê û cîhanê de, di asta gûhertînên bi lezgin û zêdetir di vê qoanxê de be û li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê be.

 

-Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên hêzên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê û rêzgirtin li gorî yasa û destwerdana ji bo karûbarên hevdû.

 

-Çareserkirina krîza darayî ji bo gelê Herêma Kurdistanê û bi taybet mûçexwaran. Ji bo wê her dû alî bihevre alîkar bin ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistan û saziyên peywendidar. Her wiha ji bo dîtina rêyên çareseriyê ji bo dabeşkirina mûçe ji bo mûçexwaran, giringî dayîna petrol û gazê ji bo bi awayekî zelal zêdetir û pêwîstî  were dabeşkirin.

 

- Danîna rê û rêbazên guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Herêma Kurdistanê û li pêşiya hemûyan aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê.

 

-Danîna komîsyonekî hevbeş ku nûnerên aliyên siyasî yên Kurdistan û pêkhateyên netewî bigre nava xwe. Bi armanca guftûgo kirina li gel Hikûmeta Iraqê û her aliyên peywendîdar ji bo yekalî kirina pirsên navçeyên madeya 140 pêşerojek were diyarkirin,  piştre referandum û serxwebûna Kurdistanê.

 

-Ji bo di demek zû de gihiştina li hevkirinekê ku bikaribîn bingehê pirsgirêkan bi rêyekî gûncaw çareser bikin, wê civînên di navbera her dû aliyan de berdewam be.

 

-Civînên dinavbera her dû aliyan de wê berdewam bin, ji bo ku bi zû bigehin lihevkirinekê ji bo bikarin bingehê pirsgirêkan çareseriyekî guncaw danîn."

 

Şanda YNK’ê ya civînê ji  Cîgirê Yekem yê Sekreterê YNK'ê Kûsret Resûl Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û Endamên Polîtburoyê ya YNK'ê Hakim Qadir, Omer Fetah, Rizgar Elî û Sedî Ehmed Pîre, Erselan Bayiz û Şêx Cafer pêktê.

 

Her wiha şanda PDK’ê jî ji Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Berpirsê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî,  û Endamên Polîtburoya PDK'ê Azad Berwarî, Ezedîn Berwarî, Mehmûd Mihemed  Roj Nûrî Şaweys , Kake Emîn Necar, Dilşad Şebah û Hûşyar Zêbarî pêktê.

 

(np)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin