Smiley face
sorani
Smiley face

'Kongreya netewî zemînê bi destxistina piştgiriya navnetewî ye'

2017-01-11 15:40:50
Eniya Demokrasiya a Gel daxuyakirin ku  ew bangawaziya  KCK’ê  girîng dibînin û ji bo pêşxistina doza Kurd dibe çavkaniyek û got: “Bê guman kongreya netewî dibe zemînek ji bo bidestxistina  piştgiriya navnetewî.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Piştî bangawaziya Kongreya Civakên kurdistanê (KCK)’ê di 8’ê Kanûna 2016’an de ya ji bo kongreya netewî,  gelek aliyên siyasî û rêxistinan piştgiriya xwe dan diyar kirin. Îro ji Eniya Demokrasiya ya Gel wek bersivdayin, nameyek ji Hevserokatiya KCK’ê re şand.

 

Eniya Demokrasiya Gel di nameya xwe de ragihand ku  niha ji bo çareseriyê şert û mercên gûncaw  derketiye, lê di heman demê de  metirsiyek mezin ya paşxistin û ji dest dana van derfetan li holêye.

 

Her wiha Eniya Demokratik a Gel got: “Rastiya parçebûna  hêzên siyasiyên Kurdistanê, ne amadebûna  bi hevre rûniştin, têkdana stratejiya netewî ya hemû parçeyên Kurdistanê û nedayina pêwîstiyên netewî yên hevbeş sedemên serekîne ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn van derfetane ji dest bide.”

 

Nameya Eniya Demokrasiya Gel wiha dewam dike: “Kongreya Netewî ya Kurdistanê dikare ji bo komkirina hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê bibe amrazek bi hêz. Li gorî wê di wê çarçoveyê de pêşî li hemû hewldanên parçekirinê jî bên girtin.”

 

Eniya Demokrasiya Gel got: “Em hebûna stratejiya netewî ya giştî li gel stratejiya herêmî, ji bo her parçeyek Kurdistanê, wekî ya tevgera rizgarîxwazî girîng dibînin. Xebatek bi vî awayî ji bo çareserkirina nakokiyên ku parçeyên Kurdistanê rû bide, dikare bibe amrazek bi bandor. Bi vî awayi dibe xwedî rolek ku hewla damezrandina yekgirtina aliyan bide û doza Kurd pêş bixe. Her wiha di dema serhildanê de ji bo hêzên siyasi yên Kurdistanê dibe amrazek çareseriyê.”

 

Eniya Demokrasiya Gel di nameyê de ev gotin kir: “Kongreya netewî  ne tenê avakirin û pêşxistina hêza Kurd  ber bi serkeftinê ve dibe. Di heman demê de ji bo piştgiriya navnetewî ji dibe zemînek. Di vê ev ji bê zanin ku  li ser asta cihan û herêmê gelê Kurd wek yek parçe tê dîtin. Her serkeftin û binketinek a gelê Kurd li her parçeyek Kurdistanê, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê tê dîtin.

 

Eniya Demokrasiya a Gel bi van gotinan dawî li nameya xwe anî: “Di roja îro de ger astengî ji bo pêkhatina kongreya neteweyî neyên kirin, em pêşniyar dikin ku hêzên serekî yên tevgera Kurd li gel hev rûnin. Bi hev re ji bo pêkhatina îradeyek hevbeş û derbaskirina vê rewşa xerab a niha heyî, guftûgo bikin. Bi vî awayî bigehin şert û mercên destdayî yên ji bo pêkhatina kongreya neteweyî."

 

(rk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin