Smiley face
sorani
Smiley face

Pêngava Xezeba Firatê: Baskên Eyn Îsa û Qadiriye gihîştin hev

2017-01-11 15:03:14
Pêngava Xezeba Firatê derbasî qonaxeke nû bû. Baskên Eyn Îsa û Qadiriye, ku di qonaxa duyemîn de ketin nava tevgerê, li gundê Kermanco gihîştin hev.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên ji Qadiriye bi rê ketin, gundê Kermanco rizgar kirin.

 

Hêzên ji Eyn Îsa jî ketin nava tevgerê, piştî ku êrîşên li gundê Cebil Şêîr têk birin, ji sê baskan ve berê xwe dan heman xetê û gundê Huvecê rizgar kirin.

 

Baskê ji Eyn Îsa û baskê ji Qadiriye bi rê ketin, saet di 13:05 de li gundê Kermanco gihîştin hev.

 

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê her bi pêş ve diçin.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin