Smiley face
sorani
Smiley face

Parlementerên çar partiyan astengkirina ketina parlementeran a Hewlêrê şermezar kirin

2017-01-11 14:49:27
Tevgera Goran, Yekgirtû, Komele û Bizutnaweya Îslamî astengkirina ketina Hewlêrê ya parlementer Soran Omer û Elî Heme Salih bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş şermezarkirin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro 4 komên partiyên siyasî yên Parlementoya Herêma Kurdistanê li dijî rêgiriya asayişa ser bi PDK’ê ku nehiştin 2 parlementerên ser bi Goran û Komele Îslamî ya Kurdistanê bikevin Hewlêrê daxuyaniyekê çapemeniyê dan.

 

Daxuyanî wiha ye: “Mixabin şeva derbasbuyî li nûqteya kontrolê ya Pirdê ya ketina Hewlêrê, rêgirî li 2 parlementerên Kurdistanê hate kirin. Berê niha jî di 12’ê Cotmeha 2015’an de bi fermana PDK’ê rê li serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî hatibû girtin. Di heman nûqteya asayîşê de ku hîn birîna berê ne hatibû girtin, birînek din vebû û rêgirî li parlementerên din yên partiyên siyasî hate kirin. Bi van kiryaran bêrêziyê li 2 parlementerên Kurdistanê yên Tevgera Goran û Komeleya Îslamî hatiye kirin. Ev bêrûmetiyeke li hemberî gelê Kurd e.”

 

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Em jî weke komên partiyên siyasî di nava parlementoya Herêma Kurdistanê de bi tundî van kiryarane şermezar dikin. Ev kiryar tam jî li rastê demeke wisa tê ku di aliyekê de partiyên siyasî dest bi rûniştinan dikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên xebatê dikin. Lê, di aliyek din de jî bûyerên wisa li herêma Kurdistanê di qewimin.”

 

Daxuyaniya partiyan wiha bi dawî dibe: “Endamên parlementoyê xwedî mafên qanûnîne. Mafê wan yê parêzbendiyê heye. Ji lewma nabe bivê şêweyê nêzîkatî li gel wan were kirin. Ji ber vêya ji aliyên  pêwendîdar daxwaz dikin ku daxuyaniyekê bidin û lêborîn ji her 2 parlementeran bixwazin. Divê careke din buyerên wiha dûbare nebin.”

 

(mk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin