Smiley face
sorani
Smiley face

Sakîne, Fîdan û Leyla li Wargeha Mexmûrê hatin bibîranîn

2017-01-11 14:35:44
Her sê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatîn qetilkirin li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatin bibîranîn.


 

 

 

 

MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Her roja Çarşemê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî walatî kom merasîma bîranîna şehîdan li dar dixin. Îro jî jinên Kurd yên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Paytexta Fransayê Parîsê hatîn qetilkirin di 4. salvegera  qetilkirina xwe de hatin bibîranîn.  

 

Biranîn bi tevlîbûna sedan kesan bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin destpê kir. Di biranînê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Şîlan Rojînda axivî û got: “Em di destpêkê de hevala Sakîne, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev komkujî, ne komkujiyek  ji rêzê bû.  Xwestin bi qetilkirina Sara û hevalên wê vîna gelê Kurd bişkînin û ziyanê bidin Tevgera Azadiya Kurdistanê. Di heman demê de di pêvajoya hevdîtinan de ev komkujî pêk hat. Dema Rêber Apo di hevdîtinê de bû ev komkujî pêk hat û xwestin vê  peyamek bidin Rêber Apo ‘yan hûnê li gor me tevbigerin, yan jî wê dawiya we wisa be’, lê Rêber Apo ev komplo jî ferq kir û teslîmî wan nebû.”

 

Di berdewam axaftina xwede Şîlan Rojînda bal kişand liser berxwedaniya Sakineyan û wiha berdewam kir: “Îro şerê sakineyan bûye şerê gelê Kurd, berxwedana Sakineyan bûye berxwedana gelê Kurd. Hevala Sakîne riya tekoşînê, riya berxwedanê nîşanî me da. Emê  wekî wê hertim di nav jiyanê de, di nava şer de bin. Emê ji bo azadiya xwe hertim tekoşîn bikin û şer bikin.”

 

‘Divê herkes Xeta Sarayan ji xwe re mînak bigire’

 

Şîlan Rojînda herî dawî bang li gelê Kurd û hemû gelê bindestan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez li vir bang li jinên Kurd û hemû gelê Kurdistanê dikim  ku xeta Sarayan ji bo xwe mînak bigirin. Ji ber ku xeta Şehîd Sara xeta azadiyê ye. Divê em bi hevre wekî şehîd Sara berxwedanê bilind bikin û bi hev re rojên azad diyarî  wê bikin.”

 

Piştî axaftina Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Şîlan Rojînda liser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Mamoste Sofî jî Sakîne Cansi, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û helbesta li ser komkujîya Parîsê nivisî xwend.

 

Merasima bîranînê bi dirûşmeyên, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. 

 

 

 

 

(at)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin