Smiley face
sorani
Smiley face

Li Helebce Mamosteyên Nerazî xwepêşandanek lidarxistin

2017-01-11 14:25:01
Mamosteyên Nerazî yên Helebce li ber navenda Perwerdeya Helebce xwepêşandanekî lidarxistin. Nûnerê Mamosteyên Nerazî Herdî Hadî ragihand ku ji bo red kirina zext û êrîşên li ser mamosteyan xwepêşandan kirine û wiha got; "Wê boykota me berdewam bike." 


 

 

 

CÎHAD HAWREMÎ/ HELEBCE

 

Îro hejmarek Mamosteyên Nerazî  yên bajarê Helebce li ber Navenda Perwerdeya Helebce li dijî xezt û êrîşên li ser Mamosteyên Nerazî xwepêşandanek lidarxistin. Nûnerê Mamosteyên Nerazî Herdî Hadî diyarkir ku wê boykota wan berdewam be.

 

Der barê xwepêşandana Mamosteyên Nerazî de, Nûnerê Mamosteyên Nerazî Herdî Hadî ji ajansa me re axivî û wiha got; "Ji aliyê  hinek Berpirsên Navenda Perwerdeya Helebce ve ji bo dewamkirinê  êrîş û zext li ser mamosteyan heye. Em wek Desteya Parastina Mafê Mamosteyên Nerazî  ji bo pêşî li girtina van zext û êrîşan hatine li ber Navenda Berpirsyartiya Perwerdeya Helebce me xwepêşandan lidarxist."

 

 

Herdî Hadî wiha jî got; "Bi ti şêweyekî bi rêya  telefonkirina hinek berpirsên perwerdê  em amade nabîn boykotan bişkênin û carek din bizivirin dibistanan, emê her berdewam bin li ser nêrînên xwe yên nerazî. Eger ev êrîş û zext berdewam bikin, emê di pêşerojê de helwestek din nîşan bidin û vê yekê bi eşkere ji wan re radigihînin."

 

Her wiha yek ji Berpirsên Perwerdeya Helebce Dilêr Mehmûd daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got; "Karê destpêkê yê berpirsên perwerdê tenê pira dinavbera mamoste û rêveberên perwerdê deye. Ne wek ceza dan û zext li ser mamosteyan bikin ji bo zivirandina wan ya ji bo dibistanan. Em ji van gotinên ku berpirsek yê  perwerdeyê red dikin ku bi telefonkirinê daxwaz ji  mamosteyan kirîne ji bo zivirandina dibistanan."

 

 

Di dawiya axaftina xwe de Dilêr Mehmûd wiha got; "Em bi hemû şêweyî piştgiriya daxwazên rewa yên Mamosteyên Nerazî dikin. Heya niha ne me mamosteyan ceza kiriye û ne jî bi telefonê êrîşî wan kiriye ku boykotê bişkênin. eger ku hewldanên boykot bê xistina bin berjewendiyê tak û şexsî de, emê vê qebûl nekin û helwestên cûda nîşan bidin."

 

Hêjayî gotinê ye ku Momosteyên Nerazî dijî sistema paşxistina mûçe û dayîna nîv mûçe xwepêşandan dikin û daxwaza mafên xwe dikin.

 

(np)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin