Smiley face
sorani
Smiley face

Şengal du şehîdên xwe oxir kir

2017-01-11 13:25:36
Du şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ)’ê, Ferhat Şêx ( Heto Xıdır Hemo Elyas) û Herekol Bestan (Mustafa Yağan)  li çiyayê Şengalê bi merasimekê ber bi bêdawîtiyê ve hatin oxirkirin.


 


 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengal’ê Ferhat Şêxê ku ev nêzî salek bû di nava YBŞ’ê de bû  û Şervanê YBŞ’ê Herekol Bestan, yê  li hemberî êşên ku gelê Êzidî dijîn bê deng nema û berê xwe da çiyayê Şengalê. Herdu şervan di dema pêkanîna erkên xwe de pêl mayîna çeteyan kirin û jiyana xwe ji dest dan.

 

Ji YBŞ’ê banga têkoşîna hevbeş û fermandariya hevbeş a Êzidiyan

 

Ji bo Şervanên YBŞ’ê Ferhat Şêxê û Herekol Bestan li çiyayê Şengalê merasîmek hat lidarxistin.  Di merasimê de  gelek hêzên cuda yên Êzidiyan amade bûn û peyamên girîng dan. Şengalî gotin: “Xeyalê şehîdên me ew bû ku gelê Êzidî xeteke hevbeş a têkoşînê çêbikin, tifaq û yekîtiya xwe saz bikin.Şehîd ji me jinûve avakirina Êzîdxanê dixwazin. Em jî weke Hêzên Berxwedana Şengalê ji bo pêkanîna xeyalên şehîdên xwe banga, çêkirina fermandariyeke hevbeş a Êzidiyan li hemû hêzên Êzidî dikin.”

 

‘Şehîdên me ji bo Azadiya me canê xwe feda kirin’

 

Di merasimê de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ)’ê Zerdeşt Şengalî  diyar kir ku ji bo ew, xeyal û armancên hevrêyên xwe pêk bînin dê heta dawiyê têbikoşin û got:  “Hevalno em îro şehîdên xwe, qehremanên xwe bi rê dixin. Şehîd Herekol Bestan ji bajarê Sêrtê yê  Bakurê Kurdistanê û şehîd Ferhat jî ji gundê Sîba yê Şengalê tevlî têkoşîna azadiya Êzdîxanê bûne. Rêhevalên me li gundê Medîbanê di encama teqîna mayînekê de gihiştin şehadetê. Em di despêkê de ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Em weke keç û xortên Êzîdxanê, weke şervanên Êzîdxanê ji bo bicihanîna xeyalên wan soz didin ku heta dawiyê di rêya wan de bimeşin. Ji ber şehîdên me ji bo azadiya me canê xwe feda kirin.”

 

 

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî  di berdewamiya axaftina xwede wiha got: “Şehîd Herekol qêrîna gelê Şengalê bihîst û ji Sêrtê berê xwe da çiyayên pîroz yên Şengalê.  Şerhîd Herekol di pêngava ‘tolhildana jinên Êzidî’ û ‘Medîbanê’ de bi wêrekiyeke mezin tevlîbû û  bi fedekarî rolê xwe leyîst. Şehîd Herekol, her dem di refên pêş yên berxwedanê de cihê xwe girt. “

 

Fermandarê YBŞ’ê her wiha behsa kesayeta hevrêyê xwe Ferhad Şêxê jî dike û dibêje:”Heval Ferhat  ji malbetek welatparêz bû. Ev salek bu di nava refên YBŞ’ê de bû. Wî, di gelek pêngavan de cih girt û mil bi milê hevalên xwe li berxwe da. Ev hevalên me cihê xwe di nava erkê parastina Êzîdxana pîroz de girtin. Ji bo parastina Êzîdxanê cihê xwe di refên herî pêş yên berxwedanê de girtin. Herdu heval bun pêşengên berxwedan û têkoşîna me.”

 

Bavê Ferhad Şêx : Serê min bi kûrê min bilinde

 

 

Bavê şervanê YBŞ’ê Ferhat Şêx, Hemo Elyas Xelef jî di merasim’ê de axivî û diyar kir ku kesên ji bo azadiya gelê xwe û axa xwe  jiyana xwe ji dest didin, nemirin û wiha got: “Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim û spasiya wan dikim.  Kurê  min ji bo rûmet û şerefê şehîd bû. Serê min bilinde û ez kêfxweşim. Şehîd Ferhat nemire. Ji bo bihêzbûna gelê Êzidî ez bang  li hemû Êzidiyan dikim ku bixebitin û li ber xwe bidin. Divê em berpirsyariyên xwe bicîh bînin. Ancax em ji bo xwe bixebitin û ked bidin.”

 

 

Pîştî axaftinanan Cenazeyê Şervanên YBŞ’ê Ferhat Şex û Herekol Bestan li çiyayê Şengalê bi dirûşmeyan hat definkirin. 

 

(at/bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin