Smiley face
sorani
Smiley face

Şîrketek Tirkî li Hewlêr pereyê karkeran nade

2017-01-11 12:44:35
Ji ber şirketa Gaba ya Tirkiyê li bajarokê Xebat ku  navenda ceyranê çêdike, pereyên karkeran nade, karkeran ji dest bi xwepêşandanê kirin.


 

 

HANA AZAD/ HEWLÊR

 

Ji ber şîrketa ceyranê ya binavê Gaba ya Tirkiyê ku li bajarokê Xebat ê girêdayî Hewlêre pereyê karkerên xwe nade, karkeran dest bi xwepêşandanê kirin. Têkildarê mijarê karmendê bi navê  Ehmed Şewqî ji ajansa me re ragihand  ku şirketa Gaba ya Tirkiyê ye û ev çend sale li bajarokê Xebat kardike û got ku karkerên wê şirketê ji gelê herêmêne, lê ev demek dirêje pereyê  wan karmend û karkeran nedaye.

 

Her wiha Ehmed Şewqî got: “Hejmara karkerên ku di vê şirketê de kar dikin nizîkî 60 kesin. Li gorî li hevkirina karkeran li gel şirketê, nivê pereyê karkeran daye û ew nivê din nade.”

 

Ehmed Şewqî da zanin ku wan biryar daye heta ew pereyên xwe werdigrin, ewê xwepaşandanên xwe berdewam bikin.

 

Li gorî agahiyên hatî bi dest xistin, pereyên wan karkeran yên ku li gel şirketê, nizîkî 2 milyon dolare.

 

(rk)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin