Smiley face
sorani
Smiley face

'Ji bo dawî lêhatina tundiya dijî jinan pêwîstî bi şoreşekî mezin heye'

2017-01-11 11:33:02
 Civaknas Azad Celal ragihand ku ji bo dawî li tûndûtîjiya dijî jinan were, pêwîstî bi şoreşekî mezin û radîkal heye. Parlamneter Bihar Ebdulrehman jî wiha got; " Pêwîste her dû rêgez bi hevre alîkariya hev bikin û rê li tûndûtîjiyê bigrin."


 

 

 

DANÊR QEREDAXÎ/ ROJNEWS

 

Li Başûrê Kurdistanê li cihê ku tûndûtîjiya dijî jinan kêm bibe her roja diçe zêdetir dibe û şêwazên tûndûtîjiyê  tên gûhertin.  Têkildarî zêdebûna tûndûtîjiya dijî jinan parlamenter û çend kesayên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

 

Mamoste Kamûran Mele Mihemed wiha got; "Pirsgirêka me ya serekî, pirsgirêka ku dîtina jinê weke kesa duyeme. Di demekê deye ku jin jî weke zilam xwedî hest, soz û nêrînên xweye. Pêwîste zîlam vê bizane."

 

'Jin ne lewazin, nêrînên me zilaman  beramberî jinan lewazin'

 

Kamûran Mele Mihemed wiha jî got; "Di civakên modern de bi heman şêweyî tûndûtîjî li beramber jinan tê kirin. Lê belê şêwaz û cûrên tûndûtîjiyê hatine guhertin. Di civakên modern de nabêjin jin ne mirove, lê bi guman dibêjin jin."

 

 

Di dawiya axaftina xwe de Mamoste Kamûran Mele Mihemed wiha got; "Li rexmê van hemû kiryarên beramberî jinê tên kirin jinan diyarkirin ku ev qonax derbas kirine. Ev ji tê wê wateyê ku jin ne lewazin, nêrînên me zilaman beramerî jinê lewazin."

 

'Civak hemû bûye qurbanî'

 

Li gorî nêrînên civaknas Azad Celal, di nava civaka Kurdî de tenê tûndûtîjî dijî jinan nayê kirin, dibe ku dijî her dû cinsan jî têkirin û peywendiya xwe bi sosyolojiya  civakê re heye û got; "Em hemû bûne qurbanî."

 

 

Azad Celal wiha jî got; "Civaka me baştire ji civaka Ereb û pêngavên tên avêtin berbi pêş ve diçin. Ji bo ku pêngavan baştir bên kirin, pêwîstiya me bi şoreşekî mezin û gelek radîkal heye. Pêwîste ew nêrîn û formên heyî gûhertin li ser wan were kirin û hizrê kesan were gûhertin."

 

'Pêwîste her dû rêgez bi hevre alîkariya hev bikin û rê li tûndûtîjiyê bigrin.'

 

Her wiha Parlamentera Lîjneya Karûbarên Civaka Sivîl li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bihar Ebdulrahman wiha got; "Tûndûtîjî xwedî dîrokekî dûdirêje. Ji bo tûndûtijî were kêmkirin pêwîstî bi dem heye."

 

 

 

Bihar Ebdulrehman wiha jî got; "Li hemû cihên cihanê jin rastî tûndûtîjiyên cûda tên. Tûndûtîjî her tûndûtîjiye û pêwîste em  li beramber vê tekoşinê bidîn. Pêwîste her dû cins bi hevre alîkariya hev bikin û rê li tûndûtîjiyê bigrin."

 

Parêzer û Çalakvana Mafê Jinan Tanya Tahir wiha got; "Beşek ji tûndûtîjiya dijî jinan hatiye gûhertin ji bo tûndûtîjiya siyasî berdewam li Başûrê Kurdistan beramberî jinan tê bikaranîn. Nebûna îradeyek û bê hêvî mayina berpirsên siyasî yên Kurd li beramberî pirsa jin û xebatên jinan de."

 

 

'Jin ji tirsa cûdabûnê, têkçûna jiyanê û perîşanbûna zarokan de bê deng dimînin'

 

Tanya Tahir wiha axaftina xwe berdewam kir; "Em dixwazin pirsgirêka  jin bi civakê bidin naskirin. Lê belê ji bîra me çûye ku pêwîste zilam pêşiyê bê amade kirin."

 

Der barê wan dosyayên ku gelek diçin dadgehan Parêzera bi navê Evîn Ebdulrehman Sofî wiha axivî; "Ew dosyayên tên cem me, gelek ji wan jin ji tirsa cûdabûnê û têkçûyîna jiyan û perîşandabûna zarokên xwe bêdeng dimînin li berambertî tûndûtîjiyê.  Her wiha jin dîsan rêyek din hildibijêrê beramberî zilam û hinek caran jiber ne aramiya malbatê jin dibe qûrbanî."

 

 

Hêjayî gotinê ye ku ev bûyerên tûndûtîyê diji jinan si sala derbasbûyî û serê sala nû li Başûrê Kurdistanê çêbûne. Li bajarê Silêmaniyê jina bi nave Helawe ji aliyê hevjînê xwe ve bi îşkence û şikandina perasiyên wê zêdetirî meheke li nexweşxanêye û bê hişe. Her wiha şewitandina Servîn Nobedar li navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ji aliyê bavê wê ve û rê nehat dayîn ku kesek kar li ser vê dosyayê bike û rastiya vê bûyerê lêkolin bike.

 

Her wiha di roja 2'ê Çileya 2017'an de li bajarê Kerkûkê zilamekê hevjîna xwe kuşt û îda jî dike ku hevjîna wî ji aliyê çend kesên bi maskeve hatiye kuştin. Di roja 9'ê Çileya 2017'an de li bajarokê Dîbega ya ser bi bajarê Hewlêrê ve zilamekê hevjîna xwe bi şîş û daran kuşt.

 

(np)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin