NAVENDA NÛÇEYAN
TAK'ê, bi rêya malpera xwe ya fermî ragihand, çalakiya 5'ê Çileyê ya li Îzmîrê li dijî hêzên Tirk hat kirin, ji aliyê tîma wan a 'Tîma Tolhildanê ya Åžehîd Çekdar' ve hatiye kirin.
Di daxuyaniya Teyrê Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) de hat gotin, "Çalakiya bi lehengî ya li ber Edliyeya Îzmîrê, ku di 5'ê Çileya 2017'an de hat lidarxistin, em weke Teyrê Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) li xwe digirin. Çalakî ji aliyê tîma me ya Tolhildanê ya Åžehîd Çekdar ve hatiye kirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, di çalakiyê de 2 milîtanên TAK'ê jiyana xwe ji dest dane.
Daxuyaniya TAK'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Ji ber ku li yek ji bajarên aram, ewle, tûrîzm û bazirganiyê li Îzmîrê jî derb xwar, mêtîngeriya TC û rêveberiya AKP'ê ya faÅŸîst ku li pêÅŸberî çalakiyên me li ber ÅŸikestinê ne, bi rêya ÅŸerê taybet ê psîkolojîk hewl dide birînên bi çalakiyên me vebûne, binixumînin. Lê ev hewldanên wan bêkêr in. Divê êdî raya giÅŸtî û gelê me zanibe, sîstema faÅŸîst a li erdê rast bûye û medyaya wê, hewl didin derba giran, bi dehan miriyên xwe û travmaya dijî veÅŸêrin.
Hevrêyên me ZerdeÅŸt û Pîrdogan, ku rastiya qirkirinê ya li Kurdistanê hêrseke gelekî mezin xist dilê wan, ji bo derba têkbirinê li dijminê mêtînger ê faÅŸîst bixin qet teredût nekirin, bi cesareteke mezin bi ser dijmin ve çûn, piÅŸtî ku wesayîta bombebarkirî teqandin, bi lehengî heta dawiyê ÅŸer kirin û ÅŸehîd bûn.
Weke hevrêyên van ewladên leheng ên Kurdistanê; yên bajarên me bi tank, top, helîkopter û balafiran xera kirin, malên me bi dozer û tankan hilweÅŸandin, mirovên bi rûmet ê gelê Kurd di nava zivistanê de tevî zarok, jin extiyar ji cih û warên wan derxistin, mirovên berxwedêr bêpirs dan ber guleyan, cenaze bi hefteyan li naverastê hiÅŸtin, li piÅŸt wesayîtên zirxî girê dan û bi erdê re kiÅŸandin, benzîn bi ser birîndaran ve kirin û ew ÅŸewitandin, li ku dibin bila bibin em ê jiyanê li wan biherimînin, bibin felaket û kabûsa wan.
Ti saziyeke mêtîngeriyê ji bo me ne rewa ye. Hemû saziyên faÅŸîst ên TC'ê, ku îÅŸkenceyê li gelê me dikin, mafên gelê me desteser dikin û biçûk dixînin, wê rojekê para xwe ji êrîÅŸên me bigirin. Û divê were zanîn, çekên hevrê ZerdeÅŸt û Pîrdogan ên li kolanên Îzmîrê ketin, wê ji aliyê ÅŸervanên fedayî yên TAK'ê ve bên rakirin û di çalakiyên me yên tolhildanê de devê tivingên wan heta bihele wê biteqin!”
Nasnameyên milîtanên TAK'ê yên jiyana xwe ji dest dane:
Nasnav: ZerdeÅŸt Rustem Erdal
Nav paÅŸnav: Mûstafa Çoban
Dem û cihê ji dayikbûnê: 10.04.1987 / MereÅŸ - Elbîstan
Dayik: Medîne
Bav: Alî
Dem û cihê ÅŸehadetê: 5'ê Çileya 2017 / Îzmîr
Nasnav: Pîrdogan Ararat
Nav paÅŸnav: Enes Yildirim
Dem û cihê ji dayikbûnê: 08.09.1991 / Agirî - Patnos
Dayik: Naîde
Bav: Åžefket
Dem û cihê ÅŸehadetê: 5'ê Çileya 2017 / Îzmîr
TAK'ê ji bo bîranîna milîtanên xwe yên jiyana xwe ji dest dan ev nirxandin kir:
Hevrêyê me Pîrdogan Ararat, di 08.09.1999'ê de li navçeya Patnos a Agiriyê ji dayik bû. Hê di emrê zarokatiya wî de malbatê koçî metropolên Tirkiyeyê kir û di nava rastiyeke bi vî rengî de mezin bû. Di sala 2013'an de bi gotina wî 'Bi qirkirinên li Kurdistanê re tinehesibandina hebûn û nirxên gelê Kurd, ya herî girîng jî mirina bêrûmet mîna koleyekî li dûrî nirxên xwe, ne ya qebûlkirinê ye" tevlî nava refên me bû. Hevrê Pîrdogan bi dilnizmî û welatparêziya xwe ya xurt dihat naskirin. Hevrêyê me Pîrdogan Ararat bi van gotinan, dilsoziya xwe ya bi gelê Kurdistanê û têkoÅŸîna azadiyê nîÅŸan dida: "(...) EÅŸkere ye êrîÅŸ, komkujî û planên kolekirinê ji bo talankirina Kurdistanê û gelê Kurd e, di heman demê de ji bo tarîkirina nirxên me yên jiyanî û azadiya me ya îradî ye. Li her devera cîhanê û di her serdema dîrokî de mafê herî xwezayî yê miletî ye ku li ser axa xwe bi ziman, al, çand, ol û hemû nirxên xwe bijîn û van hemûyan biparêzin. Ji bo jiyana bi rengekî azad bi nirxên xwe, we ti carî ji fedairina canê xwe û ewladên xwe, xwe venegirtin. Sekna we ya bi biryar û mezinahiya baweriya we ya ji agirê azadiyê, sekna gelekî welatparêz û bi rûmet e.
Hevrê Pîrdogan di jiyana xwe ya têkoÅŸînê de tevlîbûneke bi pîvan, pak û kedkarî esas girtiye û hemû wezîfeyên xwe bi ser xistiye. Herî dawî tevî hevrê ZerdeÅŸt, di 5'ê Çileya 207'an de, li Îzmîrê di çalakiya tolhildanê de het dawiyê ÅŸer kir û ÅŸehîd bû."
(Çavkanî ANF)