Smiley face
sorani
Smiley face

Meclîsa Tirkiyê teklîfa guhertina xalên qanûna bingehîn guftûgo dike

2017-01-11 11:17:47
Meclîsa Tirkiyê dest bi guftûgo û dengdanên ji bo guhertina qanûna bingehîn a pergala Serokkomariya Partiyî li pêş dibîne kir. Duh du xalên destpêkê ji aliyê meclîsê ve hate erêkirin. 



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN
 

 Teklîfa guhertina qanûna bingehîn a pergala Serokkomariya Partiyî li pêş dibîne bi îmzeya 316 parlamenterên AKP’ê pêşkêşê serokatiya Meclîsa Mezin a Netewa Tirk (TBMM) hatekirin. Duh xal bi xal hate nîqaşkirin. Di nîqaşên destpêkê yên derbarê xalan de du xalên destpêkê yên teklîfê hatin erêkirin.

 

Guhertina xala yekemîn a di derbarê serbixwetiya darazê de 484 parlamenter tevlî bûn. 347 parlamenter dengê erê bikaranîn, 132 parlamenter jî dengê na bikaranîn. 2 parlamenter deng bikarneanîn, dengek jî şewitî.  

 

Teklîfa xala yekemîn wiha ye:

 

Qanûna Komara Tirkiyê ya dîroka 7/11/1982, hêjmara 2709 û xala wê ya nehemîn de li pişt îbareya “serbixwe” îbareya “bêalî” jî hatiye zêdekirin.

 

Xala 2. jî bi 343 dengan hate pejirandin 

 

Di xala duyemîna a teklîfa guhertina qanûna bingehîn de ku hêjmara parlamenteran dixwazin derxin 600’î 480’ê  parlamenter deng bikaranîn. 343 parlamenter dengê erê bikaranîn, 133 parlamenter jî red kirin. Yek deng bikarneanî, 2 deng vale bûn, dengek jî şewitî.

 

Teklîfa xala duyemîn wiha ye:

 

Di qanûna hêjmara 2709 ya xala 75’an de li şûna îbareya “Pênsedûpêncî” parlementer weke “şeşsed” hate guhertin.

 

Nîqaşên li ser xalên hatine teklîf kirin bi 338 dengan hatiye erêkirin. Di dema dengdanê de ji ber hindek parlamenteran dengê vekirî bikaranîn ji aliyê mûxalefetê ve hate rexnekirin.

 

Ûsûlê Dengdanê wiha ye:

 

Teklîfên ji bo guhertina qanûna bingehîn di desteya giştî de di vê dû car kom bibin.  Ev pêkanîn bi xala 175’an a qanûna bingehîn tê rêkûpêk kirin.  

 

Usul li gorî xala 93. a rêziknameya Meclîsê ya navxweyî tê rêkûpêkirin. Li gorî vêya heya 48 saet di ser hevdîtina yekemîn re derbas nebe, nikarin destpê bikin.

 

Di hevdîtina duyemîn de tenê li ser pêşniyarên di derbarê xalan de tê nîqaşkirin. Di rûniştina yekemîn de eger teklîfa guhertina xalek nebe di rûniştina duyemîn de nikarin li ser wê xalê pêşniyara guhertinê bikin.  

 

Teklîfa guhertina pêvajoya dengdanê jî di xala 94’an de tê rêkûpêk kirin. Ji bo guhertinê jî dîsa divê bigihijin zêdahiya ji 5’an 3’ê û deng divê veşartî werin bikaranîn.  

 

Xala 94. jî wiha ye: di rûniştinên yekemîn û duyemîn yên teklîfa guhertina qanûna bingehîn de, pejirandina xalan û di dawiya rûniştina duyemîn de qebûlkirina hemûyan divê zêdehiya ji pêncan sêyê dengan werbigirin û deng jî veşartî werin bikaranîn.

 

Eger xalek di rûniştina yekemîn de dengên pêwîst bidest nexistibe di rûniştina duyemîn de jî eger dengên pêwîst bidest nexe, tê red kirin.

 

Eger pêşniyaza teklîfa guhertinê hatibe qebûlkirin, ji bo qebûlkirina van divê dîsa bi zêdehiya ji pêncan sêyê dengan bidest bixe û ev jî bi dengên veşartî mûmkîne.

 

(bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin