Smiley face
sorani
Smiley face

Li Silêmaniyê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn

2017-01-09 20:14:06
Li Silêmaniyê bi merasîmekê 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatîn qetilkirin hatin bîranîn û di merasîmê de xelata salane ya Sakîne Cansiz dan dayîka sê şehîdan.


 

 

 

SILÊMANî / ROJNEWS

 

Li Silêmaniyê li Hola Tewar bi merasîmekê 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatîn qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  hatin bîranîn.  Di merasîma bîranînê de bi sedan kes amade bûn û xelata salane ya Sakîne Cansiz dan dayîka sê şehîdan.

 

Merasîmê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgarkiya gelê Kurd destpê kir û piştre mûm ji aliyê malbatên şehînda ve hatin pêxistin.

 

'Hevala Sara ji bo hemû jinên cîhanê û Kurd bû pêşeng'

 

Di merasîmê de Endama Desteya Rêveberiya Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) Çinur Xerîb axivî û wiha ani ziman; "Di bîranîna qetilkirina sê jinên Kurd de em hemû jinên şehîd bûne bîr tînin. Şêwazê xebata heval Sara gihîştiye astekî bilind ku îro li hemû welatan deng daye. Têkoşîna jinan îspat kir. Hevala Sara ji bo hemû jinên cîhanê û Kurd bû pêşeng."

 

 

 

 

Çinur Xerîb axaftina xwe berdewam kir; "Em mîratgirên rêbaza hevala Sara ne. Em her tim xwe deyndar dibîn. Ev têkoşîna îro jin didin meşandin û azadiya bi destxistine encamên têkoşîna Saraya ne. Pêwîste em her tim ji bo pêşxistina jinan têkoşînê bikin. Da ku êdî jin neyên terorkirin. Herwiha ji bo lidarxistina kongreya netewî jî hewildana bikin."

 

'Rê nedîn şerê Kurd bi Kurdan bidin kirin'

 

Piştre jî sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hatî amadekirin hate nîşan dan û piştî nîşandana sînevîzyonê Perwa Elî peyama Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwend û di peyamê de wiha tê gotin; "Terorkirin û jenosîd nikare Kurdan ji holê rabike. Bi hêz dike. Xebat û têkoşîna wan zêde dike. Niha jî pîlanekî metirsîdar li Rojava û Başûrê Kurdistanê li ser xebata hêzên Kurdan heye. Ji ber vê yekê pêwîste alî bi hev re li dijî zilmê rawestîn. Rê nedîn şerê Kurd bi Kurdan bidin kirin."

 

 

Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK)  xelata salane ya Sakîne Cansiz,  pêşkêşî Dayê Direxşan ku dayika sê şehîdane kir.  

 

Di merasîmê de peyamên çend partiyên siyasî û rêxistina hatin xwedin û çend parçe helbest hatin xwedin. Herwiha koma Şehîd Serhed çend stiran gotin.

 

 

 

 

(ab)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin