Smiley face
sorani
Smiley face

Li Rizgarî semînera li ser qetlîama Parîsê

2017-01-09 19:10:12
Li bajarokê Rizgarî ya Kelar bi boneya 4'emîn salvegera qetlîama Parîsê ya ku 3 jinên Kurd têde hatîn qetilkirin, ji aliyê Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) ve semînerek hate lidarxistin.


 

 

 

 

BERHEM LETÎF / KELAR

 

Li bajarokê Rizgarî ya Kelar vê êvarê bi boneya 4'emîn qetlîama Parîsê ya ku sê jinên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileya sala 2013'an de li Parîsê hatîn qetil kirin,  ji aliyê Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) ve semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de bi dehan kes amade bûn.

 

Semînerê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir û piştre jî sînevîzyona derbarê jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz de hatî amade kirin hate nîşan kirin.

 

Piştre jî Endama Koordînesyona RJAK'ê  Şêwe Hacî dest bi axaftinê kir û wiha got; "Kesayetiya heval Sekîne, kesayetiyek wisan hêsan nîne ku bêpîlan bêşehîd kirin.  Destê Tirkiyeyê di nava pîlanên şehîdkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê de hene. Tenê Tirkiye ji nebû, destê welatên din jî di nav de hebû.  Bi pêşkeftina têkoşîna jinên Kurd, wê ev pîlanên din werin pûç kirin. Lê mixabin dijmin ji parçebûna kurdan sûd werdigre. Eger Kurd yekgirtî bin, wê ti kesê nekariya Kurdan teror bike."

 

 

 

Şêwe Hacî axaftina xwe wiha berdewam kir; "Divê em jî têkoşînê weke, heval Sara bikin, di ti deman de serî netewînin, ji ber ku hevala Sara qet serî netewan û bi bîr û baweriya xwe têkoşîn di kir."

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin