Smiley face
sorani
Smiley face

'Pêwîste li dijî gotinên Yîldirim helwesta aliyan hebe'

2017-01-08 15:54:50
Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd ragihand ku pêwîste li dijî gotinên Serokwezîrê Tirk Bînalî Yîldirim helwesta aliyên Kurd  hebe û wiha got; "PKK hêzekî nîştimaniye, ew kesên alikariya DAIŞ'ê dikin, ewin terorîst."


 

 

DANA OMER/ ROJNEWS

 

Îro Serokwezirê Tirk Bînalî Yîldirim li gel Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî civînek pêk anîbû û piştî civînê daxuyaniyekî çapemeniyê li tenişta Barzanî da û  wiha got; "PKK hêzekî terorîste." Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd ku nerazîbûn nîşa vê daxuyaniya Yîldirim a li Herêma Kurdistanê da, ji ajansa me re wiha axivî; "PKK hêzekî nîştimaniye, ew kesên alîkariya DAIŞ'ê dikin ewin terorîst."

 

Parlamenter Salar Mehmûd wiha berdewam kir; "Raya giştî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê PKK'ê weke hêzekî tekoşer û azadîxwaz dizanin. PKK ew hêze ku dema DAIŞ'ê êrîşî Hewlêrê kir bê bangawazî hêzên xwe anîn Pêrêzgeha Hewlêr ku paytexta Herêma Kurdistanê ye û welatî parastin. Lê belê Tirkiye û  partiya Bînalî Yîldirim bi awayekî resmî Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji wan kir ji bo  parastina xaka Herêma Kurdistanê bikin lê belê nehatin."

 

Salar Mehmûd wiha jî got; "Ne şayane ku dibin ala Herêma Kurdistanê de Serokê Hikûmetekê ku kavilkarê Şirnex û bajarên din yên Bakûrê Kurdsitanê ye PKK'ê weke hêzekî terorîst binav bike. Terorîst ew kesin ku alikariya DAIŞ'ê dikin û girêdayî DAIŞ'ê ne. Pêwîste aliyên Kurdistanê dinava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de helwesetekî nîştimanî nîşan bidaya."

 

Der barê armanca serdana Bînalî Yîldirim de, Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd wiha got; "Aboriya Tirkiyê ber bî rûxînê ve diçe. Bi rastî Tirkiyê aboriya Kurdistanê hilweşand. Beşek yê aboriya Tirkiyê ku xwe li ser piyan digre, aboriya ku ji Herêma Kurdistanê dibeye. Ev ji di encama lihevkirina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyê deye."

 

Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd behsa Rojavayê Kurdsitanê jî kir û wiha got; "Tirkiye naxwaze peywendî dinavbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hebe. Ji ber ku wê bibe deriyek din ji bo bazirganiya Herêma Kurdistanê. Tirkiye tenê dixwaze deriyê Tirkiye hebe ji bo Herêma Kurdistanê. Ji ber wê dixwaze PKK ji Şengalê derbikeve û bixwe biçe vê navçeyê. Her wiha naxwazin herêmekî fermî li Rojavayê Kurdistanê bê damezirandin."

 

Di dawiya axaftina xwe de Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd wiha got; "Pêwîste hêzên Kurdistanê dema peywendiya aborî li gel Tirkiyê dikin,  pêwîste daxwaza mafê gelê Kurd bikin li Bakûrê Kurdistanê. Pêwîste piştrast bikin ew pereyê ku ji Herêma Kurdistanê diçe ji bo Tirkiyê wê ji bo xirabkirina bajarên Bakûrê Kurdistanê , binçavkirin û girtina parlementer û hevşaredarên Kurd neyên bikaranîn."

 

(np)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin