Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên Ciwan: Emê bi bihêzkirina têkoşînê bersiva komkujiya Parîsê bidin

2017-01-08 15:35:06
Jinên Ciwan ên Tekoşer di salvegera qetilkirina sê jinên siyasetmedar yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez de daxuyanike çapemeniyê dan û gotin: “Ji bo tolhildana vê komkujiyê emê têkoşîna xwe bihêztir bikin. Jinên wek şehîd Sakîne û hevalên wê pêşengên me ne.”



 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Îro rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer li Zanîngeha Silêmaniyê di salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger yên Kurd li Parîsê de daxuyaniyek çapemeniyê dan.

 

Endama desteya rêveberiya Jinên Ciwan yên Têkoşer Jîno Kerîm daxuyaniya çapemeniyê xwand û ragihand: “Em weke Jinên Ciwan yên Têkoşer qetilkirina sê jinên siyasetmedar yên Kurd Sakîne Cansiz û hevalên wê şermezar dikin. Sakîne Cansiz û hevalên wê ji bo jinan, Kurdistan û mirovahiyê jiyana xwe fedakirin. Berê niha çar salan di 09.01.2013’ê de li paytexta Fransa, Parîsê ji aliyê dijminên Kurdan ve li welatên ku qaşo jixwere digotin demokratîkin de li ber çavê cîhanê her sê jinên şoreşger ên Kurd hatin qetilkirin."

 

 

Daxuyaniya jinên ciwan wiha berdewam dike: “Her di vê rojê de jin ji bo şermezarkirina vê tewanê li Kurdistan û tevahî cîhanê dadikevin qadan. Ji ber xwastin di şexsê wan de hemû jinan qetil bikin. Xwastin bi taybet di kesayeta heval Sakîne de pêşengiya jinên Kurd  û rihê têkoşînê têk bibin. Di şexsê şehîd Leyla de xwastin jinên ciwan têk bibin.”

 

Di dawiya daxuyaniya jinên ciwan de tê gotin ku ji bo pûçkirina vê komkujiyê ewê têkoşîna xwe bihêz bikin. Her wiha hate gotin ku ew Sakîne û hevalên wê û hemû jinên azadîxwaz jixwere weke pêşeng dibînin.

 

(bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin