Smiley face
sorani
Smiley face

Li nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn

2017-01-07 19:34:21
Li nûnertiya HPD'ê ya Hewlêrê  ji damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin bîranîn.


 

 

HEWLÊR ROJNEWS

 

Li nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê, damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez yên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatîn qetin kirin, hatin bîranîn.

 

Di bîranîna gelek kes beşdarbûyîn de, Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglu wiha axivî; "Hevala Sara di her milê jiyanê de, hem ji bo têkoşînê û hem jî têkoşîna jinan pêşengtî kir. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman, qetilkirina Sara duyemîn komkujiya Dêrsimê bû. Sê jinên lehengên Kurd çawa serî netewandin, em jî wê serî netewînin. Bîranîna Sarayan û dana jiyan kirina wan, di her alî de beşdarbûna ruhê berxwedana wane."

 

Piştî axaftina, dokumantera bi navê 'Jiyana min her tim şer bû' ya ku  jiyana Sakîne Cansiz (Sara) ya vedibêje hate nîşan kirin. Bîranîn bi sloganên weke, 'Şehîd namirin', 'Bijî Serok Apo ' û 'Jin Jiyan Azadî' bi dawî bû.

 

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin