Smiley face
sorani
Smiley face

Li Wargeha Mexmûrê belgefîlma Sakîne Cansiz hat temaşekirin

2017-01-07 12:05:03
Bi boneya  4’emîn salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez belgefîlma ku ji bo Sakîne Cansiz hatiye çêkirin, li Wargeha Mexmûrê hat temaşekirin.


 

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS


Di çarçoveya çalakiyên 4’emîn salvegera şehadeta sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî), belgefîlma têkildarî jiyana Sakîne Cansiz duh li Salona Konferansê ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  bi amadebûna sedan welatiyên wargehê hat temaşekirin.

 

Beriya ku belgefîlma Sakîne Cansiz were nîşandan, di kesayeta her sê jinên şoreşger de ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurd deqeyek rêz hat girtin. Jinên ku tevlî temaşekirina belgefîlmê bûne hestên xwe ji ajansa me re anîn ser ziman. Jinên Wargeha Mexmûrê gotîn ku Sakîne Cansiz bi kesayeta xwe ya şoreşger û pêşeng wê heta dawiyê weke pêşenga tekoşîna azadiya jinê û gelê Kurd bijî.

 

‘Şehîd Sara xwedî kesayetiyek azade’

 

Jina bi navê Eylem Kara di axaftina xwe de komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ya li Parîsê bi tundî şermezar kir û wiha got; “Bi rastî jî eger em jinên Wargeha Mexmûrê û jinên Kurd îro dikarîn ji bo azadiya xwe li qadan têbikoşîn û biqêrîn ev bi saya pêşengî û tekoşeriya rêhaval Sara ye. Her wisa hevala Sara riya azadiya jinê fêrî me kir. Ez bixwe şehîd Sakîne her çendî ku di nêzde nas nakim jî, lê belê weke jinek pêşeng ji salên destpêkê yên xebatên avakirina PKK’ê heta niha bandora wê ya bîrdozî û şoreşgerî hişt ku em her tim wê di dilê xwe de bidîn jiyîn û emê heta dawiyê jî li ser xeta wê ya heqîqeta azadiya jinê û azadiya Rêber Apo bimeşîn. Bi temaşekirina vê belgefîlmê jî dikarim bêjim min gelek taybetmendiyên wê yên din jî naskir û bandora wê ya li ser min qat bi qat zêdetir bû."

 

 

‘Divê komploya 9’ê Çileyê ji aliyê dewleta Fransa ve were zelalkirin’

 

Her wisa jina bi navê Qîmet Unver jî wiha axivî; “Bi rastî jî Şehîd Sara jiyana xwe her tim di nava tekoşîn, berxwedanê û şer de derbas kiriye. Em jî weke jinên Kurd jiyana wê ji xwe re mînak digirîn û emê xwedî bîranîna tekoşîna şehîd Sara ya ji bo azadiya xeta jinê derbikevîn. Em li ser vî bingehî Şehîd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bibîrtînin û dibêjîn pêwîste demek ji ya din zûtir ev komploya ku bi hevkariya Fransa û Tirkiye hatî kirin were zelal kirin.

 

 

Piştî temaşekirina belgefîlma şehîd Sakîne Cansiz, bi coş û hestiyariyek mezin rabûn ser piyan û çepik hatin lêdan. Bi qêrîna dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bîjî Serok Apo’, ‘Bimre komloya 9’ê Çileyê’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

 

 

 

 

(eg-ma)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin