Smiley face
sorani
Smiley face

Her sê jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez li Ranye bi meşekê hatin bîranîn

2017-01-07 10:48:50
Li navçeya Ranye ser bi bajarê Silêmanî ve  bi meşekê her sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bibîranîn.


 

 

MIHEMED HESEN/ RANYE


Duh êvarî  li navçeya Ranya bi boneya 4’emîn salvegera qetilkirina  her sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku li Paytexta Firansa Paris hatibû qetilkirin,  meşek hat lidarxistin. Di meşê de  Rêxistina  Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK),  Tevgera  Azadiya Civaka Kurdistanê,  Meclisa Kurdên  Rojava li Raperîn, çalakvanê siyasî û  sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê tevlî bûn.

 

Di meşê de Endama Rêxistina Jinên  Azadiya Kurdistanê (RJAK)  Bala Omer ku daxuyanî xwend, ragihand ku  qetilkirina  her sê jinên şoreşger û pêşeng bi komployek navnetewî hatiye kirin.

 

Her wiha di dema daxuyaniyê de wiha hat gotin;  “Qetilkirina her sê jinên Kurd ne tesadufe, hatiye pilan kirin. Bi taybet Sakîne Cansiz hedef hatiye girtin. Ji ber ku hebûna Sakîne Cansiz di salên 80’an de ji bo dijmin tirsek bû. Li zîndana Amedê de li hember zîndan û êşkenceya dijmin bibû  sembola berxwedan,  tekoşînê û bi ser ket.”

 

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; “Her çiqas Tirkiye di xwaze bi senaryoyan  ser vê komkujiyê bigre û dibêje kujer Omer Guney 'miriye' ji, lê ev rastiyê na guherîne. Di xwazin bi van hewldanan me bê deng bikin û kujeran ji xwedî dikin. Em bê deng nabin û kes nikare bi pilanên xwe ji me bê deng bikin. Em baş dizanin Omer Guney ne miriye û ew li cihê taybet  dewletê tê ragirtin.”

 

Her wiha Nûnera  Çalakvanê  Siyasî û Sivîl  yên Rojhilatê Kurdistanê Ronahî Sine ji axaftinek kir û got: “Em li vir ji bo dewleta Firansa dibêjin bila êdî li gel dewletên dagirker yên wek Tirkiye  lihevkirin neke.”

 

 

Ronahî Sine wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dewleta Tirk dizane  îradeya jinên azad çiqas bilinde.  Ji ber wê  ji xebat û tekoşîna jinên azad yên bi vî awayi di tirse.  Ew dibistana ku Sakîne Cansiz bingeha wê damezrandinî , îro gihaye wê astê ku  jin bi xwe pêşengtiyê dikin.

 

Piştre Nûnera Kongreya Star Nirîvan  Misko  peyamek pêşkêş kir û daxuya kirin ku ev çar sale li ser  komkujiyê re derbas dibe, lê heta niha kes li ser wê nehatiye girtin.

 

Nirîvan Misko wiha got: “Li gorî bûyerê diyar dibe ku  destê Firansa ji tê de heye. Dewletên Ewrupa û Firansa  li aliyekê xwe wek navenda mafê mirov dibîne, li aliyek din ji bûyerên bi vî awayi di nav xwe de di hewîne.  Ji ber ku dewleta Firansa li hember bûyerên bi vî awayî  bê deng mane, em Firansa şermezar dikin.”

 

 

Nûnerê Tevgera Azadî li  Herêma Raperîn Şemal Hesen  ji got: “Dewleta Tirk di kurahiya dîroka xwe de hewl daye gelê Kurd tine bike. Yek ji wan komkujiyan ji qetilkirina  her sê jinên tekoşerên Kurd Sakîne, Leyla û Fîdan bûn.”

 

Di dawî de Şemal Hesen ev axaftin kir: “Gelê Kurd bi van qetilkirin û komkujiyan  bi hêztir dibe û wê xebata xwe bi hêztir bike.  Vala derxistina hewldanên bi vî awayî tenê bi yekîtiya netewî gengaze. Ji ber wê em li pey şopa heval Sakîne ne ku li di vê riyê de cane xwe bexşiye.”

 

 

(rk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin