Smiley face
sorani
Smiley face

Bayik: Eger Kurd nebin yek wê fersendên dîrokî ji dest bidin

2016-12-28 11:27:51
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK)’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku divê bi tevlîbûna hemû aliyancivîna ji bo li dar xistina kongreya neteweyî bê pêkanîn û di vê civînê de guftûgoyên li ser amadekariyên ji bo kongreyê bên kirin. Bayik bal kişande ser ku hinek komên Kurd pêkhatina kongreya neteweyî ji bo xwe metirsîdar dibînin û got; "Divê hemû kes ji bo xwe pirsgirêka neteweyî bingeh bigire. Li gor berjewendiyê partî û teng nêz nebe. Eger Kurd nebin yek wê fersendên dîrokî ji dest bidin."


 

 

 

SEDA HÛSEYÎN / QENDÎL

 

Li gelemperiya cîhan û Rojhilata Navîn pêlek mezin a guhertinan heye. Têkildarî wê Kurd çewan bikaribin ji vê pêla guhertinan bi şêweyek herî baş sûd bigirin guftûgo tên kirin. Ji bo Kurd bikaribin ji vê pêvajoyê bi şêweyek serkeftî derbas bibin, hemû alî û pêkhateyên cûda ji bo Kurdan pêkhatina yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî weke pêwîstî dibînin. Têkildarî wateya kongreya neteweyî ji bo Kurdan, her wiha ji bo pêkhatina kongreyekî wiha erka dikeve ser milê aliyên siyasî û pêşengên civakê û têkildarî berpirsiyartiyên wan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bersiva pirsên ajansa me dan. Bayik têkildarî pirsên li ser astengiyên li pêşiya pêkhatina kongreya neteweyî, kesayet û komên ku naxwazin kongre pêk were, bersivên giring da.

 

"We ji bo li dar xistina kongreya neteweyî bangwaziyek kir. Partî û rêxistinên Kurd vê bangawaziya we çawa pêşwazîkirin?

 

Me ji bo kongreya neteweyî daxuyaniyek da û me vê daxuyaniyê gihand hemû partî, saziyên sivîl û dezgehên ragihandinê da ku herkes li ser vê bangawaziyê raweste. Ji ber em vêya ji bo gelê Kurd weke pêwîstiyeke nebe nabe dibînin. Li Rojhilata Navîn şerek dijwar diqewime û em ji vî şerî re jî dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn. Çima ev şer tê kirin? Ji ber piştî Sovyet hat rûxandin û şûnde ew hevsengên ku çêbibûn, ne tenê li Sovyetê, li hinek herêman û her wiha li Rojhilata Navîn jî têk çû.

 

‘Li Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê sêyemîn birêve diçe’

 

Tê zanîn Rojhilata Navîn hestiyê piştê yê cîhanê ye. Hemû pirsgirêk li vir destpê dike, divê li vir jî çareser bibin. Hevsengên ku li cîhanê de çêdibin, statûyên ku li ser vê esasê tên diyarkirin, navenda xwe Rojhilata Navîn e. Ji ber piştî Sovyet belav bû û şunde hevseng xirabûn. Pêwîste li ser vê yekê hevseng û statûyên nû ava bibin. Ji ber vê yekê niha li Rojhilata Navîn ev şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Niha herkes dixwaze di hevsengên nû yên çêbibin de, li ser esasê armanc û berjewendiyên xwe di têde cih bigirin. Ji ber kî di vê hevsenga siyasî de cihê xwe negire wê nikaribe li Rojhilata Navîn û cîhanê de siyasetê bimeşîne, wê nikare berjewendî û armancên xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê niha herkes hewl dide di şerê cîhanê yê sêyemîn de cihê xwe bigire. Li ser vî bingehî  lihevkirinên nû çêdibin, lihevkirinên kevin xira dibin û tiştên nû çêdibin. Ev hemû ji bo hevsengiyeke nu bên avakirin çêdibin. Tê zanîn di hevsengiya di encama şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ku çêbû de li Rojhilata Navîn û cîhanê, cih nedan Kurdan û Kurd parçe kirin. Her wiha tinekirin û îmhakirina Kurdan esas girtin. Kurdan ew yek qebûl nekir, li dijî derket, têkoşiya û bi têkoşînê gelek gav avêt û hindek nirx avakirin.  

 

‘Kurdan bi têkoşîna xwe nêrînên nebaş yên der barê xwede guhertin'

 

Xirabûna hevsengiyên heyî yên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên Kurdan e. Ji ber Kurd, bi têkoşîna xwe, xwastin cihê xwe di hevsengiyan de bigirin. Bi xirabûna van hevsengiyan re tevgera Kurd hem di aliyê leşkerî û hem jî di aliyê bîrdozî de xwe pêşxist.  Ev di cîhanê de dengveda û her kesê dît, Kurd hêzek esasiye, bêy Kurdan siyaset nabe, hevsengên nû çênabin û statûyên nû diyar nabin. Çima? Ji ber ku ev têkoşîna Kurdan di karekterê xwede demokratîk e. Li ser vê bingehê tevgereke azadî û edaletê ye. Ev jî jêdera xwe ji azadiya jinê digire. Ji ber jin, di şoreşa Kurdistanê de cih digire û wê karekterê pêş dixe, herkes jî vê yekê dibîne. Kurd ji bo Rojhilata Navîn, ji bo mirovatiyê, ji bo pirsgirêk çareser bibin di aliyê pratîk de jî pêngavan diavêjin, sîstemeke pirsgirêkan çareser bike pêş dixe. Herkes jî vêya dibîne. Her wiha Kurd li dijî DAIŞ’ê şer dike, derbeyên mezin lê dixe. Ji ber ku DAIŞ ne tenê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn, ji bo cîhanê jî metirsiyeke. Cîhan û mirovahiyê dît ku Kurd li dijî vê belayê ji her kesî zêdetir disekine, derbeyan lê dixin û ji bo parastina tevahiya mirovahî û nirxan têdikoşin. Ev yek bandoreke mezin di asta cîhanî de kir. Tevgera Kurd di her aliyek de pêşket, li herêmê pêşengiyê kir û bû hêviyek ji bo mirovahiyê. Nêrînên ne baş yên li hemberî Kurdan hatin guhertin û nêrîneke baş pêşket. Dagirker ji vê yekê tirsiyan. Ji ber dîtin ku eger pêşiya vê yekê negirin dê ji bo wan xeteriyek mezin çêbibe. Ji ber dewletên dagirker li dijî Kurdanin, li dijî demokrasiyêne, dîktatorî û faşîzme esas digirin, hewl didin yên ku xizmeta wan nekin ji holê rakin. Ji ber ku tevgera Kurd pêşket, mezin bû, ji ber vê yekê jî êrîşên wan li ser tevgera Kurd mezin dibin û lîstikên wan jî mezin dibin. Ev jî ji bo Tevgera Kurd xeteriyê çêdike.

 

‘Ger Kurd naxwazin fersendê ji dest bidin divê kongreya netewî lidarbixin’

 

Di şerê cîhanî yê sêyemîn de firsendeke dîrokî ketiye destê Kurdan, ji bo Kurd karibin li her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wisa ji bo gelên herêmê û mirovahiyê erkê xwe yê dîrokî pêk bîne. Ji bo vê pêşketin, li gel xetereyan bi hevdûre tên jiyan kirin. Derfet jî pir zêden metirsî jî zêdene. Lê eger Kurd yekîtiya xwe çênekin, ev parçebûna di nava xwede ji holê ranekin wê nikarin vê xetereyê jî ji holê rakin. Wê demê jî firsendek dîrokî wê ji dest bidin. Eger careke din Kurd winda bikin wê di qirkirinê re derbas bibin. Halbûkî Kurd dikarin encamên pir mezin werbigirin. Ji ber ku ew firsend bi destê wan ketiye. Eger Kurd naxwazin fersendê ji dest birevînin, divê kongreya netewî lidarbixin. Dê bi kongreya neteweyî hem destê dijmin ji nava xwe derxin, hem jî wê parçebûnê ji holê rakin. Ev jî pir giringe. Ji ber ku dê stratejî û tektîka Kurdan ya hevbeş were pêşxistin. Berê jî ji bo kongreya netewî hinek kar hatibûn kirin heta astekê hatibûn û hindek encamp derketibûn holê. Niha jî pêşketinên çêdibin xeteriyên ku heyî  çi dixwaze? Çêkirina kongreya netewî.  Daxwaziya gel jî heye. Daxwaziya partiyan, daxwaziya saziyan heye. Daxwaziya rewşenbîr, hunermend û  nivîskaran heye. Her wiha di asta navenetewî de daxwaziya hinek hêzan heye. Eger mirov vana hemûyan bîne ber çav, divê mirov bi lez kongereyeke netewî pêş bixe. PKK herdem bi berpisyarî nêzî erkên xwe yên dîrokî û netewî bûye. Ji ber vê yekê jî me vê bangawaziyê kir.  

 

'Heya niha ji bo li dar xistina kongreya neteweyî helwest û bersivên tên başin'

 

Hûn difikirin ku ev daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo lidarxistina kongrê, gavên pratîkî di aliyê rêxistin û partiyan de derbixe holê?

 

Heta niha gelek helwest û bersivên baş pêş ketin. Bersivên tên başin. Daxwaza gel tê îfadekirin. Daxwaziya gelek partî, saziyên navnetewî hat ziman. Herkes xwe di vê daxuyaniyê de dît. Ji ber wê yekê her ku diçe xwedî derketinek li vê daxuyaniyê heye. Di asta Kurdistanê de heta niha yên bersiv nedanî pir kêmin. Piranî bersiveke baş dan. Ev yek jî cesareta pratîk kirina wê ya dide mirov. Baweriya min ewe ku her kes li daxuyaniyên xwe xwedî derkeve. Tenê di axaftin û daxuyaniyan de nemînin, hewl bidin gavên pratîkî jî biavêjin. Li gel pêngavên bên avêtin cih bigirin û di aliyê pratîkîde jî kar bikin. Ji ber ti kes nikare li hember daxwazên gelê Kurdistanê derkeve. Partiyên  siyasî, hunermend, rewşenbîr û heta hinek hêzên navteweyî jî piştgiriyê didin. Kî li dijî wê derkeve dê winda bike. Kî lê xwedî derkeve jî dê di nava gel, dîrokê û mirovahiyê de cihek taybet û rêzdar bigire.  

 

‘Pêwîste herkes bi awayeke pratîkî jî li pişt daxuyaniyên xwe bisekine’

 

Di daxuyaniyan de helwestek erênî heye lê, pêwîste ev tenê di daxuyaniyan de nemîne. Di pratîk de her kes wan daxuyaniyên xwe pêk bîne û xwedî lê derbikeve, kar bike.Tişta ku em dibînin yên ku li hemberî bangawaziyê helwestên erênî pêşxistin naxwazin di aliyê pratîk de pêngavan bavêjin. Nikarin li dijî wê rawestin ji ber kî li dijî rawest dê winda bike. Yanî diyar dikin ku li gel vê daxuyaniyê ne , erênî nêzik dibin. Ji ber di nava gel de teng nebin, zextên gel li ser wan çênebin. Her wiha ji bo di nava gel û dîrokê de rûreş nebin vê daxuyaniyê qebûl dikin, erênî nêz dibin. Lê dema mirov li pratîka wan temaşe dike, dibîne ku pratîk ne wek daxuyaniyên wane. Ev jî herî zêde xwe li Başûr dide dide pêş. Mînak, li beşên din yên Kurdistanê yên piştgiriyê nadin vê daxuyaniyê, ti daxuyaniyên erênî jî nadin û ji wê jî dernakevin. Li Başûr ne wisa ye. Li Başûr hema bêje hemû alî helwestên xwe bi daxuyaniyan diyarkirin. Lê hinek ji yên daxuyanî dane, di aliyê pratîkî de ti gavan navêjin. Wextê ku mirov bi wan re diaxive jî ji xwe re hinek bahaneyan derdixin. Dibêjin pêwîste kongreya netewî pêk bê ji ber pêşketin viya dixwazin lê, li gel wiya behsa astengiyên li pêşiya xwe dikin û bahaneyan çêdikin, dibêjin zehmet e. Ev jî dide diyarkirin ku devê wan tiştekê dibêje pratîka wan tişteke din dibêje. Pratîka wan dide diyarkirin ku ne li gel kongrê ne, naxwazin van astengiyan ji holê rakin. Ji hinek hêzan ditirsin. Ez nizanim dibe ne li gorî berjewendiyên partiyên wan be. Lê ez vêya dibêjim di vî karî de tirs nabe, di vê meseleyê de hesabên teng yên hizbayetî nabe. Hizb ji bo pirsgirêkên civaka xwe çareser bikin hene. Ji bo vê jî divê hemû hizb berjewendiyên netewî ji bo xwe esas bigirin. Divê ticarî meseleya netewî nekin qurbanê hizbayetiyê. Divê ev partiyane teng nêzî meseleyê nebin, eger wisan bikin dê winda bikin. Wê ticar nekarin  pirsgirêkên Kurdan çareser bikin. Yên ku xwe esas bigirin, dûrî gel dikevin û yê dûrî gel jî ket dê winda bike. Her wiha yê ku daxwaziyên gel, daxwaziyên dîrokê, daxwaziyên mirovahiyê esas negire ew dê winda bikin. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim ji bo wan partiyan vêya bêjim; Pêwîste nekevin hesabên biçûk û teng. Divê netirsin, bi biryar û bi wêrekî xwedî li erkê xwe yê netewî derkevin. Li daxuyaniyên xwe xwedî derkevin. Ji aliyekê ve ji bo tengav nebin daxuyaniyan didin, ji aliyê din ve jî naxwazin kongre çêbibe ev jî dirûtiye. Dê ev dirûtî heya ku berdewam bikin? Yê ku vê dirûtiyê berdewam bike dê mezin winda bike. Em naxwazin tu kes winda bike, em dixwazin her kes qezenc bike. Dema hemû partiyan pirsgirêkên netewî  çareser kirin,  kongreya netewî esas girtin û ji bo wê kar kirin dê serbikevin. Eger ji bo wê kar nekin dê winda bikin.

 

‘Ji bo lidarxistina kongreya netewî şert û merc gûncawin’

 

Konjoktora siyasî û rewşa heyî ya li Kurdistan û cîhanê çiqasî ji bo lidarxistina Kongreya Netewî gûncawe?

 

Hem şert û mercên qada navnetewî, hem şert û mercên Rojhilata Navîn, hem şert û mercên Kurdistanê û hem rewşa ku dewletên dagirker di navde derbas dibin, ji bo lidarxistina kongreya netewî  gelek guncave. Em dikarin bêjin heya firsendek wiha ne di asta qada nevnetewî de, ne li Rojhilata Navîn û ne jî li Kurdistanê derneketibû holê. Raste dibe ku hinek astengî û pirsgirêk hebin lê, ev nayê wê maneyê ku kongre nikare were lidarxistin. Eger şert û merc neguncavbin mirov bixwaze jî nikare kongreyê çêbike. Bes şert û mercên heyî guncavin. Ji ber wê divê Kurd vê firsendê winda nekin. Eger Kurd ji vê firsendê sûd wernegirin, yekîtiya xwe ya netewî çênekin, kongreya xwe lidarnexin û neçin biryaran wê winda bikin. Ti carî Kurd firsendek wiha bi dest nexistiye. Ji vê firsendê baştir firsend nabin. Ji ber li hemû beşan gel dixwaze, bi giranî partî û saziyên ku heyî dixwazin, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, saziyên medenî dixwazin. Dîsa di qada navnetewî de li Rojhilata navîn hinek hêz vêya dixwazin. Yên ku li dijî vê jî derdikevin hene lê, kêmin. Li vir ya esas Kurd bi xwe ye. Şert û merc çiqas guncav bin jî eger Kurd nexwazin ji vê sûd werbigirin wê pêkneyê. Ango eger Kurd, şert û mercên guncav baş bikarbînin wê bikarin encamp jî bigirin. Divê Kurd ji xwe bawer bin. Divê gûhê xwe nedin derve. Raste divê derve jî bibînin lê, yê esas Kurd bixwene. Eger Kurd bixwaze meseleya xwe ya netewî çareser bike, yekîtiya xwe çêbike, siyaseta wê aboriya wê pêş bixe û di aliyê leşkerî de mezin bibe, kes nikare pêşiya Kurdan bigire.

 

‘Ji bo kongreya netewî were lidarxistin divê pêşî, civînek were çêkirin’

 

Hêza herî mezin a Rojhilata Navîn Kurdin. Çarenûsa her kesî îro, di destê Kurdan de ye. Kurd wê çarenûsa her kesê diyar bikin. Bêyî Kurdan kesek nikare li Rojhilata Navîn siyasetê bike, nikare hevsengên nû ava bikin, statuyên nû avabikin. Eger hevsengiyek nû, statuyek nû bê ava kirin, dê Kurd di navenda vêya de bin. Yê ku Kurdan nebîne, rast nêzîkî Kurdan be, dostaniyê çêneke jî dê winda bike, wê nikaribe li Rojhilata Navîn siyasetê bike, li cîhanê nikare siyasetê bike. Belkî berê li ser parçekirina Kurdan li ser tinekirina Kurdan siyaset dibû. Ew dem xilas bû, demek nû û pêvajoyek nû destpê kir ji bo her kesekê. Ji bo wê guhertinek mezin tê jiyankirin. Di vê guhertinê de Kurd ji her kesê zêdetir têkoşînê dikin. Ji ber ku Kurd dixwazin bibin xwedî statû û di nava hevsengiyan de cih digirin. Kurd êşa bê statûbûnê zehf jiyankiriye dizane û dizane bê statûbûn tê çi wateyê. Ji ber statûyeke xwe nebûye êşên mezin jiyankiriye û di komkujiyên mezin re derbas bûye. Ji ber vê jî firsenda ketiye destê Kurdan e, Kurd dixwazin baş binirxînin. Dixwazin ji her kesî zêdetir di hevsengên nûde cih bigirin, statûyeke nû bidest bixe. Ji bo vê jî divê Kurd dereng nekevin û Kongreya netewî lidarbixin. Ji bo kongreya netewî çêbibe jî divê destpêkê civînek çêbibe. Divê di civînê de hemû alî amadebin. Berê xebatên amadekariya kongrê heta astekê hatibû, ew jî bingeheke, li ser vî bingehê di kare civînek were çêkirin. Li ser amadekariyên kongrê nîqaş werin pêşxistin, biryar werin girtin. Divê zêde dem neyê windakirin. Çiqas dereng bimîne, ti fêdeyeke xwe ji bo Kurdan nîne, zirerê dide Kurdan. Lê çiqas zû were kirin wê tevahî Kurd jê bi qezenc derkevin. Ji ber li Rojhilata Navîn her roj guhertin çêdibin, her roj lihevkirinên nû çêdibin. Lihevkirinên kevin xira dibin. Dema hevsengên nû çêdibin bi şer û lihevkirinan pêktê.  

 

We got, şert û merc gûncawin. Wê demê çi dibe sedem ku kongre neyê lidarxistin?

 

Hinek aliyên Kurd hene kongreya netewî ji bo xwe pêwîst nabînin, heta xeter dibînin. Dibêjin 'bernameyek me heye, em bi vê bernameyê dimeşin. Kongreya netewî xizmetê ji bernameya me re nake. Ne li gorî berjewendiyên me ye. Ji bo wê divê kongreya netewî niha çênebe.' Heta hinek dibêjin 'emê dewlet pêş bixin. Eger em kongreya netewî pêş bixin, dê berjewendiyên me bixe metirsiyê. Wê ne hêle em dewlet çêbikin. Em bibin xwedî îxtîdar. Ji bo wê pêwîste kongre çênebe. Kongreya ku berê me xwest em pêş bixin û temam ne bû ji ber wê temam nebû. Hinekan ew xira kir. Gotin; 'kongre çêbibe dê dewletên dagirker, dewletên cîran ji vêya aciz bibin. Wê vêya li derveyî xwe bibînin. Emê wê demê nikaribin dewletê ava bikin. Ji bo wê jî pêwîste kongre çênebe.'  Wisan mûdaxele kirin û nehiştin kongre çêbibe. Eger wisan nekirina dê kongre pêk bihata. Li gel vê hinek dewletên dagirker hene ew naxwazin kongireya netewî çêbibe. Ji ber ew li dijî Kurdane li dijî demokrasiyê ne. ji ber eger yekîtiya Kurd çêbe, demokrasî pêşbikev ew dê zirarên mezin bibînin, di wê de mirina xwe dibînin, wê naxwazin.  Ji ber Tirkiye be, Îran be bi taybet ji bo xwe netew dewletê esas werdigirin. Ji ber wê yekê jî îmhakirina Kurdan ji bo xwe esas werdigirin. Dijminiya wan ya li hemberî Kurdan dibe dijminiya li hemberî demokrasiyê. Dijminahiya Kurd û demokrastiyê dibe lihevkirina kevneperest, dibe dîktatorî, dibe faşîst. Eger vana şerê dîktatoriyê dimeşînin şerê faşîzmê dimeşînîn, şerê mezheban dimeşînin ji bo wê tên ser hêzên Kurdan û demokrasiyê. Ji ber yekîtiya Kurdan çêbibe dê Kurd bibin hêzek, bibin îradeyek ew wê naxwazin. Dîsa demokrasî pêş bikeve, ji her kesî zêdetir dê Kurd sûdê werbigirin, dikeve ximeta Kurda. Ev yek dê Kurdan pêş bixîne û bike îrade. Di hedefa dewletên dagirker de tunekirina Kurdan û îmhakirina Kurdan heye, guhertin nîne. Vêya weke dijminê xwe dibînin, weke mirina xwe dibînin ji ber wê jî li dijî vê disekirin û naxwazin kongreyeke neteweyî çêbibe, Kurd bibe yek.  Ji bo ev fersenda ketî destê Kurdan, Kurd jê sûdê werngirin, encamê negirin ji bo wê li ser Kurdan mudaxele yan pêş dixin, êrîşan pêş dixin. Bi taybet jî Tirkiye viya pêş dixe. Erdogan, Dewlet Bahçelî û AKP/MHP bi hevre bûne îxtîdar û îtifaqa Devlet Bahçelî û Erdogan heye. Ji ber wê nîjadperestî û mezheb dikin yek û ev jî ji xwe bingehê faşîsmê ye. Faşîzim li Tirkiyeyê pêşxistin. Ji bo wê êrîşî Kurdan dikin. Êrîşî hêzên demokrasiyê dikin. HDP’iyan ji meclîsê davêjin, parlementerên HDP’ê digirin, şeredariyên gel bi dare zorê ji destê wan werdigirin, waliyan, qeymeqaman tayînî şaredariyan dikin, goristanan bombe dikin, bajaran xira dikin, bi hezaran mirovan koçber dikin, dest datinin li ser mal û milkê wan, malên wan talan dikin, birîndaran dikujin, dixwazin demografiyê biguherin, dibêjin,“Me seferberî ragihandiye” van hemûyan li dijî Kurdan pêş dixin. Li dijî hêza demokrasiyê  viya pêş dixin. Ne tenê Bakûr mûdaxeleyî Rojava dikin. Dixwazin desteftiyên Kurdan ji destê wan werbigirin. Mûdaxeleyî Başûr dikin naxwazin ku statuya ku heyî bi hêztir bibe, heta dixwazin tevlîhev bikin, nakokiyên li Başûr mezin bikin û Başûr nekare hem ji bo xwe hem jî ji bo beşên din têkoşînê bike. Ev dibînin bingeha kongreya netewî bi hêze dixwazin wê bingehê texrîb bikin, dixwazin di nava Kurdan de nakokî çêbikin, şaran lidarbixin ji bo Kurd nebin yek.  Kurd ji vê fersendê sûd wernegirin û dixwazin xwe ji zehmetiyan xilas bikin bi vê yekê netewdewletên xwe yên ku berbi belavbûnê ve çûyîn biparêzin û îxtîdara xwe biparêzin.

 

‘Kurd naxwazin parçebûnê bijîn'

 

Di serî de dewleta Tirk û hemû dewletên dagirker çawa û heta çi astekî li pêşiya lidarxistina kongreya netewî asteng in?

 

Dewleta Tirk hem li Bakûr, hem li Rojava hem jî li Başûr dijminahiya Kurdan dike, viya eşkira dike ne veşartî. Dîsa dijminahia hêza demokrasiyê dike. Naxwaze demokrasî pêş bikeve û Kurd sûdê jê werbigire. Ji ber di sîstemeke demokrasiyê de herî zêde Kurd sûdê dibînin. Ji ber dibînin dema sîstema demokrasî xurt dibe Kurd xurd dibe, ji ber wê sîstema demokrasiyê ji xwe re dike hedef û êrîş dike. Dixwaze yekîtiya ku niha li Kurdistanê tê çêkirin têk bibe û careke din dagirkeriya xwe li Kurdistanê pêş bixe. Ji bo wê kar dikin. Niha di êrîşên xwe yên li ser Kurdan de hemû hêza xwe  kiriye seferberiyê. Dê çawan qirkirina Kurdan pêk bînin wiya esas digirin. Ji bo qirkirina Kurdan pêk bînin jî PKK’ê dikin hedef. Ji ber yê ku ruh dide gelê Kurd PKK ye, yê ku yekîtiya Kurdan, netewa Kurdan pêş dixi û Kurdan radike ser piyan, dike hêz PKK ye. Ji ber wê dixwazin bi hemû hêza xwe derbeyê li PKK’ê bixin, PKK’ê tesfiye bikin û bikarin qirkirian Kurdan pêk bînin. Ji ber heta PKK'ê tesfiye nekin nikarin qirkirina Kurdan pêk bînin. Ji bo qirkirina Kurdan bi hemû hêza xwe ya leşkerî, îstixbaretî  û teknîkî êrîş dike. Her wiha dixwazin bi girtinan, bi kuştinan û bi zextan hem PKK’ê tesfiye bikin hem jî qirkirina Kurdan pêk bînin. Bi wî awayî tê ser Kurda. Di nava Kurdan de ji hinek kesan aliyê xwe vedikişîne dibêje, “ezê derfetan bidim we eger hun li gel min tevbigerin” bi wî awayî dixwazin  wan jî di tasfiyekirina Kurdan de bi kar bînin. Naxwazin yekîtiya Kurdan pêk bê. Dixwazin Kurd li hev bixin, şerê hev bikin, menfîetên xwe ji bîr bikin, azadiya xwe ji bîr bikin û serê hev bixwin. Ew jî li ser wê Kurdan xilas bikin, ji bo xwe viya esas digirin, wisa li diji kongreya neteweyî disekirin. Bi giştî nebe jî hinek Kurdan ev yek fam kiriye. Berê Kurdan ev yek baş fam nedikirin bi rihetî dagirkeran destê xwe davêt nava Kurdan, Kurd parçe dikirin dikirin dijminê hev û ji viya jî Kurdan zirarên mezin dîtin. Îro Kurdan ev yek bi giranî fam kiriye û naxwazin nava xwe de şer bikin, naxwazin parçebûnê jiyan bikin. Ji ber ku kî dixwaze parçebûnê berdewam bike, kî dixwaze şer bike, kî dixwaze li gel dagirkeran dijminahiya Kurdan bike gel li dijî wana derdikeve. Bi taybet jî gelê Başûr viya baş fam kiriye. Qebûl nakin ku li nava Başûr de di nava partiyan de nakokî çêbibin, şer çêbibin. Naxwaze di nava Başûr  û parçeyên din ên Kurdistanê de parçebûn û şer çêbibin. Naxwaze kes li gel dagirkeran li dijî gel bisekine. Di dijî wan siyasetan disekinin. Ev şiyarbûneke ev diyar dike ku êdî gelê  me êdî lîstikên dagirkeran qebûl nake.  Nav Kurdan de şer qebul nake. Yekîtiya Kurdan dixwaze, têkoşîna Kurdan dixwaze. Ji ber sûdê xwe di vir de dibîne. Ev pêşketinek başe, şiyarbûneke başe û viya zanebûneke. Em binêrin li her parçeyên Kurdistanê gelê Kurd PKK’ê wek hêza parastinê dibîne. Ji ber siyaseta ku Rêber Apo pêş dixe vê baweriyê dide gelê Kurd. Ji ber siyaseta Rêber Apo çareserkirina pirsgirêkên Kurd dixwaze, yekîtiyê dixwaze li Kurdistsanê yekîtiya netewî dixwaze, çareseriyê dixwaze. Demokratîkbûnê, azadiyê û edaletê dixwaze. Ji ber vê jî Kurd bi zanebûn dikin û destê dagirkeran di nava Kurdan de zeîf dixe. Ji ber vê jî gelê me ji bo xwe hêza parastinê dibîne, li PKK’ê xwedî derdikeve. Di dijî kesên dijminahiya Kurdan dikin disekinin. Ev jî baweriyek mezin dide me jî gelê me jî. Evê hin bêhtir pêşbidkeve û xurt bibe. Eger em kongreya netewî pêş bixin dê gelê me hin bêhtir bi hêz bibe û ev şerê di nava Kurdan de bi temamî ji holê rabe. Wê demê wê yekîtiya Kurdan hêza Kurdan çêbe û kesek nikare li pêşiya Kurdan bisekine. Kî bixwaze bisekine jî winda dike.

 

‘Dema ku li Kurdistanê te astengî û zehmetî rakirin, dikarî gelê Kurd ji mirinê rizgar bikî’

 

Nakokiyên di navbera partiyên siyasî de li Rojava, Başûr û Rohilatê Kurdistanê li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî astengiyan çêdike. Ji bo rakirina van astengiyên wê hewldanên we çawa be û di vê mijarê de xebatên we hene yan na?

 

Me bangewazî kir. Dema me ew bangewazî kir me dizanî ku li pêşiya kongreya netewî hinek astengi hene. Çi li nava Kurdan çi ji derveyî Kurdan me ev yek dizanî û me ev bangawazî pêşxistin. Ji bo kongreya netewî çêbibe astengî û zehmetî kêmin. Ji bo çêbibe derfet, zemîn hîn û firset hîn mezintire.

 

Niha  rastiyek jiyanê heye, di jiyanê  de her tiştek ne baş dibe ne jî xirab dibe, herdu alî pêkve dibin. Dibe aliyek bi giranî bandorê bike. Jiyan wisaye. Yanî jiyan bêpirsgirêk, bê zehmetî, bêastengî nabe. Ji xwe xweşikbûna jiyanê jî di vir de ye. Eger ku te tiştê ku jiyanê pêş nexe, xweşik nake, te rakir, tu mane didî jiyanê, wê demê jiyan digihe wateya xwe, xweşik dibe. Bi taybet yên ku li Kurdistanê  dixwazin azadiyê çêbikin, pirsgirêkên Kurdan çareser bikin, sîstemeke demokratik ji bo gelê Kurd ava bikin, lazime çi astenge, çi zehmetiyê çêdike, wane rakin, dema ku wan ji bo xwe pirsgirêk ditîn, dikarin rabikin. Dema ku wan rakirin dikarin li Kurdistane yekîtiyê pêş bixin, jiyanê pêş bixin. Daxwaziyên gel pêş bixin. Wê demê li Kurdistanê jiyan digihe armanc û maneya xwe. Ji ber ku dagirkeran jiyan kustiye. Bêwate kiriye. Bi navê jiyanê, Kurdan her roj dikuje, ji bo Kurdan gotine jiyane. Di rastiyê de ev ne jiyane. Tişta ku xizmeta Kurd neke, Kurd pêş naxe, ser naxe ji bo Kurdan nabe jiyan. Tişta ji bo Kurda nabe jiyan, ew ji bo Kurdan dibe mirin. Kurd nikare ji tişta ku wê dikuje re bêje jiyan. Kurd ew ferq kiriye, ya girîng ew ferq kirine. Çi dikeve xizmeta Kurdan,  Kurd bi ser dixe, Kurd  azadî û demokrasîbûnê pêş dixe, ev yek fêm kiriye. Ev yek hatiye fêm kirin, ji ber ku fêm kiriye dikare astengî, zorî û zehmetiyên heyî ji hole rake. Dema ku rêxistina me çêbû jî li ser vî esasî çêbû. Xeta ku ji xwe re esas girtî, li ser vî esasî pêşxist.

 

Dema ku li Kurdistanê te astengî û zehmetî rakirin dikari gelê Kurd ji mirinê der bixî. Pêşeroja gelê Kurd bibe azadî û vê bikî garantiyê de. Eger tu zehmetiya, astengiya tinebûne, ji bo xwe esas bigrî, ji xwe tu wê demê nikarî tiştek bikî. Tu bi temamî winda dikî. Eger ku te wan rakirin, esas wergirt ku te kir pisgirêka xwe ku tu çareser bikî,  ew çareser dibin. Wê demê di wê de pêşketin û serkeftin çê dibe. Wê demê ji bo Kurdan jiyan çêdibe,  nirx çêdibe, derfet çêdibe, ew Kurdan bi ser dixwe. Di aliye netewî de ji wisa ye, niha gelê me dixwaze bi giranî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar,  dixwazin, gelek partî û sazî dixwazin, hinek hêzen navnetewî dixwazin. Bi vê zemînê ku tu kar bikî dikarî bigihî encaman. Li gel vêna hinek ji li dijî wê ne. Ha ew zemînê ku min got, yê baş dibe sebeb ku tu yê  li dijî kongre disekine, wê astengiyê ji hole rakî. Tu dikarî rakî. Wê demê ew astengî û zehmetî ji holê radibin,  ew kongre pêş dikeve.

 

‘PKK berpirsyariya lidarxistina kongrê digire ser milê xwe’

 

Niha PKK'ê ji ber ku bangewazî kir, li wê xwedî derdikeve. Berpirsyartiyê dide ser milê xwe. Ji bo wê ji kar dike, wateya  wê çiye, astengiyên ku heyî dixwaze rake. Ji bo ku ew kongre di pratîkê de pêş bikeve û pêk bê. Ango PKK tu caran ve esas wernagre, nabêje astenge, zehmete çenabe. Ew ne felsefa vê rêxistinê ye.  Di felsefa vê rêxistinê de dema ku te xwest,  gorî wê ji te kar kir, tiştekî ku çênebe nîne. Dibe dereng an zû lê çêdibe.

 

Eger te nexwest û ji bo wê kar nekir tu caran çênabe, yanî tu tiştek ku nahele kongre çêbibe tu ji bo xwe esas werbigrî  tu nikarî kongreye pêş bixî û bi ser bixî. Tişta ku kongre dixwaze te ji bo xwe esas werbigrî, wê demê tu dikarî pêk bînî. Ji ber wê di PKK'ê de uslûbê ku PKK dimeşîne, objektîfe, yanî pirsgirêk fêm kirin, çareserkirin, pêşketin û serketin çêkirine. li diji uslûbê negatîv, uslûbê negatîv pirsgirêka tîne ziman û astengiyan û zorî û zehmetiyan tîne ziman. Ev çawa çareser nabin tîne ziman, belkî tîne ziman, belku rexne dike lê çareseriye esas nagre. Têde  çareserî nîne, ji ber vê ew uslûb tu caran pêşketin û serketinê çênake. Ew pirsgireka dide jiyankirin. ew pirsgireka mezin dike, ji ber vê çendê PKK li dijî wî uslûbî sekinî, heta niha ji ber wê ji ew uslûb li Kurdistane de zeif xist. Ew uslûbê dagirkerane, di nava civak û mirovên Kurd de pêşxistine. Eger Kurd bi xwe bawer neke, bi têkoşînê bawer neke, wê demê wê têkoşînê neke. Wê bêje nabe ji ber ku dagirker j bo Kurdan dibêje nabe, hûn nikarin dest jê berdin,  ji bo ku Kurd ji vê qebul bike. Ha dema tu li dijî vê sekinî tişta ku ew bêjin, nabe tu bêjî dibe û te ji bo wê kar kir wê demê ya Kurdan bi ser dikeve, yê dagirkeran  bin dikeve. Kurd wê demê qezenc dikin. Em bi vê felsefê, bi vê uslûba nêzîkî hemû meselan dibin, meseleya kongreya netewî ji em li ser vî  esasî pêş dixin.

 

‘Pêwîste her kes biberpirsyariyên xwe rabin’

 

Her wiha divê partiyên siyasî ji bo lidarxistina Kongreyê bikevin nava hewldanên çawa?

 

Daxwaziya endamên xwe pêk bînin. Baweriya min ewe ku partiyên ku li kongreya netewî xwedî dernakevin, endamên wan ji kongreya netewi dixwazin. Ji bo wê pewîste her kesek  li daxuyanya xwe xwedî derkeve. Ji bo ku hongre di pratîkê de zû pêş bikeve.  Berpirsyartiyên xwe yên dîrokî pêk bînin, ev, partî dibe, sazî dibe rewşenbîr dibin, hunermend dibin, nivîskar dibin yanî her kesek berpirsyartiya xwe hene û bi berpirsyartiya xwe rabin, bi taybet ji wijdanê gelê Kurd kî ye, hîn zêde hunermendin rewşenbîrin, nivîskarin, yên ku di çand û hunerê de kar dikin, pêwîste vana ji bo kongreya netewî erkê xwe yên dîrokî pêk bînin. Erka wan  çiye?  şiyarkirine, lihevhatin û daxaziyên gel anîna zimane.  Çi zererê dide gel ew bi gel dayîna fêmkirine. Dijî wê sekinîne.  Çi dikeve xizmeta gel ew di nava gel de pêşxistine. pêşengiya wê kirine. Eger wisa kar bikin baweriya min ewe ku kongreya netewî wê zû pêş bikeve. Çiqas zû pêş bikeve ji Kurd re wê  feydeyê  mezin bibîne."

 

(at/bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin