Smiley face
sorani
Smiley face

Hevserokê PJAK'ê: Em hewl didin mûxalefeteke hevbeş a Kurdan li Îranê saz bikin

2016-12-26 11:29:30
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî destnîşankir ku hewl didin ku mûxalefetekî hevbeş a Kurdan li Îranê saz bikin û got ku weke PJAK hewldana wan a esasî ewe ku ew li Îranê weke aliyên Kurd yek deng û yek helwestbine.


 

 

SORAN HISÊN/ QENDÎL


Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî têkildarî biryarên ku di kongreya pêncemîn a PJAK’ê de hatin girtin, pêwendiyên di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, lidarxistina kongreya netewî ya Kurd, hilbijartinên ku çend mehên din li Îranê çêbibûn û siyaseta Îranê ya navxweyî çêbû, bersiva pirsên ajansa me dan.

 

Siyamend Moînî diyar  ku weke PJAK hewldana wan a esasî ewe ku ew li Îranê weke aliyên Kurd yek deng û yek helwestbin. Moînî got: “Yek ji hedefa me ya siyasî ewe ku em weke aliyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê li Îranê mûxalefeteke Kurd saz bikine.”

 

Moînî, der barê biryarên girîng ku di kongreya wan a pêncemînd e derketin pêş jî wiha got: “Niha rêjeya jinan a di nava PJAK’ê de % 50’î ye û bi nûnertiyeke wekhev beşdarî hemû erk û organên PJAK’ê dike."

 

Moînî li ser ew daxuyaniya Rûhanî der barê mafên hemwelatîbûnê li Îranê de jî axivî û got: “Divê mafên hemwelatîbûnê nekin amûrekî ji bo hilbijartinê.”

 

Der barê rojeva kongreya netewî de jî Moînî dibêje: “Em weke PJAK amadene her erkeke ji bo lidarxstina kongreya netewî bikeve ser milê me, pêk bînin.” Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî axaftina xwe wiha dewam kir:

 

‘Jin û mêr bi awayeke wekhev û bihevre rêveberiya PJAK’ê dikin’

 

"Di kongreya dawî ya PJAK’ê ku di 15 û 16'ê Cotmeha 2016'an de hatî  lidarxistin de xalên herî girîng ên derketin pêş û hatin pejirandin çibûn?

 

Di kongreya çaremîn de rêjeya jinan di nava PJAK’ê de sedê 40 bû. Lê, di kongreya pêncemîn de me karî em rêjeyeke wekhev saz bikin û rêjeya jin û mêr bikin nîvî bi nîvî ( % 50). Ev yek ji wan pêşketinên vê kongreya me ya dawiyê bû. Niha jî em ji serokatiyê bigirin heya hemû organên PJAK’ê, rêjeya jin û mêr ya PJAK’ê wekhev e.

 

‘Emê zêdetir girîngî bidin pêywendiyên di navbera hemû partiyan de’

 

Di kongrê de we li ser pêywendiya di navbera PJAK û partiyên siyasî yên din ên Rojhilatê Kurdistanê de guftûgo kir?

 

Me di kongrê de nêzîkatî û pêwendiya di navbera hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê de weke hedefekî siyasî destgirt. Dema derbasbûyî jî me girîngî pê dida lê emê ji vêya şûnde zêdetir hewl bidin û hedefa xwe ku pêywendiyan bihêztir bikin.

 

‘Ji bo mûxalefeteke Kurdan li Îranê saz bibe pêşniyarên me hene’

 

Hûn asta têkiliyên xwe yên bi partiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê re çawa dinirxînin?

 

Weke PJAK di her aliyek de hewl didin ku li Îranê di navbera hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê de xebat bidin meşandin. Bê ferqeke îdeolojîk û li raboriya wê temaşe bikin, dikarin bibin xwedî gotineke hevbeş. Di meseleyên girîng de jî xwedî yek helwest bin. Bi şêweyekî bibin mûxalefetekî Kurdî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber vê yekê me çend proje pêşniyar kiriye ku em li ser guftûgo bikin.

 

‘Gelek ji wan baş pêşwazî kirin’

 

Bersiva partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji vê pêşniyar û daxwazên were çawa ye?

 

Me serdana hindek aliyan kiriye. Yên heya niha em çûne serdana wan bi keyfxweşî vê pêşniyar û daxwaza me pêşwazîkirine. Nêzîkatî û dostaniyeke baş hebû ji bo yek dengiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Hêvîdarin ku bikarin van guftûgoyên xwe veguherînin gavên pratîkî. Ji ber vê yekê divê hemû alî bi berpirsyariyên xwe rabin û erkên xwe pêk bînin.

 

‘Peywendiya me li gel hemû partiyan baş e’

 

Têkiliya PJAK’ê bi Herêma Kurdistanê û partiyên wê re di çi astekî de ye?

 

Peywendiya me li gel partiyên Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakûrê Kurdistanê pir başe. Lê divê em hemû partî zêdetir nêzîkê hev bibin. Li gel tevan jî di warê fikrî û riwangeh de ciyewaziya me heye.  Dîsa jî pêwendî û serdanên me ji bo bêne gel hev berdewamin. Divê li gel her partiyek jî herî kêm peywendî hebe. Me herdem jî gotiye, em dixwazin û hewl jî didin ji bo pêwendiyên hemû partiyan bi hev re bihêz be û bikarin xizmetek ji gelê xwe re bikin.  

 

 

‘Zîndanên Îranê bi kêsên daxwaza maf û azadiyê dikin, tije bûye’

 

Hûn rewşa gelê Kurd û gelên Îranê ya niha çawa dibînin?

 

Her ji destpêka hatina desthilatiya Komara Îslamiya Îranê ji 1979’an heya niha helwesta xwe ya li hember gelên azadîxwaz her xirab bûye.  Ji ber vê yekê em dibînin ku zîndanên Îranê bi mirovên ji bo azadî têdikoşin hatine tijîkirin. Ev jî bi ti awayî bi azadî û demokrasîxwaziyê re li hev nake. Sîstema Îranê şêweyekî dîktatoriyê ye ku dixwaze bi kuştin, zîndanîkirin û xistina bin zextê re hemû hêzên derveyî xwe têk bibe. Ji ber vê bi dîtina me divê guhertin di sîstema siyasî ya Îranê de saz bibe.

 

‘Îtlaat dikare red bike û ti kes jî nikare pêşî lê bigire’

 

Berî niha bi çend rojan li Îranê zagona mafê hemwelatîbûnê ketiye nîqaşê. Hûn weke PJAK difikirin ku wê ev zagon bikare guhertinek di sîstema siyasî ya vî welatî de saz bike?

 

Hesen Ruhanî (Serokkomarê Îranê) vê projeyê ragihand, ev gaveke baş e. Lê, em pêkanîna wê zehmet dibînin. Ji derveyî ku min go,t pêkanîna wê zehmete, em weke bangeşeyeke ji bo hilbijartinên dema pêş yên Îran ji aliyê Ruhanî ve dinirxînin.

 

Armanca desthilat jî ewe ku bêjin me guh daye gelên Îranê û me azadiya wan zêdetir kiriye. Divê ev di konseya parlementoyê de were erêkirin. Yan hem di warê pêkanînê de hem jî di warê zagonî de wê bihêsanî ji aliyê Îtlaatê ve were redkirin û ti hêzek jî wê nikare pêşî li wê bigire.

 

‘Ev ne gaveke ewqas mezine, gaveke biçûke

 

 

Eger Konseya Parlementoya Îranê vêya erê bike, bandoreke xwe ya çawa dê ji bo gelên Îranê hebe?

 

Weke min got, ev gaveke ji bo bi hev re jiyankrina gelên Îranê û parastina çand û nasnameya gelên li vî welatî de dijîn. Ne ku tişteke pir zêdeye, ev tişteke pir biçûk e li gorî tiştên ku em dixwazin û behsa wê dikin, biçûk jî dimîne.

 

‘Divê gelên Îranê dengê nerazîbûnên xwe bilind bikin’

 

Li beramber vê siyaseta Îranê peyama we ya ji gelê Kurd û tevahî gelê Îranê re çiye?

 

Di nava her sîstemeke dîktator de girînge ku civak bizane berjewendiyên xwe di çi de ye. Bi dîktatorî çar aliyên civakê dorpêç dike û têk dibe. Civaka Îranê jî divê xwe rêxistin bikin û nerazîbûnên xwe yên ji vê sîstemê derbirin û xwe rizgar bikin. Ji ber ku desthilatiya Îranê ne tenê di warê azadî û siyasetê de şikestxwariye, di mijara aboriyê de jî şikest xwariye.

 

Aboriya Îranê li yek ji parêzgeheke mezin a Îranê ya wek Kirmaşanê şikestxwariye. Rêjeya bêkarî gihiştiye sedê 40. Ji ber vê divê gelên Îranê daxwaza azadî, nan û mafên xwe bikin. Îran û sîstema xwe nikare ji daxwazên gel re bibe bersiv. Me pêşniyara konfederalîzma demokratîk kiriye. Di vê sîstemê de gel û hemû baweriyên cihêreng dikarin bi awayeke wekhev bihevre bijîn. Ji ber vê yekê divê civak xwe ji vê sîstema niha rizgar bike.

 

Dikare bêgotin Îran siyaseteke cûdatir ya aboriyê li Rojhilatê Kurdistanê birêve dibe?

 

‘Dibe ku aborî bibe sedema têkçûna sîstema Îranê’

 

Hîn ji dema şahê Îranê ve jî sîstemekî cûda li hember Rojhilatê Kurdistanê hatiye esas girtin. Ne xwastine ev herêm pêşbikevin. Ne tenê Rojhilat beşeke din a mezin a Îranê jî qeyraneke wiha dijî. Sîstan û Belûcîstan weke Kurdistanê ye. Xûsîstan ku li ser petrolê dirazê di heman rewşeke xirab de ye. Ev jêdera xwe ji gendeliya di nava sîstema Îranê de digire. Ji lewma dibe ku aborî pirsgirêkeke mezin ji bo dewleta Îranê û sîstema wê saz bike.

 

‘Reformîst dixwazin hindek guhertinan çêbikin’

 

Biryare çend mehên li pêş me du hilbijartin li Îranê çêbibin. Hûn dikarin çi pêşbîniyek di vê derbarê de bikin?

 

Wer diyare ku reformîst (Isleh teleb) dixwazin di vê hilbijartinê de reforman çêbikin. Beşek din a mûhafazekaran jî (Usulgera) dixwazin berdewamî bi vê sîstema niha bidin. Ya rastîn Îran xwe weke partiyekî birêve dibe.

 

‘Îran mûxalefeteke sexte çêdike’

 

Bi dîtina we dê bandoreke mûxalefetê li ser van hilbijartinan çêbibe?

 

Îran bi vê sîstema xwe, dixwaze di navxweyî de mûxalefeteke sexte der bixe. Armanca wan ewe ku mûxalefeta esasî ya gel bêdeng bikin. Dixwazin mûxalefetê bêbandor bikin. Ruhanî bi karên niha nikare qet guhertinekî çêbike. Em jî weke her timî bûye, naxwazin ti demî di sîstemeke wiha de cih bigirin. Bi baweriya me ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Îranê dema vê sîstemê qediyaye.

Ji bo hilbijartinên konseya parlementoya Îranê jî, ji bo ew kesên ku dixwazin bibin namzet gelek astengiyan çêdikin, da nebin namzet. Wan kesan dipejirînin ku di serada sîstemê re derbas bibin û dilsozê sîstemê bin. Bi vî awayî wan jî ji nûnertiya gel dikarin qût bikin û bibin nûnerê sîstema Îranê. Berê jî her wisa bûye. Lê dibe ku hindek gûhertin çêbibe, endamên konseyê jî dest bi karê xwe bikin û bikevin xizmeta gelê xwede.

 

Li gorî nêrîna we yek dengiya partiyên Kurd wê bandoreke çawa li ser hilbijartinên Îranê bike?

 

‘Ji bo yek dengiya partiyan hewldan û pêşniyarên me hene’

 

Helbet wê bandoreke xwe hebe. Pêşniyara me ji hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê re kiriye ewe ku bi yek dengî bikevin hilbijartinên Îranê. Em dikarin vêya guftûgo bikin, yek deng û yek helwestbin. Ev jî wê bandoreke xwe ya pir mezin li ser gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî bike.

 

‘Kabîneya Obama zêdetir nêzîkê Îranê bû’

 

Donald Trupm dibe serokê Amerîka. Bi dîtina we ev guhertin wê bandoreke çawa li Îranê bike?

 

Kabîneya Obama ku ji lîberalan pêk dihat zêdetir nêzîkî sîstema Îranê bû. Hewl dida bi rêya aborî zext bike. Ev jî di oxira berjewendiyên hêzên mezin de bû. Lê daxwaz û bendewariyên gel ji vêya cûdatire. Niha yek ji wan wezîrê ku Trump destnîşankiriye tê gotin ku kesekî li hember Îranê hişke. Lê, em niha nikarin zêde bigihijin nêrîneke zelal di vê derbarê de. Dema pêşde wê siyaseta wan zêdetir zelal bibe, emê bikarin baştir li ser biaxivin.

 

‘Hevsengî guherîn’

 

Civîna sê alî di navbera Îran-Tirkiye û Rûsya de çêbû, hûn divê derbarê de dikarin çi bêjin?

 

Gelek hevdîtin di navbera van hêzan de çêdibin. Li Iraq û Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de berjewendiyên van hêzan hene. Ev jî di çarçoveya berjewendiyên xwede ye. Destpêkê Amerîka hewlda mûdexeleya rewşa Sûriye bike û bêje ku em dizanin Tirkiye piştgiriya çekdarî ji bo eniya El-Nûsra dike, li dijî DAIŞ’ê. Her wiha mijara rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê derkete holê. Tirkiye wek endamekî NATO’yê xwast vêya li ser esasê berjewendiyê xwe bikarbîne. Lê, hevseng gûherîn.

 

Ya me destpêkê dît, Esad bi temamî Sûriye girt, beşeke pir a eniya Nûsra û DAIŞ, çeteyên din Sûrye girtin. Ev bû sedem ku hevsenga hêz were guhertin. Piştre rûniştin jî li ser bingeheke din destpêkir, di nava hindek welatan de. Li vir jî bi pêşengiya Rusya, Îran û Tirkiye û Esad ku pêkhat, rola wan di têde heye. Tirkiye xwast peyamekî bide Amerîka û bêje ez dikarim ji NATO derbikevim, alternatîfa min jî heye. Ev jî peymana Şengaye. AKP bi vê siyasetê Tirkiyê berbi hilweşandinekî mezin ve dibe.

 

Bi dîtina we dikare bandorê li ser Rojavayê Kurdistanê jî bike?

 

Bêguman. Her civîneke di navbera her sê welatan de çêdibe ne tenê Rojavayê Kurdistanê, bandorê li hemû Kurdan jî dike. Lê dibe ku bandoreke rasterast li Rojavayê Kurdistanê bike. Ancax, divê Kurd bikarin siyasetekî girîng û bihêz esas bigirin. Ji ber ku em di rewşeke nazik de ne. Yek dengî û yek helwestbûn di nava Kurdan de zehf girînge. Ji xwe Rojavayê Kurdistanê jî di vê hewldanê deye. Ew di siyaset û şer de jî pêşengiyekî baş dikin.

 

 

‘Divê kongreya netewî nebe qurbanê hindek berjewendiyên aborî’

Li gorî nêrîna we di van şert û mercan de lidarxistina kongreya netewî dikare bandorekî çawa saz bike?

 

Bêguman pir girînge. Dikare di siyaseta navnetewî de Kurd bike yek. Lê, mixabin ji ber pêwendiya hindek welatan bi hinek partiyan re li ser esasê berjewendiyên aborî heye, ev bû sedem ku kongreya netewî çênebe. Çi dibe bila bibe divê Kurd vê kongreyê lidarbixin.

 

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) banga lidarxistina kongreya netewî kir. Hûn weke PJAK ta çi astek piştgiriya vê bangawaziyê dikin?

 

Me piştgiriya vê bangewaziyê kir û pir jî girîng dibînin. Ji bo lidarxistina kongreya netewî jî amadene her erkeke bikeve ser milê me pêkbînin. Me ji hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî xwast ku em tev bihevre bi yek dengî beşdarî vê kongreya netewî bibin."

 

(bz)  

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin