Smiley face
sorani
Smiley face

Serokê Parlamentoyê: Di vê qonaxê de kongreya neteweyî pêwîstiyeke

2016-12-17 11:35:01
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê  Dr. Yusif Mihemed ragihand ku di vê qonaxê de kongreya netewî pêwîstiyeke û xwest ku weke salên buhrî  hewldanên ji bo li dar xistina kongreyê bê encam nebe.


 

 

SORAN HISÊN / SILÊMANÎ


Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed di hevpeyvînekî taybet a li gel ajansa me de balkişand  ser siyaseta Herêma Kurdistanê,  sedemên krîza aborî, peywendiyên parlamena Herêma Kurdistanê bi parçeyên din ên Kurdistanê re û ragihand ku di vê qonaxê de kongreya netewî pêwîstiyeke û got: "Di van deman de Kurd bi xwe dostê xwe ye. Niha dewletên cîran ji her yekê berjewendiyên taybet û berjewendiyên asayişa xwe heye. Ji hemû kesê bêhtir em bi xwe dostên hevdûne."

 

Berfirehiya hevpeyvîna ligel  Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê  Dr. Yusif Mihemed wihaye:

 

"Li gorî we ev rewşa niha ya li Herêma Kurdistanê heye çima derketiye? Gelo ev rewş encama berjewendiyên şexsî ye?

 

Ji ber ku berjewendiyên şexsî xistiye pêşiya berjewendiyên nîştimanî, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê derketiye holê. Lê mixabin her bi vî awayî berdewame.  Eger me ji bo berjewendiyên gelê xwe kar bikira, em ne digihiştin vê rewşê.

 

‘Ji ber ku Mesûd Barzanî dest ji kûrsiyê xwe ne berda  ev krîz derketiye’

 

Barzanî hûn weke sedemê krîzê nîşan da. Fikrê we li ser çiye?

 

Em hemû dizanin, ji ber ku Mesûd Barzanî dest ji kûrsiyên xwe ne berdaye, ev krîz derketiye. Me li parlamenê ji bo nûkirina  yasaya serokatiya Herêmê, çar proje yasa hebû. Wan me wekî dijî yasay dan nîşandan.  Ewê ku karê ne yasayî dike Barzanî bi xweye. Ji ber ku serokatiya wî ya Herêma Kurdistanê ne rewaye.

 

‘Mijara me alîkariya ji bo pêşmerge, şervanan bû’

 

Hûn erkê Barzanî rewa nabînin, gelo we di serdanên xwe yên welatên derve de qala wê kir, ji ber ku ji derve da weke serok danûstaninan li gel dikin?

 

 

Me weke karê xwe yê sereke qala wê nekir.  Lê me di qada navnetewî de qala demokrasiya Herêma Kurdistanê kir. Lê Civaka navnetewî  agadarî van binpêkirinên demokrasî yên li Herêma Kurdistanê û ji ber wê ji xemgînin. Ew niha giringî  bi şerê DAIŞ'ê didin, hêvîdarim di pêşerojê de daxuyaniyên zelaltir bikin. Ew mijarên ku ji derve me qala wan kirî, mijarên rojeva sereke ya gelê Kurd bûn. Mijar ji şerê dijî DAIŞ’ê bû. Her wiha mijara alîkarî dayina hêzên pêşmerge û şervanan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat guftûgokirin. Her wiha rewşa penaberan ya li Herêma Kurdistanê ji  mijarek din ya hevdîtinan bû. Armancek din ya hevdîtinên me yên ji derve ji  avakirina Şengal, Kobanê û Celewla bûn.

 

We ji bo dosya sûcên dijî Êzidiyan  hatin kirin, çi pêngav avêtine?

 

 

Me di hemû serdanên xwe de dosya jenosîda Êzidiyan daye nasandin.  Ev  yek ji karê me yê herî serekebû.

 

 

‘Ji bo ti gavek neyê avêtin partiyên siyasî zext li ser komên xwe dide çêkirin’

 

Niha qet sedemek heye ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê neyê aktîvkirin?

 

Mixabin partiyên siyasî ji bo çareserkirina rewşa Herêma Kurdistanê, îradeyek rast nîne. Biryare ku civînên partiyan despê bikin. Lê ez dibînim ku partiyên siyasî ji bo gavên çareseriyên neyên avêtin, zextê li komên xwe dikin.

 

‘Ez ne sedema krîza  siyasî û aborî me’

 

PDK ji bo aktîvkirina parlamentoyê, mercê guhertina Dr. Yusif Mihemed dide, hûn çawa dinirxînin?

 

 

Me li Herêma Kurdistanê du krîz heye. Krîza siyasî û krîza aboriye. Ez ne sedema krîza siyasî û yasayî me, ew ji peywendîdare bi serokatiya Herêmê ve. Her wiha ne çavkaniya krîza aborî me jî. Ew ji bûye sedama qutkirina debara welatiyan.

 

‘Eger alî lihev bikin ez amademe’

 

Eger alî lihev bikin, hûn amadene dest ji kar berdin?

 

Ji bo çareserkirina krîzan, eger aliyên siyasî û desthilat li hevbike, ku ew ji PDK dest daniye ser piraniya wê, li hev bikin û her sê serokatî biguherin, ez amademe ligel tevgera xwe bim. Ji ber ku wan ji bo vî erkî piştgiriya min kirin.   Wê gotinên min li ser girêdana wê biryarê hebe. Ji hemû partiya dixwazim ku dest ji pînekirinê berdin. Ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê bi  pîneya naguhere.

 

Pêwîste ji bo pirsgirêkan çareseriyek bingehîn  bê dîtin û carek din dernekeve. Ez mînakek bidim. Eger sala 2013’an û berî proje yasayek ji bo nûkirina serokatiya Herêma Kurdistanê û destûra Herêmê hebûya, pirsgirêka serokatiya Herêmê nedigihişt vê dema parlamenê  û ev rewş ji dernediket. Niha ji bo na wê her ev dema Parlamenê û  ev serokê parlamenê bûye  qûrbanî, lê ew pirsgirêkên weke krîza serokatiya Herêmê, bûdce û debara gel, ji bo demek din ya parlamenê neyê paşxistin.”

 

‘Pêwîste îradeyek cidî hebe’

 

Tê gotin ku wê şandek ya PDK’ê were bajarê Silêmanî, li gorî we wê  li hevbikin û pirsgirêkan çareser bikin?

 

Ez naxwazim bikevin pêşiya bûyeran. Bala min li ser pêşketinane. Lê wekî min gotî,  pêwîste ji bo çareseriyan îradeyek cidî hebe.

 

‘Ti nirxekî hilbijartinê li Herêma Kurdistanê nemaye’

 

Li gorî yasayê, pêwîste di sala buhrî de hilbijartin li Herêma Kurdistanê pêk bihata. Gelo di vê rewşê de hêza birêvebirina hilbijartinê heye?

 

Di bingeh de ti nirxekî hilbijartinê li Herêma Kurdistanê nemaye. Dema ku  partiyek siyasî bi riya leşkerî parlamenê rawestîne,  serokek ji bo 4 salan hat hilbijartin û du salên din hat dirêjkirin, piştî wê ji dest ji kûrsiyê wê ne berde, wê demê ti nirxekî hilbijartinê nemaye. Heta ku em siyaset ji xwere bingeh negrîn, bawer nakim ku hilbijartin li Herêma Kurdistanê  ti pirsgirêkekê çareser bike.

 

‘Partî pêşmergeyan  bikartîne’

 

Li gorî wê hevsengiya siyasî bê guhertin yan na?

 

Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka serek ewe ku, partiyên siyasî naxwazin dest ji desthilatdariya xwe ya li ser hêzên leşkerî de berde. Baş dizanim ku hêzên leşkerî, bi taybet pêşmergeyên qehreman bi wê desthilatdariyê xemgînin. Pêşmerge naxawazin ku aliyên siyasî ji ber  pêşbaziya siyasî wan bikar bînin.

 

 

Heya destê partiyan li ser pêşmergeyan nerabe û hêzên pêşmerge nekin hêzek hevpar, ji bo hemû Herêma Kurdistanê, em nikarin hêviyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî ji bibînin. Her wiha tirsa mezin ewe ku rojekê wê ev partiyane ji ber nakokiyên di navbera xwe de hêzên pêşmergeyan li hember hev bikar bînin. Lê mixabin wisan lê hatiye ku heta pêşmergeyek ji maye di berjewendiyê xwe de bikarbînin.

 

‘Ew durûtiye, partiyek li Bexda çi bêje, divê li Herêma Kurdistanê ji wê bêje’

 

Bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyên Komên Kurdî ve li Bexda hat qebûlkirin. Ji derveyî Tevgera Goran, niha heman  aliyan red dikin. Fikrê serokatiya Parlamnetoya  Herêma Kurdistanê  li ser wê çiye?

 

 

Ewe bi xwe dirûtiye. Partiyek siyasî pêwîst ruhek  yekgirtî hebe. Li Bexda çi bêje pêwîste li Herêma Kurdistanê ji wê bêje.  Lê mixabin sedema wêji desthilatdariya leşkeriye. Ew ji partiyên siyasî  neçar dike û  li Hewlêr axaftinek din bike. Dibe ku ew axaftinên li Bexda û Silêmanî kirî neya partiyan be.

 

‘Ew kesên ku bûne sedem pêwîste lêpirsîn li ser wan were kirin’

 

Li gorî we, divê bûdceya Herêma Kurdistanê  ji Bexda bê dayîn yan  Herêm bi xwe petrolê bifiroşe?

 

 

Li gorî min ya baş ewe ku berjewendiyê gel li ber çav were girtin. Welatî westiyan, ev  sê sale di nav krîzek kûr de dijîn. Ev sal temam bû, hinek hene 4 meh, hinek ji 6 meh mûçeyên xwe ne wergirtîne. Ji ber wê ya girîng berjewendiyê gel bê destgirtin. Eger neyê dest girtin, kê xeletî kir û çawa kir, divê dadgeh biryar li ser bide.

 

Rewaye ku ji bo yek varêl petrola Herêma Kurdistanê  16 dolar bimîne. Ewên ku  bûne sedem pêwîste lêpirsîn li ser wan were kirin. Ji ber ku niha petrol di bazara cîhanê de 50 dolare, ji bilî wê beşek din ku girînge debara gele. Eger petrol bi rêya Bexda bê firotin û mûçeyên Herêmê bê dayîn, tiştek gelek başe. Eger wiha ji nebe pêwîste desthilatdariya Herêmê ku xwe weke  Hikûmeta Herêmê bi nav dike,  qala wê dahata xwe bike ku çi bi ser hatiye û li kûye? Eger heye kerem bikin li welatiyan belav bikin. Eger nîne dest jê berdin ku bila welatî zêdetir zererê nebînin.

 

‘Bêguman siyaseta petrolê hilweşaye’

 

Li gorî we siyaseta petrolê li  Herêma Kurdistanê  hilweşaye?

 

Mixabin siyasetek gelek xelet li ser petrol û gaze di şopînin. Her wiha ew fikrê ku digot, em xwedî gelek petrolêne û hêzek ji bo  derxistina petrol û gazê sazbikin, ez ji li gel bûm û şirketên cîhanî bên Herêma Kurdistanê. Lê em dibînin ku petolê parçe parçe difiroşe. Hemû Herêma Kurdistanê li ser 50 bilokên petrolê hatiye parçekirin. Her yekê ji aliyê şirketek ya Herêmê ve tê birêvebirin. Ew ji sûcek mezin û şaşîne dikin.

 

Petrol weke dahatek sereke dîtin bi xwe ji xeletiyek mezine. Eger ji bo gelên din xeletiyek be, ji bo me du xeletiye. Min qala vana li gel civîna hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kiriye. Ji ber ku ti sînorê me li gel deryayan nîne. Di encam de ji bo şandina petrolê pêwîstiya me bi  welatên cîran dibe. Ew dewleta ne ji her dema ku bixwazin  dikarin li pêşiya şandina petrolê bibin asteng.

 

Niha li herêmê welatê di hêla avê de dewlimend di rêza yekem daye, di aliyê erdê çandiniyê ve ji xwedî erdek berhemdare, di hêla bikaranînê de ji yek ji gelê herî kevinin. Ji ber wê ez israr dikim ku siyaseta petrola Herêma Kurdistanê  hilweşaye. Vê yekê bibînin,  petrolê difiroşin deyndarin,  nikarin mûçeyê gelê Herêma Kurdistanê bidin. Ji ber wê  dibêjim  xeletiyekî mezine dikin.

 

‘Pêwîste rêyek ji bo çareseriyê hebe’

 

Li gorî we  ji bo çareseriya vê rewşa divê çi bêkirin, gelo  ji bo  gelê Herêma Kurdistanê hêviyek heye?

 

Bêguman heye, lê li Herêma Kurdistanê çareserî nehêsane. Eger îradeyek bihêz  hebe,  eger ev partiyane  bi siyaseta niha kar nekin, ji bo berjewendiyê giştî kar bikin, wê pirsgirêk bê çareserkirin.

 

Di demên bohrî û niha de ji hertim xaka Herêma Kurdistanê ji aliyê  hêzên cûr bû cûr ve tê bombarduman kirin. Derbarê vê de parlamentoya Kurdistanê çi gav avêtiye?

 

Hemû deman me li  hember wan bombardumanan helwesta xwe nîşandaye. Dibe ku li ser wan helwestan  rastî pirgirêkan ji hatîn. Lê parlamena Kurdistanê li ser pirgirêkên netewî, bawer nakim qet demboriyek xwe hebe. Dibe ku ev dema parlamenê li ser parçeyek din bêvekirin, ne  li ser  navxweyi ya Herêmê.

 

Ew biryarên parlamenê yên li ser Rojava ji bo îradeya gelê me girîngbûn.  Şandina pêşmergeyan ji bo Rojava û hinek karên din yê vê dema parlamenê cihê serfiraziyêye.

 

Niha peywendiyên we ligel Rojavayê Kurdistanê çawaye?

 

 

Bi hemû fikrên cûda  me peywendiyek baş li gel partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê heye. Min gotibû bila parlamento  bibe sîwanek ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê. Her demê me  wek nûnerê hemû kurdan hewldaye li hember metirsiyan  bandor bin.

 

‘Bi ti awayî nabe ku nûnerên gel bên girtin’

 

Wek serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, fikrên we li ser darbeya  AKP’ê ya li Bakûrê Kurdistanê ya dijî HDP'ê û girtina hevserok, parlamenterên HDP’ê û nûnerên kurdan çiye?

 

Berî niha me peyamek weşandibû. Ne tenê li ser  girtina  rêzdar Hevserokan, di heman demê de li ser  parlamenter û  serokê şaredariyan ji me peyam weşandibû. Ji ber ku qet nabe bên  girtin. Bi ti awayî nabe  nûnerên rewa  ku ji aliyê gel ve hatî hilbijartin, werin girtin. Tenê dikare danûstandinan li gel de bikin. Me di xwest hebûna HDP’ê hêviyek kûr ava bike. Her wiha bibe  pirek di navbera  aliyên siyasî yên hikûmeta Tirkiyeyê û nûnerên Kurdan de. Da ku aştiyek li Tirkiyeyê pêkbîne.

 

Gelo ev girtinane  pêvajoya aştiyê tine nake?

 

Ev şêwaza girtin, windakirin, kuştin û şerkirin di sedsala bohrî de  ji bo tinekirina pirsgirêka  Kurd û Kurdistanê li her çar parçeyan bû. Lê di hemû şêwazên xwe de serneketin. Ji ber wê pêwîste hikûmeta Tirkiyeyê bizane ev ne rêya çareseriyêye. Dikare hemû girtiya berde û rêya asankirina guftûfoyê, rêya çareserî û aştiyê bibîne.

 

‘Di vê qonaxa nazik de kongreya netewî gelek girîng û pêwîste’

 

Di niha de hemû Kurd nizîktirî hevdu bûne, KCK’ê ji xwest ku di demek zû de kongreya neteweyî bê lidarxistin. Gelo ev çiqas girînge û niha çiqas derfeta wê heye?

 

Hemû deman kongreya neteweyi  û lidarxistina sîwanek ji bo karkirina hêzên Kurdistanî, li her çar parçeyên Kurdistanê karek girîng û pîroze. Bi taybet di vê qonaxa nazik de pêwîste. Lê mixabin eger du sal berî niha, kongreya neteweyî bihata li darxistin, wê doza me ya li hember şerê DAIŞ'ê zêdetir pêşketiba û sûd bêhtir bi desketibûya. Lê niha jî ji bo em li ser metirsiyên pêşerojê baldar bin, kongreya neteweyî gelek girînge.

 

'Di van deman de Kurd bi xwe dostê xwe ye'

 

Çima heya niha ev kongre ne hatiye li darxistin û hatiye paşvexistin?

 

Mixabin ez gelek bi xemgînî dibêjim, îradeya partiyek siyasî li Herêma Kurdistanê  û li parçeyên din yên Kurdistanê li pêşiya li darxistina kongreya netewî astenge. Di van deman de Kurd bi xwe dostê xwe ne. Niha dewletên cîran ji her yekê berjewendiyên taybet û berjewendiyên asayişa xwe heye. Di be ku ji bo berjewendiyên kurdan hevdû negrin. Ji hemû kesê bêhtir em bi xwe dostên hevdune. Mixabin niha berovajiye.

 

‘Pêwîste dûr nekeve û dest danîn ser birînên xwe’

 

Gelo bi serdana aliyên herçar parçeyên Kurdistanê wê nekarin di nava Kurdan de zemînekê ji bo yekîtiya Kurdan avabikin?

 

Rûniştin, serdan û guftûgokirin her demê başe. Guftugoyên di navbera aliyên siyasî derketiye holê, başe. Lê ya girîng ewe ku dereng nekeve û em bi hev re dest danîn ser birên xwe. Ji ber wê pêwîste ev serdan ne li bin navê civînan debe. Bila ew serdan ji bo çareserkirina pirsgirêkan debe."

 

(rk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin