Smiley face
sorani
Smiley face

‘AKP dixwaze bi van girtinan qada siyasetê teng û tine bike’

2016-12-06 08:24:04
Serokê berê yê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar balkişande ser zextên vê dawî li dijî siyaseta Kurd û got: “Bi van girtinan dixwazin qada siyasî teng û tine bikin. Em dikarin vê pêvajoyê wek pêvajoya siyaseta zextê binirxînin.”


 

 

ALÎ KOÇER / AMED


Li Tirkiyê di etmosfera girtin û giran a siyasetê de êrîşa li dijî Kurdan zêdetir dibe. Êrîşên bi armanca qirkirina siyasî li dijî HDP û DBP’ê û rêxistinên demokratîk di asta herî jor de ye. Der barê vê mijarê û mijarê wek şeva girtina Selahattîn Demîrtaş û qetilkirina Tahîr Elçî de, Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ji ajansa me re axivî û nirxnadinên girîng kir.

 

Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar di dewama axaftina xwe de bal kişande ser zext û êrîşên dewleta Tirk de wiha dewam kir:

 

‘Bi girtinan dixwazin qada siyasetê teng û tine bikin’

 

"Di van demên dawî de li dijî HDP û DBP’ê qirkirina siyasî dimeşe. Hûn di warê huqûqî de vê rewşê çawa dinirxînin?

 

Ji bo nirxnadina vê yekê divê em vegerin salek berê. Salek beriya niha dewletê li ser vê erdnigariyê konsept û siyasetek nû xiste dewrê. Çibû ev konsept? Wê zimanê leşkerî were esasgirtin. Konsepta ku wê mijaran bi rêka êrîşên leşkerî biçewisîne. Ji bo van konseptan pratîk bike, divê astengiyên li pêşiya xwe rake. Herî zêde jî civakê dixe hedefa xwe û wiha dixwaze bêdeng bike. Wê demê civak xwe bi çi îfade dike? Civak xwe bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî îfade dike. Civak bi şaredariyan tevlî rêveberiyê dibe. Divê mirov van hemiyan bihevre di nava tabloyekî de bibîne. Yekparebûna wan bi vî awayî pêkane. Zextên li ser ragihandinê û girtina gelek sazî û dezgehan, girtina hevserokên şaredariyan û anîna qeyûmê li şûna wan, parçeyek ji vê konseptê ye ku berdewam dike. Bi taybet anîna qeqûmê li şûna şaredariyên DBP’ê rastiya heyî baş nîşan dide.

 

Piştî 15’ê Tîrmehê bi behaneya ku peywendiya wan bi rêxistina Fetulahiyan re heye, 4 serokşaredarî ji erka wan dûr xistin. Di nava wan de jî qeyûm erkdar kirin, ev qeyûm di nava Meclîsa Şaredariyê bixwe de hilbijartin. Li gor vê prosedurê ew kesên ku berê meclîsê hilbijartibû hatin erkdarkirin. Lê belê ya DBP ne wisa bû. Li şûna wan Walî, alîkarên Walî yan jî qaymeqam erkdarkirin. Dema mirov temaşeyî vê rewşê dike, dewletê rêveberiya herêmî hemû navendî kir û rêya nefesstendina civakê xetimand. Ji ber hebûna mafê destlênedanê, heta astekî dest nedidan parlamenteran. Lê ew jî bi binpêkirina qanûna esasî, madeyek demkurt li ser qanûna esaqsî zêde kirin û ev rêbaz jî ceribandin. Em ji vê re jî dikarin wiha bêjin; Ger sûcek di holê de hebe û ji kesekê zêdetir ew sûç kiribe, wê demê hemû bihevre li ser wê sûçê tên dadgehîkirin. Lê belê dosyayên parlamenterên HDP’ê hemû ji hev cuda ne. Ev jî ji aliyê dozgerekî ve tê meşandin, îfadeya wan jî bi çar zimanên cuda û di heman kêliyê de tê wergirtin. Bi vê yekê re jixwe di nava civakê de ferasetek bi vî rengî çêdikin ku operasyonek siyasî heye. Ji aliyekî qada siyasî ya Kurdan teng dikin û zemînê legal ji holê radikin. Ji aliyê din ve dixwazin Kurdan tenê di qadeke leşkerî-siyasî de heps bikin û ji hemû cîhanê re bêjin; Komên çekdar ên terorîst. Herî zêde jî dewleta Tirk dixwaze vê yekê bike. Dixwaze qada sivîl û demokratîk vala bike û Kurdan tenê bi têkoşîna çekdarî re bi sînor bihêle.

 

‘Dada Tirk di asta herî jêr a dîroka xwe de dijî’

 

Etmosfera Kurdistan û Tirkiyê di rewşek herî giran de ye. Bi taybet hedê êrîş û zextên li ser gelê Kurd tineye. Hema bêje huqûq di welat de di asteke tinebûnê de ye. Li hember vê yekê çima mekanîzmayên huqûqî ewqasî bêdeng in? Hûn bêdengiya rêxistin û saziyên wek Baroyan çawa dinirxînin?

 

Jixwe desthilatdariya siyasî li hember her kesî van zextan dimeşîne. Wek nimûne ji Kurdan re dibêje; ‘Hûnê di cihê xwe de nelivin, ger hûn dengê xwe derxin, ez ê we sûçdar bikim û bigrim!’ Sûçên gelekî ji rêzê ne, wek mînak du daxuyanî daye. Şansek din ji bo dozgeran nîne, hatine tirsandin û dibe ku her kêlî wan wek endamê komek îlegal binav bikin. Ji bo wê jî neçar dimîne di çarçoveya daxwazên desethilatdariyê tevbigere. Ji ber vê yekê dada Tirk di asta herî jêr a dîroka xwe de ye. Ji bo wê jî sazî û dezgehên dozgeriyê hemû di bin zextan de ne. Hinek ji baroyan piştî darbeya 15’ê Tîrmehê ketin derdê vê yekê ku wan wek darbekar binav bikin. Ji bo wê jî hikûmetê ji wan re çi got, pêk anîn. Gelek tişt ji nedîtî ve hatin. Dibe ku kesekê di nava dewletê de rêxistinek din avakiribe. Huqûq ji bo wan wiha dibêje; Tuyê wê bigirî, delîlan daynî pêşiya wê û ceza bikî. Lê qet êşkence nakî! Li şûna wî nabe tu hevjîn yan jî birayê wî bigirî. Li hember huqûqê kes efû nabe, jixwe hûn ne huqûqnas in. Baro û Yekîtiya Baroyên li Tirkiyê hemiyan çavê xwe ji vê rastiya derveyî huqûqê re girtin. Wisa fikirîn; Ger em li dijî derbikevin, yan me rêxistina Fetulahiyan parastiye yan jî wê bêjin peywendiya wan û PKK’ê heye. Bi têgîna ku ‘Jixwe dewlet li şûna min ya pêwîst dike’, bêdeng dimînin. Lê belê roj were, ev pêkanîn wê li wan bizivire. Erka Baroyan di qanûna esasî de ewe ku xizmeta giştî bike û divê hebe. Ne buroyeke ku kengê dilê wan xwest wek buroyekî bigrin.

 

Di dema 12’ê Îlonê de jî ne wek niha bû, baro vekirîbûn û saziyên xwe bixwe hildibijartin. Divê mirov balê bikşîne ser vê mijarê. Ji baroyan re erka qanûnî hatiye dayîn ku divê mafê mirov biparêze û li ser huqûq re ye. Ji baroyan re niha erkek berovajî hatiye dayîn, ew jî bêdengî. Erka baroya ewe ku li dijî êşkenceyan rawestin, azadiya rêxistinkirinê û mafê demokratîk biparêzin. Di rastî de erka baroyan wiha ye ku pêk neynin, erka xwe binpê dikin. Di Tirkiyê de ji qanûnan wêdetir prensîbên siyaseta delwet û rêveberiya wê serwere û guncav tê dîtin. Bi van prensîban jî qanûn û qanûna esasî tê binpêkirin.

 

‘Di dema 12’ê Îlonê de jî tiştek wisa nebû ku saziyan bigrin’

 

Gelek buro û sazî hatin girtin. Di nava van de saziyên huqûqnasan jî hebû. Hûn vê çawa dinirxînin?

 

Em van hemiyan dikarin di çarçoveya rewşa awarte OHAL de binirxnînin. We bi îlankirina rewşa awarte, armancên darbeya 15’ê Tîrmehê ku deskefityên demokratîk ê welat kire hedef, pêk anî. We bi vê yekê ragihand ku hemû partiyên siyasî û parlamento girt û di dawî de dest danî ser rêveberiyê. Ji bo ku hûn nirxên demokratîk ên civakê  û azadiya wê ji kokê ve zuha bikin, we rewşa awarte ragihand. Ji bo hûn kesên di nava dewletê de kesên plana darbeyê çêkirin, paqij bikin û derxin pêş dadê, we rewşa awarte îlan kir. Lê hûn tiştên ku dûrî armancê ye, dikin. Titşên ku darbekaran nekirin, hûn dikin. Wek mînak; Di dema 12’ê Îlonê de jî ewqas sazî nehatibûn girtin, tenê xebatên wan hatibû sekinandin. Paşê jî beşek zêde ya wan dîsa xebatên xwe berdewam kirin. Mesela wê demê xebatên Saziya Huqûqnasên Hemdem hat sekinandin lê piştre bi heman navê, xebatên xwe domand. Lê niha hûn her kesî wek dijberî xwe îlan dikin. Ji ber vê yekê ev rewşa hikûmeta AKP’ê wisa berdewam nake.

 

‘Derxistina Demîrtaş a dadgehê di wê seatê de, ne mijarek rûtîn bû’

 

Şev Selahattîn Demîrtaş hat binçavkirin, hûn li gel bûn. Hûn dikarin bi kurtasî behsa wê şevê bikin?

 

Şev seat derdora 01:30 bû, min nûçe ji hevalek me yê parêzer wergirt. Em çûne mala Demîrtaş. Ne li wir bû. Gotin birine Şubeya Têkoşîna bi Terorê (TEM)’ê. Em jî çûne wir. Hevalên me yên din ên parêzer jî hatibûn. Lê ji ber rewşa awarte ji parêzeran re jî sînor hatiye dayîn û pêwîst bû tenê em sê parêzer biketina hundir. Birêz Selahedîn jî navê min û du parêzerên din dabû. Li ber deriyê nizamiyeyê beriya em bikevin hundir, tacîz li me kirin. Destpêkirin û gotin; ‘Xwedê ev roj jî anî, em gelekî kêfxweş in!’. Bêguman me tercîh kir ku bêdeng bin. Ji bo ku ji Birêz Selahattîn re pirsgirêk dernekeve. Ji bo hevdîtinê di serî de ez ketim hundir. Derveyî wê bêhurmetiya ber derî, ti pirsgirêkek din derneket. Ev jî gotin; Ger hûn bixwazin, dikarin heta sibê vir rûnên, em Birêz Selahedîn naşînin nezaretê. Lê me jî dizanî ku sempatiya her kesî ji Bırêz Selahedîn re heye, heta kesên ku jê hez nakin jî. Ez wer difikirim ku ev yek bi kesayeta wî ve girêdayî ye. Hem ji ber şêwazê wî yê siyasetê hem jî di encam de hevserokê giştî ye. Ber destê sibê ku em ji wir derketin, seat 04:00 bû. Sedema derketina me ew bû ku hem Birêz Selahattîn bikare îstiraheta xwe bike, hem jî wê sibê zû derketa dadgehê. Yanî herî kêm em wer difikrîn ku wî, Birêz Selahattîn sibê derxin. Ji ber polîs tiştek nedizanî û digot; ‘Tenê ji me re gotine bînin û em jî wisa tevgeriyane.’Çawa em ji wir derketin û hatin malê, telefonî me kirin û gotin wê Birêz Selahedîn seat 05:30’an derxin dozgeriyê. Ev ne tiştekî wisa rûtîn û ji rêzê bû. Qet em di dadgehê de ti caran rastî tiştek wisa nehatibûn. Ev rewşek wisa rûtîn ku em di dadgehê re pê re rû bi rû bimînin, nebû. Dema hebûye helbet me şevê jî kar kiriye lê belê madem wê serê sibê derxistina îfadeyê, çima serê sibê neçûn ew ji mala wî negirtin û neanîn. Pêwîst nedikirin wê nîvê şevê wî ji mala wî bigrin. Ji ber ku tenê wê îfade bida.

 

Dema em çûna Edliyê, hemû rê hatibûn girtin. Rêyên nêzî Edliyê hemû hatibûn girtin. Em gelekî bi zehmetî ketin avahiya Edliyê. Nêzî seat 07:30’an me yê bi dozgeran re hevdîtin bikira. Em çû û me dît amade ne. Birêz Selahattîn jî anîbûn, jixwe îfade jî dabû. Bersiva ti pirsan neda. Sedema wê jî wisa rave kir; Di cihekî ku mafê destlênedanê wisa were rakirin û rewş wisa be, ez îfadeyê nadim. Îtirazên me jî çêbûn û ev nîqaş nêzî seatekî berdewam kir. Tam dema îfade xilas bû, teqîn çêbû. Di navbera cihê teqînê û Edliyê de 5 kîlometere ye. Dema me îfade îmze dikirin, teqîn çêbû û em hejiyan jî. Piştî îfade xilas bû, em derketin. Ne polîs û ne jî personelên wir nedikarîn bikevin korîdora Edliyê. Di ketina Eldiyê de digotin; Divê li ser her kesî, parêzer jî di nav de bigerin! Ya rast em hinekî bi fikar bûn ku li dijî me jî tiştek bibe yan na. Di korîdorê de mase û kursiyek hebû. Me xwest Birêz Selahattîn rûnê. Jixwe em sê parêzer li wir bûn. Yên din hemû hêzên ewlekariyê bûn. Em nêzî seatekî di wê korîdorê de li bendê man. Paşê Birêz Selahattîn şandin ji bo ku bigrin. Kes derveyî me nêzî wî nedikirin. Ev wek cezakirinê bû yan jî bi behaneya ku tiştek pê neyê bû, em nizanin. Birêz Selahattîn behsa ti xwestekek xwe nekir. Dema me bi wî re jî hevdîtin kir û me pirsî; ‘Em naveroka parêznameyê çawa amade bikin?’, got ku bi ti awayî naxwaze mudaxeleyî parêzerên xwe bike û got ku însiyatîf ya we ye. Herî dawî dem birin girtîgehê me hevdû dît, telefona xwe da. Ez bawerim dizanî ku wî dibine girtîgehek derve. Me jî wisa texmîn dikir. Beriya wî Hevserokê Şaredariya Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak şandibûn Kandirayê. Ji bo wê jî me texmîn kir ku wî jî bibine wir. Lê wisa nebû. Birin Edîrneyê, cihê herî dûr. Ez bawerim ev jî bi zanebûn kirin.

 

‘Tahîr Elçî bi guleya polîs hat qetilkirin’

 

Çend roj beriya niha salvegera qetilkirina Tahîr Elçî bû. Wek hempîşeyek we, hestê we çawaye? Ya din jî dosyaya wî di çi astê de ye, hûn dikarin wê jî bi me re parve bikin?

 

Bêguman gelekî zehmete. Civakê kesek huqûqnas, parêzvanê mafê mirov û kesek rewşenbîr jidest da. Di heman demê de min hevalek xwe yê herî nêz jî jidest da. Derveyî hempîşeyiyê min hevrêyek xwe jidest da. Êrîşa li ser wî wek Serokê Baroya Amedê, di heman demê de êrîşa li dijî me ye jî. Ya rast ya herî giran ewe ku min hevalek xwe jidest da. Mehek beriya bûyerê, dema ji bo îfadeyê bide, birin Stenbolê, hevjîna wî digot; ‘Ez ji girtina wî zêdetir, ji ber nexweşiy wî ya dil bi guman im’. Me nedizanî wê were girtin yan na, ji bo ez ber dilê wê ve herim, min got; ‘Ez soz didim, sibê êvarê em ê ji Stenbolê vegerin’. Jixwe roja piştî wê em vegeriyan û hatin. Ya rast ez carnan dibêjim, gelo bila li wir girtî bima. Lê belê kesên ku vê yekê plan bikin, wê bi awayekî bicih bîne. Lêpirsîna wî jî dihat taloqkirin, sedema wê jî ev bû. Serokwezîrê wê demê digot; ‘Dibe ku di navberê şerê du aliyan de mabe’. Ev gotin tê wê wateyê ku bi guleya polîs hate qetilkirin. Ger derveyî guleya polîs bi awayekî din hatiba kuştin, niha ji mêjve kujer hatibûn dîtin yan jî di nav raya giştî de wê bihata zanîn. Ji ber cinayeta Tahîr Elçî li pêş çavê me hemiyan qewimî. Cinayeteke di weşana zindî de. Di dema ku hemû kamera di weşanê de bûn, ev bûyer çêbû. Rojnameger li wir hebûn, kamerayên mobese hebûn. Tenê du kamerayên ayîdî polîsan hebû. Dema em van hemiyan tînin gel hev, delîlên li ser kujeran tê ber destê me. Ji bo dosyayek bi hûr û kûr were amadekirin, divê lêpirsîn bi kûrahî were meşandin. Lê belê li ser wê dosyayê ti agahî nayê belavkirin.

 

Herçend kesên lêkolînê dikin, bixwe dizanin kujer kê ye. Ev pir eşkereye. Ji me zêdetirî jî dizanin. Lê ya ecêb ewe ku heta niha ji ti kesê ku jê gumanê dikin, îfade nahatiye girtin. Ger qalikê guleyê di beden de heba, belkî baştir bûya. Lê ji ber gule ji beden derbas bûye, ji bo wê jî wê îfadeya hemû kesên ku wê rojê ji kuçeyê derbas bûne, were girtin. Lê ev nekirin. Ji bo wê jî ez bixwe pir hêvî nakim di reşwek wisa ya lêpirsînê de encamek derbikeve. Komisyona ku me wek Komisyona Lêkolîna Cinayeta Tahîr Elçî avakiriye jî di bin zextan de heta vir hatiye. Li ser daxwaza me hinek delîl hatin berhevkirin. Ji bo wê jî gumanê me nîne ku kujer kêne, ev ji me re eşkereye, ji bo min jî wisa. Tahîr Elçî bi guleya plîs hat qetilkirin. Ez bê ti dudilî vê bawer dikim. Lê kîjan polîs? Di encama kîjan planê de? Bi tesadufî wisa bû? Tenê di lêpirsînê de em dikarin bersiva van pirsan bistînin."

 

(ge)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin