Smiley face
sorani
Smiley face

'Bê dadî wê heya dawiyê neçe û civak jî wê êdî qebûl neke'

2016-11-16 08:44:50
Nivîskar û rewşenbîr Tehsîn Heme Xerîb bal kişande ser şêweyê pêkanîna dadê di desthilata Herêma Kurdistanê de û got; "Ji bêdadiyê zêdetir nezanînek heye. Bê dadî wê heya dawiyê neçe û civak jî wê qebûl neke. Di aliyê dadî de bingeha vê sîstemê de ne edaletî heye. Divê fikra heyî bê guhertin û şoreş bê kirin."


 

 

DANÊR QEREDAXÎ/ SILÊMANÎ


Dad mijarek taybete li ser zimanê ferdên vê civakê. Ji bo guftûgokirina vê mijarê mamostayê Zanîngehê Tehsîn Heme Xerîb di hevpeyvînek taybet de bersiva pirsên ajansa me da. Nivîskar û rewşenbîr Tehsîn Heme Xerîb 43 pirtûkên wî yên çapkirî hene. Serokê desteya Hejan e. Li ser yasa û siyasetê li Awropa du caran master kiriye.

 

Nivîskar û rewşenbîr Tehsîn Heme Xerîb bal kişande ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn, wiha got; "Li gorî min yek ji pirsgirêkên bingehîn yê Rojhilata Navîn ewe ku mijara şoreşê heye, lê mijara dadê nîne. Ji bo vê ne tenê hikûmeta Herêma Kurdistanê, piraniya civakên Rojhilata Navîn teoriyên xwe yên  li ser dadê nîne." Tehsîn Heme Xerîb di dewama axaftina xwe de wiha got:HHe

 

 

Hûn dadê çawa pênase dikin?

 

Dad babetek taybete. Ez bawer nakim ku kesek vê mijarê xwendibe û ti helwestek xwe nebe. Hinek fîlozof li ser pênaseya Dadê dibêjin ; Lêgerîna heq ji bo xwediyê wê. Di vê serdema modernîte de pênaseyek din ya dadê heye,  ew jî dada parveker e. Ev dada parveker weke beşek yê dadê tê hesibandin. Di sedsala 19 û 20’an de gelek fîlezofan li ser vê mijarê lêkolîn kirine. Dad mijarek mezin ya mirovahiyê ye. Teoriya min ya ji bo dadê heye ku min weke dada rewşê nav lêkiriye, li gorî qonax û guherîna civakan guhertin têde çêdibe. Di dîrokê de bingehên hevbeş hene. Ev bingehên hevbeş di qonaxên dîrokî de cûdahiya di nava jin, zilam û kolekirina mirovan de mijarek ne edeletî ne bû. Piştî ku mafê mirov û mirov weke navend dîtin derket holê, êdî ev mijar ne hat pejirandin.

 

Bingehên serekî yên dadê çine?

 

Dad dibe 2 beş. Yek dada li hevkrinê, ya din jî dada parvekirinê. Dada li hev kirinê ewe ku civak çawa dixwaze bi dest bîne bi rêya reform û referandomê ve. Di aliyê din ve hevbeşiyên civakê bi rêya dadê parve bikin. Weke parvekirina gazê.

 

Dad di nava civak, malbat û ferd de bûye navend. Li gorî Con Lrawz dad ne beşek yê sîstema qanûnî ye, beşeke ji sîstema siyasî ye. Weke Con dibêje zanist mijara Zanîngehê ye, dad jî mijara siyasetê ye. Li gorî min yek ji pirsgirêkên bingehîn yê Rojhilata Navîn ewe ku mijara şoreşê heye, lê mijara dadê nîne. Ji bo vê ne tenê hikûmeta Herêma Kurdistanê, piraniya civakên Rojhilata Navîn teoriyên xwe li ser dadê nîne. Li herêma Kurdistanê di qonaxekê de meseleya dihat jiyîn şoreş bû. Şoreş karê xwe wêrankariye, lê dad ji bo me dibêje ti çi digûherî û li şuna wê çi bi cih dikî. Em hê jî di wê fikra ya heyî biguherîn û li cihê wê şoreş bikîn de jiyan dikîn. Em wê çendê nafikirin ku emê li cihê wê çi daynin. Ew kesên ku li Herêma Kurdistan desthilatdariya wan heyîn hinek kesên şoreşger bûn. Di berê de li ser guherîna rewşa heyî biryara xwe dabûn, lê mixabin heta niha jî ne rewşenbîran, ne jî siyasetmedaran ne karîne di aliyê siyasî de teoriyên xwe deynin. Em hê jî di wê fikra ya heyî biguherin û şoreş bikin de dijîn.

 

'Pêwîstiya mirovahiyê bi hevpeymanek nû ya civakî heye'

 

Çima rewşenbîrên Herêma Kurdistanê kêm behsa dadê dikin ku peyva dad her li ser zimanê gele?

 

Pêwîstiya mirovahiyê bi hevpeymanek nû ya civakî heye. Carek din dad bibe navenda civakê, li Rojava û di hilbijartinên DYA'yê de me dît, sedemê serkeftina Trump ew bû ku nêzîkatiyên ne edaletî li gel kesên ne Amerîkî bûn. Ev tê wê wateyê ku kesên baş xirab bibin. Ji ber vê pêwîstiya me bi navend kirina vê mijarê heye.

 

Pêwîste çi bê kirin?

 

Ji axaftina li ser vê mijarê girîngtin wergêra wê girînge. Gel ji vê mijarê westiya ye. Divê li vê navendê de di warê maf de guherin pêk werin. Êdî ev pêwîste di warê siyaset, aborî û jiyana civakî de reng bide. Ev jî wê bibe sedemê pejirandina teoriyek nû di dada civakê de. Li gorî fikrê min  mezitirîn bi cih kirin li Rojava rûdayî li cihê ku erk bi cih bikin, mar bi cih kirin. Piştre ev hemû guherîn rûdan. Ev guherîn pêwîste di nava civaka me de jî pêk were.

 

Dîtina we ji bo serokê Herêmê di aliyê felsefeya dadê de çawane?

 

Ev hizir bi giştî şaşe, ne tenê postê serokê Herêma Kurdistanê wek vexwendinek fikrî û yasayî ez li ser dipeyvim. Di aliyê fikrî de bingehê vê sîstemê bê dadî ye. Ev sîstem temaşeyî encamê dike,  tişta ku ew dixwazin li destpêkê bi cih dikin, pirsgirêk ne di dawiyê de ye,  ji ber ku wan bi xwe li pişt hev danîne. Ji ber vê teoriya wan ji bo dadê nîne.

 

Parlamenek ne aktiv me heye, perleman hebe an nebe. Ev rewş sûdê xwe ji bo Herêma Kurdistanê heye di aliyê dadê de. Dîtina we li ser parlementoyê çiye?

 

Berê jî parlemento hebû. Qasî ku şerîet bi awayek ne dadiyan hatiye danîn, ew qas bi dadî ne hatiye danîn. Dad parçe nabe, eger parçe bû hevdu dehf didin. Bingehê sîstemê pêwîste dest lê bê dayîn, mijar ne ferdî ye.

 

Ev bingeh çiye. Gelo pirsgirêka me zanîn û ne zanîna desthilate yan jî xwendin û ne xwendina desthilatdariyê ye?

 

Di rastiyê de zanyarî heye. Nasnameyek tevlîhev, helwestek tevlîhev çêdike. Ev tevlîheviya li Herêma Kurdsitanê çêdibe ji ber nêzîkatiyên me yên tevlîheve. Nêzîkatiyên tevlîhev encama fikrê tevlîheve. Hemû gel jî nizane ev bingeh bingehekî  fikriye. Pêwîste li ew were rastkirin. Bêguman êdî nêzîkatiyên me jî tên guhertin.

 

Çima desthilat û hikûmet xwe xistiye ber êrîşên rexneyan?

 

Di aliyê merîfet de ji ber ku nizanin pirsgirêk nezanîne. Siyasetmedarên me nizanin nêzîkî  dadperweriyê bibin. Her ew bû li çiya singa xwe didan ber guleyan. Niha çima nêzîkatiyên wiha dikin, li gorî min ne zanîne.

 

Li gorî we berpirsên hikûmeta Herêmê çiqas xwedî zanînin?

 

Pirsgirêk nezanîne. Pirsgirêk ewe ku civaka têde dijîn na fikirin, ji vê mijarê fêm nakin. Li Ewropa sîstema desthilatdarî wisa hatiye rêxistinkirin ku berpirsên wan li ser civakê zanînên xwe hene.

 

'Civaka me heta astekê bi exlaqe'

 

 Di aliyê exlaqî de civaka me di çi astê de ye?

 

Civaka me heta astekê bi exlaqe. Lê dad a ferdî ji dada civakî ye. Eger hemû ferdên civakê di asta ferdî de dadperwer bin, dadperweriya civakê çênabe. Du proseyên ji hev cûdane. Pîvanên exlaqê civakê ji exlaqê parveker pêk tê. Li ser asta civakê divê em  berjewendiyên giştî berçav bigrin.

 

Mirov çawa dikare bawerî bi hikûmetê bîne heta pirsgirêkan bi guftûgoyan çareser bikin?

 

Pirsgirêk ewe ku ev wisa ne hatiye danîn ku tu li gel rûnî, ew te nabîne. Guftûgo di navbera 2 kesên di heman astê de tê kirin. Hîvî kirin heye li ser kiryarên kesên siyasî û olî. Niha berpirsên me yên aborî jî  hene, em hîvî ji wan bikîn ji bo ku kesên dewlemend alîkariya feqîran bikin.

 

Eger di vê civakê de bê dadî berdewam bike encamên wê çi bibe?

 

Civak tehemûl nake, ne dadî jî heta dawiyê naçe. Ezmunên civakî yên fikrî û felsefî di sînorek de dihêle ku eger beramberkirinek bikîn, di nava yekîtiya sovyet û fikrê sermayedarî de, di nava lîberalan de rêya wê vekirbû  mijara yeksanî bê xistina nava fikrê wan. Felsefevanan jî derxistin holê ku divê li ser azadiyê rawestin. Ji ber ku eger miameleya azadî nekin ferd di nava civakê de ji hevdu dur dikevin. Di nava civaka me de jî eger guhertina bingehîn neyê kirin, di nava fikrê siyasetvanên me de dirust nebe,  ew bangewaziya dewleta netew ku em ava bikin, bê guman wê ev karê bi vî awayî pir berdewam neke.

 

Gotinên we yên dawiyê çine?

 

Hinek mijarên mirovahî yên kur hene ku ti deman ne derenge ji bo wan. Di her pêvajoyê de mirov dikare bikeve nav şaşitiyan. Eger her şaşiyek hebe, ew şaşiyekî fikrî û ehlaqî ya kûre ya van rêveberan. Eger em ji derve baça wê ji bidin, divê me vê mijara edaletê ji civaka xwe re bikin navend."

 

(sk/ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin