Smiley face
sorani
Smiley face

Parlamentoya Iraqê wê têkildarî encamên hilbijartinê bicive

2018-05-17 20:17:53
Serokê Parlamentoya Iraqê banga lezgîn a 81 parlamenteran a ji bo lidarxistina civîna parlamentoyê ya têkildarî encamên hilbijartinê erê kir û biryar da ku roja Şemiyê civîn pêk were.


 

 

 

BEXDA / ROJNEWS

 

Piştî ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, gelek alî ji encaman nerazîbûn. Bi taybet li Herêma Kurdistanê gelek partî û hizib nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li ser vê mijarê herî dawî îro 81 parlamenterên Parlamentoya Iraqê ku ji fraksiyonên cûda pêktên, daxwaznameyek radestî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kirin. Di daxwaznameyê de daxwaz hat kirin ku bi awayek lezgîn rûniştinek ya parlamentoyê ji bo encamên hilbijartinê were lidarxistin.

 

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî vê êvarê bi daxuyaniyekê  bersiva parlamenteran da û ragihand; "Li ser daxwaza 81 parlamenteran, wê parlamento li gorî madeya  58 'an û madeya 28'an ya sîstema navxweyî ya Parlamentoyê, wê parlamento roja Şemiya bê (19'ê Gulanê) bicive."

 

Li gorî daxuyaniya Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî wê di civînê de Komîsyona Bilind a Hiblijartinên Iraqê ji amade be û wê di civînê de guftûgoyê li ser hilbijartinên 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê û pirsgirêkên derketine bi taybet ên li Kerkûkê bikin.

 

(ab)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin