Smiley face
sorani
Smiley face

Li dijî encamên hilbijartinê wê dest bi xwepêşandana bikin

2018-05-17 18:45:41
22 rêxistinên civaka sivîl ragihandin ku wê li dijê encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê hefteya bê dest bi xwepêşadana bikin û daxwaz kirin ku berpirsên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê werin ceza kirin.


 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Silêmaniyê vê êvarê li navenda Rêxistina Xwendekarên Kurdistanê 22 rêxistinên civaka sivîl ji bo destpêkirina xwepêşandanan li dijî encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê ku tê îdia kirin ku sextekarî hatine kirin, li hev civinayan.

 

Piştî civînê li ser navê 22 rêxistina Piştîwan Heme Salih axivî û got; "Weke 22 rêxistinên civaka sivîl, encamên hilbijatinan red dikin û li gorî me di hilbijartinê de PDK û YNK'ê sextekarî kirine. Em daxwazê dikin ku berpirsên Komîsyona Hilbijartinê werin dadgehkirin û encamên hilbijartinê werin red kirin."

 

Herwiha aktîvîst Nizar Mihemed jî axivî û diyar kir ku wê hefteya bê li dijî encamên hilbijartinê dest bi xwepêşandanê bikin û daxwaz kir ku hilbijartin dubare were kirin.

 

 

Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Hizba Komunîst û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê encamên nefermî yên hilbijartinên 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê red kirine.

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin