Smiley face
sorani
Smiley face

Tirkmenan jî daxwaza dubere hejmartina dengan kir

2018-05-17 18:22:52
Eniya Tirkmen encamên hilbijartinên Hewlêrê red kir û daxwaz kir ku deng bi destî werin hejmartin.


 

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

Li Herêma Kurdistanê bertekên li dijî encamên hilbijartina 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê zêde dibin. Li Hewlêrê alîgir û endamên Eniya Tirkmen li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê çalakiyek lidarxistin.

 

 

Berpirsê Şaxê Eniya Tirkmen a Hewlêrê Aydin Mehruf daxuyanî da û got; "Li Hewlêrê gelek sextekarî di encamên hilbijartinê de hatine kirin û em red dikin."

 

Aydin Mehruf daxwaz ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku dengên Hewlêrê bi dest werin hejmartin.

 

 

(ab)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin