Smiley face
sorani
Smiley face

81 parlamenter daxwaza kombûna parlamentoyê dikin

2018-05-17 14:52:45
81 parlamenteran daxwaznameyek ji bo serokatiya parlamentoya Iraqê rêkir. Di daxwaznameyê de daxwaz hat kirin ku bi awayek lezgin rûniştinek ya parlamentoyê ji bo encamên hilbijartinê were lidarxistin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, gelek alî ji encaman nerazîbûn. Bi taybet li Herêma Kurdistanê gelek partî û hizib nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li ser vê mijarê herî dawî îro 81 parlamenterên parlamentoya Iraqê ku ji fraksiyonên cûda pêktên, daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê kirin.

 

Di daxwaznameyê de wiha hat gotin; “Ji bo welat ji ber endama karastbar a hilbijartinê nekeve rewşek nebaş a ji ber sextekarî û veşartina rastiya hilbijartinan ji gelê Iraqê, runiştinek lezgîn a parlamentoyê li ser vê mijarê lidar bixin. Guftûgo bê kirin û biryara dawî ya ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê rewşê bê dayîn.

 

Encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên 12’ê Gulanê, bûye sedemê nerazîbûnên gelek aliyên siyasî. Aliyên siyasî diyardikin ku di encamên hilbijartinê de ‘sextekarî’ hatiye kirin.

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin