Smiley face
sorani
Smiley face

Li Dêrsim û Colemêrgê çalakî: 11 kuştî

2018-05-17 14:41:03
HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de li Colemêrgê 9, li Dersimê jî 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di nava kuştiyan 9 jê endamên tîmên taybetin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 15 û 16'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

 

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, li navçeya Şemzînan a "Colemêrgê hêzên me êvara 15'ê Gulanê saet 19:20'î li dijî hêzên artêşa TC a dagirker ku li ser rêya ewlekariyê ya navbera qereqola Tesê û girê Heftkanî dixebitîn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li leşkeran hatin xistin, lê hejmara leşkerê mirî û birîndr nehate tespîtkirin.

 

Wesayita zirxî hate rûxandin: 9 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin

 

Şeva heman rojê saet 23:00, hêzên me di çarçoveya pêngavê de li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ejder, li nêzî taxa Şapatan a Şemzînanê çalakiyek kirin. Di encamê de wesayita zirxî bi temamî hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin.

 

Li Dersimê 2 leşker hatin kuştin


 
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 16'ê Gulanê saet 13:30'î li dijî qereqola Dereova ya li navçeya Qisle ya Dersimê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.”

 

(bz)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin