Smiley face
sorani
Smiley face

Li Kerkûkê hovîtî

2018-05-17 14:21:27
Li Kerkûkê zarokek bi awayeke hovane hate qetilkirin. Zarok destpêkê rastê destdirêjiyê hat paşê jî hate qetilkirin.



 

 

ROJNEW / KERKÛK

 

 

Duh êvarî li bajarê  Kerkûkê li taxa Wastî cenazeyê zarokek kur ku destpêkê li rastê destavêtinê hatiye û paşê hatiye kuştin, hate dîtin.

 

Berdevkê ragihandina Polîsên Kerkûkê Eqîd Efrasiya Kamil diyar kir ku ew duh li ser agahiyekî çûne taxa Wastî û cenazeyê zarok ji lêkolînê rakirine Tiba Edlî.

 

Eqîd Efrasiya Kamil diyar kir ku piştî lêkolînê derketiye holê ku navê zarok Ezam Hemam Encîb (6) di sala 2012’an de li Kerkûkê hatiye dinê. Bavê wî di kargeha Bêcî de dixebite.

 

Kamil diyar dike ku ji ber bavê zarok di kargehek de dixebte dibe ku ji bo pereyan revandibin. Kamil diyar kir ku di lêkolînê de derketiye ku zarok destpêkê li rastê destavêtinê hatiye paşê jî hatiye qetil kirin.

 

Eqîd Efrasiya Kamil diyar kir ku bavê zarokê qurbanî navê du kesên gumanbar  M.C.H û  F.S.S  daye dadgehê. Li gorî xala 406 a destûra Iraqê biryara girtina hatiye dayîn.

 

Li gorî agahiyên bi destê me ketiye ji serê salê ve li herêma Kurdistanê 138 kes hatine kuştin û xwekuştine.

 

Berê niha du rojan jî zarokek din temen 6 salî li Kerkûkê bi sedema guleya hêzên ewlekariyê ku di dema şahiyê de teqandin jiyana xwe ji dest dabû.

 

 

(ep/bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin