Smiley face
sorani
Smiley face

Ji ber topbarana dewleta Tirk gundî nikarin biçin zozanan

2018-05-17 13:51:46
Ji ber sedemê topbarana dewleta Tirk, gundiyên devera Sîdekan nikarin lawirvaniyê bikin û lawirên xwe bibin zozanan. Berpirsyarek diyarkir ku divê leşkerên dewleta Tirk li Sîdekan nemênin.


 

 

ZAHÊR ÎBRAHÎM/ SÎDEKAN

 

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistan bi taybet bajarokê Sîdekan yê ser bi parêzgeha Hewlêr berdewam dike. Zêdebûna baregehên leşkerên Tirk, bûye sedemê metirsiyek mezin a li ser jiyana welatiyan.

 

Li ser vê mijarê rêveberê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji RojNews re axivî. Çelebî balkêşa li ser dewlemendiya herêma Sîdekan û got; “Sîdekan ji bo lawir xwedîkirinê cihek gelek başe. Lê ji ber hebûna leşkerên Tirk û topbaranê, welatî nikarin li vê navçeyê lawiran xwedî bikin. Welatiyên Sîdekan gelek bax û baxçe hene, lê welatî nikarin ji ber baregehên leşkerên Tirk û topbaranê nêzîkê baxçeyên xwe bibin. Bi taybet ji ber baregehên Tirkiye yên li Xinêre, Birmîze, Xakûrkê û Çiyadêl hene, metirsiyek di nava welatiyan de çêbûye.”

 

Herî dawî Çelebî got; “Topbarana li Sîdekan berdewam dikin. Topbarana dewleta Tirk, hema bêje her roj berdewame. Ji bo ku welatî bi aramî bijîn, divê leşkerên Tirk ji Sîdekan derbikevin. Welatî nikarin biçin zozanan û lawirên xwe bi rehetî berdin.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin