Smiley face
sorani
Smiley face

Şofêrên tankên petrolê xwepêşandan kirin

2018-05-17 13:23:43
Şofêrên tankên mezin yên petrola xam li hemberî pere wergirtinê ya ji aliyê şirketan û cûdahiya di navbera şofêrên Îran û Kurdistanê de çalakî lidar xistin. Şofêr li deriyê Başmax kom bûn û rêya tangent Îranê girtin.


 

 

SEYÎDSADIQ/ ROJNEWS

 

Îro hinek şofêrên tankên mezin yên petrola xam yên ji Herêma Kurdistanê dibin Îranê çalakiyek lidar xisitn. Şofêr li ser rêya Pencewîn û Seyîdsadiq sekinîn û rêya ku tankên petrolê yên ji Herêma Kurdistanê diçin Îranê girtin. Şofêran diyarkir ku armanca wan ya vê çalakiyê ewe ku cûdahiya tê xistina navbera şofêrên Herêma Kurdistan û Îranê ye. Herwiha şofêran da zanîn ku ev demeke ji ber sedemek nediyar, şandina her tonek petrola xam, ji aliyê berpirsyarên şirketê ve 47 dolar ji wan tê wergirtin. Lê ji bo şofêrên tankên Îranê ev yek 30 dolare.

 

Xwepêşander û şofêrê tankê Mihemed Dara li ser vê mijarê ji RojNews re axivî û got; “Em xemgînin. Ji ber ku ew pereyê ji me tê wergirtin em nizanin ji ber çiye, ji bo kê û ji bo çi tê xerc kirin. Berpirsyarên şirketê dibêjin ger hûn li mafê xwe bigerin emê we derbixin. Gefa derxistinê li me tê kirin. Heya ku cûdahiya di navbera şofêrên Îran û Herêma Kurdistanê de neyê rakirin emê nerazîbunên xwe dewam bikin.”

 

 

Hêjayê gotinê ye tankên mezin yên petrola xam ji Herêma Kurdistan dibin Îranê. Ji wê derê jî ji bo Herêma Kurdistan benzîntê rêkirin.

 

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin