Smiley face
sorani
Smiley face

Mele: Xwendekar dikarin rojî negirin

2018-05-17 13:11:46
Mele Ebdulkerîm Şarbajêrî diyar kir ku xwendekar, nexweş û geştiyar dikarin rojî negirin.


 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Îro yekem roja meha Remezana pîroz e. Di vê mehê de Mûsilman li gelemperiya cîhanê bi rojîne û rêz li meha Remezanê digirin. Bi vê boneyê endamê Yekîtiya Zanayên Olî yê Kurdistanê Mele Ebdulkerîm Şarbajêrî ji RojNews re axivî.

 

Mele Ebdulkerîm Şarbajêrî diyar kir ku olê Îslamê ji hersê bingehên kelîme şahade, nimêj kirin û rojî girtinê pêk tê. Ebdulkerîm Şarbajêrî bal kişande ser hebûna çend sedeman ku kesek dikare rojî negire û ew jî wiha rêz kirin:

 

“-Kesek nexweş (nexweşiyek ku bibe sedema xerabûna tenduristiya wan û nêzî mirinê bûn’. Doktor jî dikarin nexweşan agahdar bikin ka rojî bigirin an ne.

 

-Geştekirina ji bo cihên dûr ku zêdetirê 80 kîlometir be.

 

-Xwendekarên ku ezmûnên wan hebin.

 

-Karker, ji bo bi rojî be divê di vê mehê de rojî negire. Lê ger debara jiyanî wî li ser wî karî be, dikare bi rojî be heya dema ku westa û hêza girtina rojiyê namîne.

 

-Xwendekar û kesên ku geşt dikin û rojî nagirin, divê rojiyên xwe bigirin. Li cihê rojiyê dayîna Fîdye (pere) ji bo wan nabe.

 

Her wiha kesên nexweşiyên wan demdirêj be, dikare rojî negirin. Belê piştre dibe rojî bigire. Lê ger neşî demdirêj be dikare Kefarete bide yanî beşek pere ku li gor Îslamê hatiye diyarkirin.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin