Smiley face
sorani
Smiley face

Lîsteyên di hilbijartina Iraqê de derketine pêş

2018-05-17 12:19:39
Li gor encamên destpêkê hinek ji hêzên Iraqê di hilbijartinên 12’ê Gulanê de dengên zêde anîne û yek ji van jî hevpeymana Muqteda Sedr ku li zêdetirê parêzgehên Iraqê rêza yekemtiyê de ye.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji nîvê Iraqê kêmtir kes di 12’ê Gulanê de çûne ser sindoqan û dengên xwe dan. Bi şêweyek giştî ji sedê 44 tevlîbûna dengdanê çêbû. Di vê hilbijartinê de beşek ji lîst û hevpeymanên derketin pêş.

 

Hevpeymana Saîron Nihu Elsalih (Meşa ber bi reformê ve) ku ji aliyê serokê Eniya Sedr, Muqtada Sedr ve hatiya avakirin. Ji çend hêzên siyasî pêk hatiye. Ji vane jî hizba Meşa ber bi reformê ve ya Sedr bi xwe ye. Her wiha Hizba Komunîsta Iraqê, Kombûna Girseyî, Reforma Dewletê, Dadperwerî, Ciwan û yên daxwaza guhertinê dikin dinava vê eniyê de cih digirin. Hevpeymana Sedr di hilbijartinên 12’ê Gulanê de bûye yekem.

 

 

Muqteda Sedr rêberê Şieyên Iraqê ye û xwediyê hêzek çekdarî ya binavê Seraya Selam e. Sedr pêşengiya xwepêşandanên du salên buhrî yên li Iraqê dijî gendeliyê bûn dikir. Her wiha Sedr dijî destwerdana DYA û Îranê ya li Iraqê ye jî.

 

Lihevkirina Feth an jî Hevpeymana Feth, hevpeymaniyek siyasî ye û ji aliyê Hadî Omerî ve di sala 2018’ê de tenê ji bo hilbijartina ava kir. Destpêkê tevlî Hevpeymana Nesr ku serokatiya wê Heyder Ebadî dike bû. Belê ji ber pêşbaziya heyî vekişiya.

 

 

Hevpeymana Feth li ser asta Iraqê bû duyemîn. Feth bi rêxistina siyasî ya Heşdî Şebî tê binavkirin. Çend berpirsên çekdarî yên Heşdî Şebî di nav de cih digirin. Ev hevpeyman nêzî Îranê ye. Hadî Amerî serokatiya wê dike ku serokê Rêxistina Bedir ku hêzek çekdarî ya di nava Heşdî Şebî de ye.

 

Hevpeymana Nesir ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di sala 2018’ê de hatiya vakirin. Ev taybet ji bo hilbijartinê hate avakirin. Di şerê dijî DAIŞ’ê de Ebadî piştgiriyek navnetewî girt û ji bo dagirkirina navçeyên bi nakok (yên dikevin ser madeya 140) de golûpa kes jê re hate pêxistin.

 

 

Tişta Ebadî li bendê nebû, rû da. Ji ber ku Hevpeymana Nesir li Iraqê nekarî bibe yekem. Heya kete rêza sêyemîn de.

 

Heyder Ebadî yek ji rêveberên Hizba Dewe ye. Belê di navbera wî û Nûrî Malikî de nakokî heye ku serokê Hizba Dewe ye. Îran hewl dide nakokiyên di navbera Ebadî û Malikî de çareser bike û ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê herdûyan bike yek.

 

Hevpeymana Niştîmanî ya Eyad Elawî serokatiya wê dike, di gelemperiya Iraqê de bû çarem. Ev hevpeyman ji 26 hêzên siyasî yên Iraqê pêk tê. Di nava wan de Girseya Medenî ya ji bo Reformê ku Serokê niha yê parlamentoya Iraqê Selîm Ciborî serokatiya wê dike heye. Her wiha serokê Kotleya Ereb li parlamentoya Iraqê Salih Mutleg jî di nava hevpeymanê de ye.

 

 

Eyad Elawî rêveberê Şîeyên Lîberale û pêştir jî li gel Suneyan hevpeyman çêkiriye.

 

Hevpeymana Dewleta Qanûn ku serokatiya wê cigirê Serokkomarê Iraqê Nûrî Malikî dike tevlî hilbijartinê bû. Dewleta Qanûn hevpeymanek siyasî ya Şîe û Hizba Dewe ya Îslamî pêk tê. Niha girseya herî bihêz a Iraqê ye. Belê di vê hilbijartinê de dengên kêm anîn.

 

 

Nûrî Malikî kesek nêzî Îranê ye.

 

Hevpeymana Biryara Iraqê (El Qerer El Iraq) hevpeymana Suneyane. Cigirê Serokkomarê Iraqê ji Usame Nucêfî, Emîndarê giştî yê Projeya Erebî Xemîs Xencer, parlamenter Telal Zewbeî, wezîrê parastinê yê berê Xalîd Ubeyd û çend kesên din ên Sûneyan pêk tê.

 

 

Eniya Hikûmeta Nîştimanî hêzek siyasî ya Iraqê û Şîe ye. di sala 2017’ê de ji aliyê Amar Hekîm ve hate damezrandin û ji encûmena Îslamî veqetiyaye.

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin