Smiley face
sorani
Smiley face

‘21 salin ti bersivek li ser komkujiya Hewlêr nehatiye dayîn’

2018-05-16 11:07:57
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr komkujiya li Hewlêr bi bîr anî û got; “Ev 21 sale daxwazên me yên di derbarê hevalên me de bê bersiv mane. Saziyên hikûmetê nikarin ti bersivek bidin û ev desthilat jî di xizmeta hêzên dagirkerdeye.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

21 sal li ser komkujiya li Hewlêr pêkhatî re derbaz bûn. Bi rast hatina rojê re Komîteya Malbatên Şehîdan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

 

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê destpêkê şehîdên komkujiya Hewlêr bi bîranî û got; “Di 16.05.1997’an de, ji aliyê hêzên PDK û bi taybet berpirsyarên pêşmerge û hêzên taybet ve ku Cemal Mortke serpereştiyê dikir li bajarê Hewlêr komkujiyek pêkhat. Ev hêz êrîşê navenda Heyva Sora Kurdistsan, Çand û Hûnera Mezopotamya, Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistan û Ciwanan kir. Di encama êrîşê de komkujiyek pêkhat.

 

Di encama êrîşa hovane de çarenûsa 80’ê hevalên me hêjî nediyare. Malbatan li gorî yasayê daxwaz ji saziyên mafê mirovan, serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistan û komîsyona mafê mirovan a Parlamentoyê kiriye, lê heya niha tu bersivek ji bo malbatên wan nehatiye dayîn. Ev 21 sale bersivek ji aliyê saziyên Hikûmeta Herêmê ve nehatiye dayîn. Ev jî tê wê wateyê ku tu hebûnek ya wan nîne û desthilata hizib di bin destê dagirkeran de ye.”

 

Di dawiya daxuyaniya Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê de hat gotin; “Em wek Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê hemû hevalên xwe yên di vê komkujiyê de hatine wendakirin, bi bîrtinin û bejna xwe li ber wan di tewênin. Em vê kiryara ne mirovane bi tundî şermezar dikin û soz didin şehîdan ku emê li ser rêya wan bimeşin.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin