Smiley face
sorani
Smiley face

Kerkûkî: Divê êdî Kerkûkî bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin

2018-04-29 08:24:23
Serokê lîsteya Nifşê Nû li Kerkûkê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê Hisên Kerkûkî diyar kir ku divê êdî xelkê Kerkûkê bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin û bi îradeya xwe biryar bidin ka wê bi çi awayî bijîn.


 

 

 

HEWAR STAR / KERKÛK

 

Namzetê hejmara 1 ê Kerkûkê û serokê  lîsteya 120 (Nifşê Nû, Tevgera Azadîya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokratîk a Gel) ku ji bo hilbijartinên 12’ê Gulanê yên parlamentoya Iraqê ye,  Hisên Kerkûkî di vê hevpeyvînê de behsa bernameya Nifşê Nû ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, kar û xebatên pêşerojê ji bo Kerkûkê bikin, kir.

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Hisên Kerkûkî wiha ye;

 

‘Divê Kerkûkî bi xwe xwe bi rêvebibin’

 

“Rewşekî aloz li Kerkûkê heye, ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê çi bernameya we heye?

 

Weke lîsteya Nifşê Nû ji bo Kerkûkê bernameyekî me yastratejîk hebe, di warê aborî û hilberîna ziraatê de, dîsan çavkaniyên avê û di warê rêveberiyê de. Ji bo van sedemên henê;

 

Ev sê xalên henê ji bo me gelek girîngin. Di dema buhrî de hêzên ewlehiyê gelek ziyan gihand Kerkûkiyan.

 

Di ware rêveberiyê de bajarê Kerkûkê timî ji derveyî Kerkûkê hatine. Xelkê Kerkûkê nebûne xwedî biryara xwe û ji derve biryar li wan ferzkirine.

 

Xala sêyemîn, aliyê aborî ye, Kerkûk weke bajarekî zêrê reş hatiye naskirin, lê ji bo Kerkûkiyan bûye zêrekî bilind û xelîseriyê. Lewma di bernameya me de, ew yek heye ku êdî xelkê Kerkûkê bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin. Xwedî îradeya xwe bin, ji bo bixwazin ka bi çi awayî bijin û jiyana xwe derbas bikin.

 

‘Divê hemû pêkhate bi xwe xwe biparêzin’

 

Di ware ewlehiyê de jî divê, xelkê Kerkûkê bi hemû pêkhateyên weke Kurd, Tirkmen, Ereb, Kildan û Aşûrî xwe biparêzin. Em kardikin ji bo ku ezmûna hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê li ser Kerkûkê rakîn. Ji bo ku êdî Kerkûk bibe xwedî îrade û bikare biryara xwe bide. Em dixwazin vê dîroka kevin a xirab derbasbikin û dîrokekî nû ya xwedî heybet û serbilindî û bi îrade ji bo Kerkûkê bînin. Em ji bo vê kar dikin. Di xwazin ji bo Kerkûkê xizmet guzariyê bînin.”

 

‘Ji ber nakokiyan hemû neteweyên Kerkûkê ziyan dîtin’

 

Di bernameya weke gelek behsa bi hev re jiyan kirinê tê kirin, hûn çi sîstemê pêşniyar dikin, ji bo ku pêkhateyên Kerkûkê bê cudahî mafên xwe bigirin?

 

 

Ew aliyên siyasî yên di desthilatdariya berê ya Iraqê, piştî 2003’an jî xwe weke xwediyên Kerkûkê ditînin, nekarîn ezmûnekî baş û modelekî xwişk ji bo bi hev re jiyanbûnê nîşan bikin.

 

Berdewam li ser hevrikiya neteweyî û mezhebî û olî kar dikirin. Bi pileya yekem neteweya Kurd zerermend bû, ji van gef û karên li dijî Kurdan hatîn kirin. Piştre jî pêkhateyên din. Ji bervê em dibêjin, ev dîroka heye, em dikarin karên baş li ser bikîn. Lewma em kar li ser vê yekê dikin ku Kerkûkê ji şer û aloziyan dûr bixin. Bikîn bajarekî bi mînak, ji bo bi hev re jiyanbûna hemû pêkhate, bawerî û olan. Hemû bi hev re bikarin bi awayekî aram bijîn. Hemû xwe ji şer û aloziyên berê li ser Kerkûkê de hatîn dûr bigirin.

 

Li Kerkûkê dahata petrolê geleke, ji bo sûdwergirtina ji vê dahatê çi projeyên we hene, ji derveyî petrol di warê aborî de çi bernameya we heye?

 

Di ware coxrafî de Kerkûk xwedî cihekî girînge, lewma bûye sedemê cihê girêdana sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Ev yek xalekî girînge ku dikarin jê sûd bigirin, di warê bac û mijarên din de. Kerkûk weke navendekê timî di warê bac girtinê de sînordarmaye, hem ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hem jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê. Divê em wisan bikin ku êdî Kerkûk vê dahatê ji bo xwe bigire.

 

Li her çar aliyên Kerkûkê gelek zeviyên çandiyê hene. Lê, ji ber ku dema buhrî hikûmeta Baas hemû gund ji destê Kurdan û pêkhateyên din de derxistiye û piştî rûxandina rejîmê û heya niha jî barnameyek nîna ka wê ev gund çawan werin avakirin û li wan gundan çandinî were kirin û lawirvanî were kirin valehî heye. Her wiha pirsgirêkên avê werin çareserkirin. Ji aliyê din ve petrol û gaz pêwîstiyên dinin. Em dikarin di vêçarçoveyê de karbikin.

 

Emê kar bikin ji bo ku kampanyayên biyanî bên Kerkûkê û hilberînê bikin. Ji bo vê yekê me mercdanîne, ji bo jîngeha Kerkûkê were parastin û paqijkirin û girêdayî parastina Kerkûkê bimînin.

 

Di ware karkerî û endezyarên ji bo kar bikin, divê ji xelkê Kerkûkê bin. Ji bo bajarê Kerkûkê kar bikin. Yên rolê wan hebin, nabe endezyar, karker û karmendan ji derve bînin.

 

Emê kar bikin ku Kerkûkê ji vê rewşê derbixin. Ji bo ku Kerkûk bibe bajarekî bi mînak emê li qada navneteweyî jî kar bikin. Weke ku niha hinek bajar hene li seranserî cîhanê navûdengin, di warê bi hev re jiyanbûnê ,pêşketina aborî û xweşiyê de. Emê kar bikin Kerkûk bibe bajarekî cîhanî.

 

Ji bo pêkanîna van xalên we behskir, hûnê çi xebatê bikin, yan jî nêzîkatiya gel çiye? Li gorî we hûnê serketîbîn?

 

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ew aliyên siyasî yên Kerkûkiyan bi dil û Qudisa bi nav dikirin, Kerkûk û xelkê Kerkûkê bi cih hiştin. Êdî kîna gel li hemberî van aliyên siyasî heye û dibêjin êdî em deng nadîn van aliyênsiyasî. Lewma ji bo me em yek derfeteke, em vî gelê aciz weke Nifşê Nû şah bikin. Hewl bidin bêjin em nûnerê we yên rasteqînin.

 

Banga ji bo Kerkûkiyan!

 

Banga me ewe ku hemû xelk û niştecihên Kerkûkê biçin li ser sîndoqên dengdanê û deng bi wan aliyên ku rastin bidin. Ne bi wan kesên Kerkûkî anîn vê rewşa niha. Em bi hêvî û bi bawerin ji gelê xwe û baweriya me jî bi me heye weke namzet û weke lîsteya Nifşê Nû li kerkûkê dengê baş bi dest bixin. Ji bo ku ji xelkê re bêjin, em parazvanên mafê we ne û emê xwedî li we derkevîn. Em xwedî dirûşmeya bi hev re jiyanbûnê û vegerandina rûmeta Kerkûkê ne. Ji bo em ji ezmûna aliyekê rizgar bikin û vegerînin ji bo îradeya xelkê Kerkûkê. Lewma dive baweriyê de me ku di 12’ê Gulanê de wê festîfalek mezin li Kerkûkê çêbibe. Wê Kerkûk deng bide nûnerên rasteqîn ên xwe. Ew jî namzetên lîsteya 120 a Nifşê Nû ye.

 

Hisên Kerkûkî kî ye?

 

Hisên Mihemed Reşîd bi nasnav Hisên Kerkûkî di sala 1974’an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Li Kerkûkê jiyan kiriye. Endamê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ye. Di dema rejîma Baas û piştî 2003’an  jî her li Kerkûkê jiyan kiriye. Niha jî namzetê hejmara 1 yê lîsteya 120 (Nifşê Nû)  yê Kerkûkê ye.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin