Smiley face
sorani
Smiley face

Kamuran Berwarî li Dihokê bi îdîa ye

2018-04-27 08:42:17
Namzetê rêza yekemîn ê lîsteya Newaya Nû ya Dihokê Kamuran Berwarî destnîşan kir ku ew ê di vê hilbijartinê de li herêma Behdînanê serkeftinek mezin bidest bixin û gelek ezberan xirab bikin.


 


 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

 

Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de yek ji herêmên girîng ku derdikeve pêş Parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ye. Dihokê heta niha 11 parlamenter dişandin Bexdayê. Di hilbijartinên sala 2014’an de PDK’ê 8, Yekgirtu Îslamî 2 û YNK’ê yek parlamenterî bidest xistibû.

 

Di vê hilbijartinê de hejmara parlamenteran derketiye 12’an û 115 namzet di bin navê 24 partî/hevpeymanan dikevin pêşbirkê. Li gorî çavdêrên siyasî, ji ber geşedanên piştî referandumê û êrîşên 16’ê Cotmehê nerazîbûnek li dijî partiyan heye.  

 

 

Li rex partiyên ku tên zanîn, hin partî û lîsteyên nû jî dikevin hilbijartinan û ji bo wan şans tê dayîn. Yek ji van hevpeymanan jî Newaya Nû (Nifşê Nû) ku ji Tevgera Azadî, Bereya Gel a Demokratîk û Neweya Nû pêk tê ye. Her wiha di nava lîsteyan de namzet jî gelekî girîng in, nexasim di hilbijartinan de hilbijêr kîjan namzetî/ê bixwazin wê dengê xwe bidin wan.

 

 

Di listeya Newaya Nû ya Dihokê de namzetê derdikeve pêş Kamuran Berwarî ye. Berwarî wekî Serokê Lîsteya Newaya Nû (Nifşê Nû) di rêza yekemîn de cih digire.

 

 

Kamuran Berwarî di sala 1962’yan de li bajarêDihokê jidayîk bûye û di xwendina xwe li ser wêjeya kurdî qedandine û dîplomaya mastir wergirtiye. Her wiha li ser mijara “fikra bi hêz ya netewîya Kurdî” dîplomaya doktrayê girtiye. Ji sala 1994`an ve li Zanîngeha Dihokê mamostetiya Beşa Kurdî dike û 6 pirtûkên wî yên hatine çapkirin hene. Berwarî ku endamtiya wî ya Kongreya Netewîya Kurdistanê(KNK) jî heye, di heman demê de Hevserokê Bereya (Eniya) Gel a Demokratîk e. Kamuran Berwarî têkildarî xebat û projeyên xwe yên hilbijartinan bersiv da pirsên Rojnews.

 

 

* Li herêma Behdînan rewşa propagandaya hilbijartinê çawa ye? Gelo astengî ji bo partiyan têçekirin an an, eger hene ev astengî çi ne?

 

Heta niha li herêma Behdînan pirsgirêk  ji bo çend partiyên siyasî hatine çêkirin. Al û posterên ji bo  propaganda û reklama namzetan ku  hatine daliqandin, tên çirandin. Lê polîs û aliyên desthilatdar ti bertekek nîşan nadin. Her wiha li Behdînan ti semîner û panel li ser hilbijartinan ne hatine sazkirin ku têde aliyên siyasî behsa projeyên xwe bikin.

 

‘Em hewl didin ku hejarî û bêkarî li seranserê Iraqê nemîne’

 

* Niha li seranserê Iraqê pirsgirêkek ya aborî û siyasî heye, ji bo çareseriya van pirsgirêkan projeya we ya çareseriyê çiye?

 

Projeya me weke listeya Nifşê Nû projeyek berfirehe. Projeyên me yên stratejîk yên aborî hene, projeyên me yên bidawîkirina bêkariyê hene. Em hewldidin ku li Iraqê hejarî nemîne. Em dixwazin bi hemû berhemên xaka Iraqê ve bibin welatek dewlemend. Ev jî bi proje û lêkolînan dikare pêk were. Em giringî didin fikir û teknolojiyê.

 

 

‘Pêwîste nexşe û sîstema siyasî were guhertin’

 

 

 

* Di  hilbijartina li pêşiya me  de li Iraqê wê çi guhertin çêbibin?

 

Pêwîste  ev hilbijartin nexşe û sîstema siyasî biguherîne. Nêzî sed sale ku dewleta Iraqê hatiye avakirin, lê ti deman nebûye xwedî sîstemek siyasî ya birêkupêk. Ji ber vê çendê eger em dixwazin Iraqê biguherîn divê em di destpêkê de vê zihniyeta heyî biguherînin.

 

* Ev guhertina zihniyetê di hilbijartinek de gengaze?

 

Hilbijartin wê bibe gava yekem ji bo van guhertinan. Em nikarin tenê di hilbijartinekê de dewletê biguherîn, şêwazê hikûm û zihniyetê biguherînin, lê hilbijartin gava yekeme ji bo guhertinan. Ya girîng ewe ku me nexşerê hebe, eger me hemûyan nexşerêya guhertinê hebe, em guhertinê çênekin jî, yên li pey me tên wê vêguhertinê çêbikin.

 

* Li gorî we ev hilbijartin û hilbijartina Herêma  Kurdistanê ku li pêşiya me ye wê karibe dawî li zîhniyeta desthilatê bîne yan na?

 

Ez di wê baweriyê de me ku di van hilbijartinan de wê desthilatiya yek hizbî xilas bibe. Li herêma behdînan dibe ku partiyek ji partiyek din zêdetir endam bişîne parlementoyê, lê ti partî nikarin 12 kursiyên Dihokêbi tena serê xwe bigire.

 

* Li gorî we listeya we wê çend kursî bi destbixwe di van hilbijartinan de?

 

Em li benda hejmarek başin, ji ber ku me li 14 bajarên Iraqê namzet hene û ev pirs pir ji me tê kirin.  Em li hêviya jimareyek baş ya kursiyên parlementoyê ne. Lê ez nikarim niha hejmarek bidim, ji ber ku di hilbijartinan de rewş tê guhertin. Di hilbijartinên Iraqê de gelek saxtekarî tên kirin.

 

 

* Hûn weke listeya Nifşê Nu çiqas bawer dikin ku di vê hilbijartinê de sextekarî nayê kirin, ji bo ku dengê we vala neçin yan ji neyên dizîn hûnê çi bikin?

 

 

Me li herêma Behdînan hezar û 644 çavdêrên xwe ji bo 246 navendên dengdanê erkdar kirine. Partiyên din fêrî sextekariyê bûne, biçin bihuştê jî wê her saxtekariyê bikin. Ji ber ku ev sextekarî di nava xwîna wan de heye. Ji parçeyên din yên Kurdistanê 60 hezar kes ji bo ku deng bidin wan anîne Herêma Kurdistanê. Lê tiştek din ku dilê mirov xweş dike heye. Ew jî ji 940 hezar dengên sexte yên li Başûrê Kurdistanê 615 hezar deng hatine derxistin û şewitandin. Her wiha karta elektronîk û bikaranîna sindoqên elektronîk cihê keyfxweşiyê ye û çûyina gel a ji bo wergirtina kartên dengdanê jî cihe keyfxweşiyê ye.

 

 

* Piştî mudaxeleya 2003’yan bandora siyaseta Îran û Amerîkayê li ser hilbijartinan hebû. Li gorî we wê ev bandor dîsa xwe bide der?

 

 

Destê Îran û Tirkiye di hilbijartinên Iraq û Başurê Kurdistanê de heye. Piştî sindoqên hilbijartinê têne veguhestin xwe tevlî encamên dengan dikin. Her wiha rolê Amerîka jî girînge. Amerîka, dewletên Ewropa, Tirkiye û Îran dixwazin ku tenê 2 partî Başûrê Kursitanê birêve bibin. Ji ber vê çendê ji sala 1991’an ve rêveberiyek baş û paqij pêk nehatiye.  Ez di wê baweriyê deme ku Amerîka gihiştiye wê qanaetê ku xwîna leşkerên wan û ew qas pareyê li Iraqê xwerc kirî vala çûye û berhemên wê jî Îran û Tirkiye xwariye.

 

 

Eger Amerîka bixwaze Rojhilatek Navîn, Iraq û Kurdistanek bi ewle hebe, divê piştgiriya partî û hêzên nû bike yên weke Nifşê Nû bike. Her wiha divê piştgiriya tevgera azadixwaz a gelê Kurd a weke tevgera Apocî bike. Ji ber ku tevgera Apocî li seranserê Kurdistanê bandora xwe heye. Ne gengaz e ku bêyî Tevgera Apocî di Rojhilata Navîn de guhertîn pêkbên. Ji ber vê çendê Amerîka çend zûtir PKK’ê ji lîsteya “terorê” derbixwe, çend zûtir Ocalan bê azadkirin, çend zûtir ev zilma ku li ser gelê Kurd tê meşandin bê rawestandin, wê zûtir projeyên Amerîka li Rojhilata Navîn pêk werin.

 

 

* Mijarek din a di rojeva Kurdan û herêmê de hebûna leşkerên Tirk a li Başûr e. Eger hûn biçin Parlamentoya Iraqê ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê hûnê çi bikin?

 

 

Eger em biçin parlamentoyê, emê ji bo pêkanîna biryarên Parlementoya Iraqê û Parlementoya Başûrê Kurdistanê yên ji bo derxistina leşkerên Tirk têbikoşin. Emê di hemû astên navneteweyî de ji bo derxistina leşkerên Tirk û MÎT’a wê ji xaka Başûrê Kurdistanê kar bikin.

 

 

(sk/rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin