Smiley face
sorani
Smiley face

Merasîma 44. salvegera bombebarana Helebce hate lidarxistin

2018-04-26 14:54:47
Merasîma bîranîna 44. salvegera bombebarana bajarê Helebce, ya ji aliyê rejîma Baasê ve hat kirin. Malbatên şehîdan daxwaz kirin ku komkujî weke kîmyabaran û Enfal bê nasîn.


 

 

 

CÎHAD HAWRAMÎ/ HELEBCE

 

Îro rêveberiya şehîd û enfaliyên Helebce li avahiya bîranîna Helebce, bi amadebûna Waliyê Helebce û malbatên şahîdan, merasîma bîranîna 44. salvegera bombebarana Helebce lidar xistin.

 

Di merasîmê de daxuyaniyek ya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêveberê komeleya şehîd û Enfaliyan yê li Helebce Kameran Mistefa axivî û got; “Em êrîşa hovane ya li hember gelê xwe şermezar dikin. Di encama bombe barana bi çekên Napalm, ya ji aliyê rejîma Baasê ve zêdetirî 50 welatî şehîd bûn 100 welatî jî birîndar bûn. Lê em îro dibînin êdî ew roj çûn, xelkê Helebcê jî bi hêviyekî mezin carek din jiyana xwe dewam dikin.”

 

 

Piştî wê waliyê Helebce Elî Osman jî axivî û got; “Her roj xwestin Helebce û welatiyên wê tûne bikin, lê bi xebat û têkoşînê xwe li ser piyan girtin û karîn bajar bikin parêzgeh. Welatiyên Helebce gelek xebat ji bo Helebce kirin.”

 

 

Li ser navê malbatên şehîdan Umêd Heme Elî jî axaftinek kir û got; “Mixabin 44 sal bi ser komkujiyê re derbaz bû. Hêjî wek pêwîst tazmînata malbatên şehîd û birîndaran nehatiye dayîn. Şehîdên me wek şehîdên welat hatine diyarkirin. Birîndarên me jî hêjî tu tezmînat ne standine.”

 

 

Di dawiyê de Elî bang li Hikumeta Herêma Kurdistan û aliyên peywendî dar kir, daku ji bo mafê wan xebat bikin û daxwaza malbatên şehîdan ewe ku ev komkuji wek kîmyabaran û enfal bê nasîn.

 

Di 26’ê Nîsana 1974’an de rejîma Baas ya Iraqê bi bombeyên qedexekirî bajarê Helebce bombebaran kir. Di encama bombe baranê de zêdetirî 50 kes şehîdbûn û 100 kes jî birîndar bûn. Herwiha gelek malbat neçarman ji bajêr penaber bibin.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin